Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
hozan dîno - tirşik
hozan dîno
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. stranbêjeke kurd ê ji tradîsyona nçmê ye.. di sala 196 û tiştekî de li gundê xewiskar yê bi ser bajarê erdehanê ve ye hatiye dinyayê.. li gumuşhane û stembolê di mekteba mamostetiyê de xwendiye lê temam nekiriye, di pola dawîn de dev ji xwendina xwe ya lîsansê berdaye û di nav refên nçmê de dest bi karên xwe yên hunerî û mûzîkal kiriye, wekê hemû hunermendên kurd ên polîtîk wî jî behra xwe ji zilm û zordariyên dewleta tirk standiye û bi egera alîkarî û piştgirîkirina rêxistina terorê hatiye binçavkirin û paşê hatiye berdan..

pê re wek penabereke siyasî hozan dîno xwe diavêje ber bextê holandayê, li wir mafê bicihbûnê distîne û li wir dirêjî dide karên xwe yên hunerî û yên mûzîkal.. heta niha ji berê ve bi navê ax dayê, çû, lê dayê û namûs çar albûmên wî ji nav kom music û mir musicê derketine..

hozan dÎno ligel dengê xwe yê xweş bi kûraya wateya gotinên stranên ku bi xwe dinivîse jî balê dikişÎne ser mÛzîka xwe.. di stranên xwe de tevî evîna jinê û evîna welêt behsa mijarên sosyolojîk yên têkilÎ jiyana gelê kurd de jî dike û dîsa di stranên xwe de hişyarkirin û hişmendîkirina civaka kurd jî mijra stranên wî ne..

bi strana xwe ya bi navê oy yarê di nav dilê mûzîkhezên tirk de jî cihê xwe xweş kir..



04.12.2013 03:11 | endazer

2. hozan û stranbêjê ku ji bo qurbaniyên komkujiya roboskê strane çêkriye..

wekê gelek stranên kurdî yên vê taliyê yên popûler destê produktorê kurd ê navdar rênas mîran li vê stranê jî ketiye, stran têra xwe xwe serkeftî ye lê vîdeo-klîba ji bo stranê hatiye amadekirin biçekî amatorane ye..

hozan dîno - roboskî :

#t=13



04.12.2013 03:15 | endazer

3. Stranbêja ku malhevala min ê tirk xwe li ser dÎn kirÎye. ji sibê heta êvarê guhdarîya stranên wÎ dike nemaze strana ''oy yare''. Sibê dibÎ ji xwe bi hozan dîno şÎyar dibim, dema nan dixwim hoxan dîno li cem min distrîne, dibÎ êvar hê jî hozan dîno li ber guhên min dibêje. bese lo evkas jÎ ne. berî da min jÎ guhdarîya hunermendê xweyê delal dikira lê belê êdÎ li ber çavên min reş buye çuye.



04.12.2013 22:57 | deqlok

4. stranbêjê ku dê piştî 17 salan ji xeribiyê vegere axa pîroz a kurdistanê. berê revîna ewropayê mode bû niha jî vegera kurdistanê bûye mode. ê baş e dînocan vegere tu jî vegere ma tu kêm î kemal bûrkay î lo? min çavên te yên reş û belek xwaro...



20.05.2014 21:30 | oxir

5. stranbêjê ku ji çend salên dûvûdirêj vegeriya welatê xwe piştre çendîn konsertan jî da, hê min bi awayekî zindî godarî û temaşeyî ferformansa wî ya zîndî nekiriye..

di çeşn û tarza xwe de herî pêş ew e bi rastî jî di nava stranên wî de felsefeyek heye, ne bi bêje û gotinên tewşo mewşo bi kar tîne, gotinên stranên wî watedar û kûr in ji qlîşeyên ajîtatîf û berredayî dûr in lê ez eger û çawaniya wê nizanim bes di ser feysbûkê de her tim tiştên ne tişt dinivîse, mîna zaroyên ku hê nû lîseyê diqedînin û dikevin depresyona xamatiyê..

tim demogojî tim diljixweşewitandin û bi ser de jî bi zimanê tirkî..

êdî dem dema likeyê ye bi şeref



08.11.2014 13:29 | ferhenga şikestî

6. birayê (bnr: rodî baz) e.



08.11.2014 13:42 | nazim tolhildan

7. stranbêjek e ku ez gelek hêjê dikim.belkî ew jî hej min dike nizanim lê bi rastî deng û stranên wi bi hev re tên.



08.11.2014 16:56 | vêca çiyeeee

8. (bnr: lê dayê)



07.03.2015 14:28 | ferhenga şikestî

9. Albûmên wî:
Çû (2004)
Dîsa çû (2010)
Av û av çû (2014)
Wala hew tê (2018)
Bişeref ez jî diçim (2020)
*



04.07.2021 16:23 | xwelî li ser

10. Hozan dîno ligel deng û awaza xwe bi gotinên stranê xwe jî bala mirov gellekî dikişîne. Çawa ku gotinên pêşîyan, gotinên navdaran, biwêj hebin mirov dikare bibêje gotinên dîno jî hene. Erê min hinekî wî firand lê heq dike.

Ezraîl hat ser sînga min, awir awêt çû
Got hêviya dora xwe be, ez tirsandim çû
Mal û milkê vê dinyayê, ji bîra min çû
Ew katibê xêr û guneh, hesab kom kir çû

Oy yarê, oy hevalê
Ciwanîya emrê'm kanî
Hevîyên dilê'm kanî
Xeyîdîn çûn wa nayên
Azadîya vê jîne
Ji min hate dizînê
Zaroktîya min kanî

Gula dilê min bişkivî, Bi baranên evînê
Hêviya hatina te me, dereng nayê zû were

Tu guleke kûvî yî, dûrê deşta yî
Kedî nabe nayê, li ser çiya yî

Gula dilê min qetandin, bê av hiştin çilmisandin
Bo evîna min şîn nebe, çeme dilê min çikandin

Dîrok deyndarê me ye, êdî dor dora me ye
Azadî para me ye, bawer bike can

Lêbelê nikare navên stranên xwe bi balkêşî hilbijêre.
çû, neçe dûr, yar nayê, dereng neyê, zû were, were, were gulê, de were(temam qurban nizanim tu qala kê dike lê ê were, tu bes lêkerên çuyîn û hatinê bi kar bîne)



23.01.2024 15:18 | çaya germ

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hozan kilamedîn
» dînomîno

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî