Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zivistan - tirşik
zivistan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji çar demsalên salê navê yekê jî zivistan e. werzek e sar e, berf dibare.



05.12.2013 11:53 | mîrêhekarya

2. zivistan hat, ardûyan bide hev karûbarê xwe bike, sar e zivistan.



05.12.2013 11:54 | mîrêhekarya

3. demsala ku min berê pir jê hez dikir lêbelê aniha xwîna min û wê, dikim nakim li hev nakeve, qey bizor e law?!



05.12.2013 12:14 | ceso

4. 21 ê berfanbarê de dest pê dike û 21 ê adarê de, ango newrozê de dawî dibe. demsala herî sare. lê mirovahî her diçe zedetir quna ekosîstemê dine û mirov nizane ku kijan demsal sare, kijan germe.



(bnr: protokola kyotoyê)



05.12.2013 13:16 | nazim tolhildan

5. peyva ku bi zazakÎ digûhere şeklÊ; zimistan

ew di klama grup munzure ku bi navÊ pukeleka pir derbas dibe.



05.12.2013 20:06 | cinorek

6. stranekekoma rewşen e.



05.12.2013 20:18 | simurg56

7. ew peyv di kurdÎyÊn başÛr de jî digÛhere şeklÊ zemestan.

klameka sadollah nasirÎ bi wÊ navÊ heye ku pir tesÎrgran e:





05.12.2013 20:23 | cinorek

8. DemsaLa kû îsal li amedê zû hatiye û min ti carî neditiye kû evqasî sar derbas bûrî ye..Nava rojê pilleya germahiyê bin sifirê 7 an 8 e..



18.12.2013 01:02 | nan û av

9. tişta ku îsal li amedê min dît tiştekî çawa ye. zivistana biberf herdem ji zivistana bibaran xweştir e. çendî ku sartir be jî, qene spehitayiya wê heye .

(bnr: 18.12.2013 sermaya anormal a li amedê)



18.12.2013 01:26 | brusk56

10. HÊLA BN XET vê bêje kiriye zivtan.



(bnr: candarbûna zimên)



18.12.2013 01:56 | biruya hayao miyazaki

11. demsala maldaran e



21.05.2015 17:56 | çinaro

12. Demsala ku min gelek bêriya wê kiriye. I love you zivistan :/



19.08.2016 01:48 | biaqila malê

13. nêz e wekê eskerê romê bi ser me de bigire zivistan
rist û rêzikek ji helbesteka arjen arî lê ji kîjan û helbest û ji kîjan dîwanê nayê bîra min. metaforeke xweş e ji bo zivistanê.
yek jî ji bo min bêhna pirteqal û mendeliyan e ku hîç hejê nakim.



09.12.2016 23:29 | endazer

14. demsala ez ji wê hez nakim. her çiqwasî li qoserê wextê wê pirr kin be û meriv nikare 3-4 rojan berfê bibîne jî...
tenê dema ji derve sar be û ez di bin lihêfeke germ de bim xweş e. wekî din zilm e. tew ji feqîr û belengazan re..



09.12.2016 23:30 | berxweda

15. zivistan hat pê re pê re pel zer bûn; bayê xwe li pela pêça û li bin guhê erdê da; pê re pê re dor û berê amedê serê çiyayên bilind spî kir, sir û seqema wir hate xwe li nava mala me da; û her sal di vî halî de ezmûnên zanîngehê destpê dikin. malwêran, maldêran, malxirab.



21.12.2016 14:02 | xendekî

16. Şikir cehimî çû!
du hefte ewil berfa dawiyê jî barî.
heta sala par min zivistanê hiz dikir lê îsal mîsala xwedê da zivistanê îmana me bir û çû.
berf, surr, serma, cemed..
nîyeta min tine ku ez zivistaneke din li vir derbas kim.



24.04.2017 12:33 | bûtîmar

17. (bnr: îmana min jê diçe)
demsaleke rûreş û neyarê feqîran e. bi xwe re hemî bar û derdên jiyanê û him ji aliyê ekonomîk û him jî ji aliyê qeliteya jiyanê bandorên neyînî jî bi xwe re tîne. her der dibe herî û av, mirov bi hesreta rokeje xweş dimîne ku derkeve derva û çend geran bike. ji aliyê din ve jiyana li malê jî dibe eziyet. kombî tunebe divê sobayê saz bikî û ji bo ku tu vana jî bikî divê tu enerjiyeke ekstra xerc bikî û li gel vana divê meriv tevî 10 kîlo cilû berg bigere û ew jî mesref! û meriv newêrê serê xwe bişo tew ji bo yên wekî min ku her roj serê xwe dişon. welhasil nebû û em zivistana dewlemendan qet li hev nehatin û ez bawer im ez bibim mîlyoner jî ez ê dîsa jî jê hez nekim. û niha jî ji ber ku hewaya sar li masûlkeyên min xistiye qolincên min bûne weke teht û ji sibeha xwedê ve diêşin. neyîniyên ne ewqas in, şervanên kurd jî di vê demsalê li hember çekên teknîkî yên dijminan gelek zehmetiyan dikşînin. xwezî xwedê min li welatekî tropîkal dabûna.



02.12.2019 20:12 | ceso

18. ji ber bapêş û girtina sermayan zivistana salê çûyî ji min re bûbû cihnemek qeşayî, îsal naxwazim were û tê bibêjî milyaket ez bihîstim, heta do tu serma nehat stanbolê. ev du roj in, sermayek hişk heye ku guh û pozê mirov dicemidin. çawa têm malê qazax, li ser wê êleka xwe ya trîko û derpîyê navpembû û du qat gore li nav goreyên/şemikên navmalî yên bi pembû Here lînkê li xwe dikim. îsal ez ê wan antîbîyotîkan venexwim.

(bnr: papîçok)



02.12.2019 23:29 ~23:44 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zivistanên nîvgirava koreyê

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî