1. Elî Herîrî (anku, 'Elî Herîrî an jî E'lî Herîrî (1009/10-1077/78) nivîskarekî klasîk ê kurd e. Li gor rojhilatnas û kurdologê rus alexander jaba Elî Herîrî di sala 400'î ya koçî (1009/1010'ê zayînê) de li gundê Herîrê ku girêdayî Şemdînanê ji dayik bûye. Li gor Jaba Elî Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên kurdî ye. Elî Herîrî bêgoman yek ji helbestvanên pêşî yê kurmancî ye. Dîsa li gor heman jêderê Elî Herîrî di sala 470'yî ya hicrî de (ku teqabilî 1070'yê zayînî dike) rehma xwedê kiriye. |
|
06.12.2013 22:16 |
xwelî li ser
![]() |
2. helbesteke wî: |
|
12.09.2014 12:50 |
xwelî li ser
![]() |
3. celadet elî bedirxan li ser Herîrî wiha nivîsiye: ‘’Di nav şaîrên kurdmanc de yên ko piştî îslamiyetê rabûne û bi kurdmancî nivîsandine; ê pêşîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehmeta xwe lê erzan bike û heke di ser bihuştê re,bihuşteke din,bihuşteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de çeke.) Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr, di welatê soran de ye û Elî bi xwe sorî ye. Lê melayê jaba dibêje ko herîr di welatê şemdînan de ye. ‘’ |
|
15.09.2014 12:26 |
xwelî li ser
![]() |
4. Kurdnasê ji Ûris, alexander jaba, di pirtûka xwe ya bi navê ‘ Recuil de notices et recits kurdesê ‘ de nivîsiye: ‘’ Helbestkarê kurdan ê pêşîn, Elî Herîrî bûye. Ew li gundê Herîrê, nehiyeya Şemzînan, sinceqa Hekariyê, sala 400’ê Hîcrê(sala 1009-1010) ji dayîk bûye û sala 470’hîcrê(1078) çûye rehmetê û hem ali wê dere jî hatiye veşartin’’ . Jaba nivîsiye, ‘’ Dîwaneke Elî Herîrî ya helbestan û beytan li kurdistanê meşûr û merûf e.’’ Prof.qanatê kurdo ji bo destxistina vê dîwana helbestan û beytan dibe: ‘’ Sed caran heyf û mixabin, ku heta niha ez hay jê nîn im dîwana wî li kê derê ye, li cem kê ye û li kîjan ciyî destnivîsa wî bi dest dikeve. |
|
15.09.2014 12:29 |
xwelî li ser
![]() |
5. Li gora xebatên Seccadî jî Herîrî bi kurmancî nivîsandiye û di sala 1425a de ji dayîk bûye û di sala 1490î de çûye ser dîlovaniya xwe. qanatê kurdo jî di pirtûka xwe yî tarîxa edebiyata kurdî de dibe ku Elî Herîrî kurmanc e. |
|
15.09.2014 12:38 |
xwelî li ser
![]() |
6. Li gundê Herîra ku grêdayiyê şenzînanê ya hatiye dinyayê.(1424)Di medreseyên ku wê demê qenc bûn de perwerdehî dît. Yek ji helbest-vanên kurdî yê herî kevin e. Helbestên eî gelek hestiyar in. Helbestên xwe bi diyalekta kurmancî nivîsîye. Di warê zimên de gelek dewlemend e , lê dîwana wî winda ye. |
|
22.06.2015 17:38 |
ronahî
![]() |
7. |
|
14.04.2016 17:02 |
azad30
![]() |
![]() |
koma sê bira [4] |
![]() |
tirşik forûm [1] |
![]() |
xebitîna dersê [1] |
![]() |
ûm kulsûm vs feyroz [1] |
![]() |
yilmaz erdoğan [1] |