Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
gever - tirşik
gever
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navçeyeka colemêrgê ye.. bi tirkî jê re dibêjin yüksekova.. bi dînamîzm û serhildana xwe meşhûr e.. bi navê yuksekovahaber.com malpereka nÛçeyan heye ku bi rastî jî bi kêrî çi tê nizanim..

li gorî ajansan îro li bajêr bi egera rûxandina gorên gerîlayên pkkê li nava bajêr xwepêşandan çêbûye û di xwepêşandanê de du kesî jiyana xwe ji dest daye..



06.12.2013 21:23 | endazer

2. navçeya colemêrgê ye lê ji colemêrgê hem mezintir hem jî pêşvetir e bila hevalên ku ji geverê ne qet qisûrê min nenêrin lê li gora ku ji derve xuya dike nîn e. ez bixwe çûbûm û gelek hevalên min ên geverî hene heta êvarê behsa keçikan û eşîrên xwe dikirin bi kurdî diaxifin lê hew! di nava wan de xortên hêja gelek in lê bi giştî ne wisa ne..

du ciwan îroj di çalakiyê de jiyana xwe ji dest daye cihên wan bihûşt be..



06.12.2013 21:45 | ferhenga şikestî

3. bajarek ku wek navenda serhildanê tê zanîn.lê bajareke qet xwe rexne nake.heta temenê xwe yê 16 ê min jî gever rexne nedikir.gava ez ji geverê dûrketim û ew fersend dît û rastî jî diyar bûn.bajareke ku hêdî hêdî ji kurdiyê dûr dikeve.lê hêj çand a wê ewqasî berze nebûye.bi rastî jî keçiken heya nihe min dîti lawtirîn keçik li geverê ne.

navçeyek hekkariyê ye ne ya colemêrg ê.(bnr: hekkarî-colemêrg)



12.10.2014 16:09 | dildar geverî

4. aya wateya geverê çi ye? wateya geverê di devoka me de coyên avê re (gavarên avê) gever dibêjin ku (bi tirkî su yolu) dema li gollan avê berdidin bi geverên avê, avê digihînin zeviyan tiştên çandinî (kiştûkalî) av didin..



12.10.2014 20:10 | havka

5. di kurdiya kevin de tê wateya "bajarok".ye'nî "bajarê bûçik".2 navçeyên bajarê ûrmiyê de jî (bnr: mîrgever û tîrgever) ev nav heye.



12.10.2014 23:30 | dildar geverî

6. bajareke serhildanê ye weke gelek bajarên kurdan.



(bnr: kobanê)



17.10.2014 00:46 | azadixwaz

7. Şer û tofan e. Qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin.



27.08.2015 12:42 | azadixwaz

8. bajarê hov û wehşan êrîş birine ser e. xwedê bi gelê me re be.



27.08.2015 17:40 | berxweda

9. dibêjin wê navenda colemergê derbasî geverê bikin. ez bawerim jixwe mafê geverê ye, ji ber ku colemêrg pêşve naçe û li geverê balafirgeh û gumrik heye. her wiha ji aliyê nifûsê ve jî zêdetir filan û bêvan. nizam, ya bi xêr. îşela wê bibe wîlayet. bes e oxlim êdî sefaleta colemergê dikêşe.



ez dibêjim bila bibe navend. bila qampanya dest pê bike, haydê dest biavêjinê.



22.01.2016 01:10 | wiha wilo wisa

10. navçeya pêwîstî bi qampanyayan tuneye ku bibe navenda bajarî. ji xwe ji bo bikarin zêdetir lêşker lê bicih bikin ji xwe wê ji aliyê dewleta xêrnexwaz ve bê çêkirin.

serê wan bixwin kirinên wan.



22.01.2016 17:58 | azadixwaz

11. bi ya min weke cizîrê ew jî heq dibe bibe navênda bajarê xwe. ya rast ev e. lê hêceta ku akpê vê yekê dike, pirsgirêkên ewlehiyê ye. yanê xema wan ne bajarvanî, pêşveçûn felan e.



22.01.2016 18:46 | brusk56

12. bajarê li serbextê vê peyama di derbarê wêda gever/84075.. bajarê dixwazin bikin colemerg lê helbet ne jibû xwedêye.. rihma xwedê li pêşîyê min qazî mihemed di wesîyeta xweda li cîhê bereday ne gotiye ecem/îranî hingiv bide we zanibin(guman bikin) ku bi jehrîye ev ji bû tirka jî derbas dibe ticar tiştek qenc naxwazin ji bû kurda..



22.01.2016 21:18 | shorbevan

13. bajarê vêga ji aliyê dewletê we bi tank û topan tê xerab kirin.



bi qasî min vîdyoyên ji geverê temaşe kirin, ez bawerim du-sê tax jêk çûne.



mixabin sê sed hezar caran mixabin.



26.03.2016 01:57 | wiha wilo wisa

14. Navçeyek girêdayî bajarê colamêrgê ye.

Piraniya xelkê vê bajarokê Kurdî dizanin li gor gotina geveriyan heta çend sal berê jî li her derê geverê Kurdî dihat axaftin. Piştî bûyerên hendekan gever jî guherî. Bi nêrîna min mêrên (ciwan) geverê Kurdî diaxifin lê hezar caran mixabinî dikim wek bajarê kurdên din keçên geverê jî bi axaftina kurdî Şerm dikin û rêya xwe didin tirkî.

Potansiyela zimanê Kurdî li geverê heye Lê hişmendiya ziman tune ye. Hişmendiya zimanê nivîsê tune ye. Ger rewş wisa bidome di nav çend salan nifşên nû yê geverê jî êdî wê tirkî mezin bibin. hevalê min jî gotibû; rast, xelet nizanim li gor îstatîstîkên pirtukakurdi.com pirtûkên Kurdî herî kêm li aliyê colemêrgê tên xwestin.



28.05.2020 14:29 | kajav

15. Bajarokekî Kurda yê hênik, biav û xwedî hewayeke paqij e(evêya ji bo derveyî bajarok derbasdar bû). Ez pirî li vira nemame lê biqasî ku min çavdêrî kir mirovên wê gelekî xwîngerm û mêvanperwer in. Tu çiqasî biyanî bî jî te hembêz dikin, te vedixwînin mala xwe jî. Em çûn dawetekê, wan em nas nedikirin jî, jineke ji mala dawetê hat bi destê min girt û ez hînî lîstika wan kirim. Paşê jî ez ketim dawiya dawetê, keçikeke ciwan hat ket destê min, ez bi tenê nehiştim.

Mixabin ji aliyê bajarvaniyê ve xerab e. Rêyên wê xerabe ne û toz zêde ye. Evêya jî ne sûcê gel e ji xwe, sûcê rêvebera ye.

Me xwest em biçin Oremarê jî lê leşker gotin operasyon heye, destûr tune, tenê Niştecihên wê dikarin biçin filan. Nebû qismet dîtina wira, ez li ber ketim. Tişt nabe belkî bibe sebeba hatina min ji bo careke din.

Lêzêdekirin: em ber bi çiyayekî hinekî meşiyan, ji ber ku şort li min bû kelmêş xwe li nigên min datanîn û hema xwîna min vedixwarin. Kesên ku werin vê derê bila haya wan ji vê yekê hebe.



30.07.2021 10:35 ~2021.08.01 20:07 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» gever

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî