Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
paşeroj û pêşeroj - tirşik
paşeroj û pêşeroj
(15) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Wateya yekê: Pêş û paş di wateya hêlan de (alîyan de, terefan de):



Di vê wateyê de “pêş” ew tişt e ku berê mirov lê ye.



Mînak: Dinya wisa tarî bû ku mirov pêşîya xwe nedidît. Dema tu rê de diçî pêşîya xwe mêze bike.



“Paş” di vê wateyê de ew tişt e ku pey mirov, pişta mirov lê ye yan jî ew tiştê ku li gorî rêzê ne li pêş e.



Mînak: Di otobusê de em li pêş ew li paş rûniştîbûn. Di lêkdana erebeyan de paşîya erebeya me xisar lê ketibû.



Wateya diduyan: Pêş û paş di wateya demê de:



Di vê wateyê de “pêş” ew tişt e ku li gorî demê, berê bûye û çûye, ew tiştê ku berîya niha qewimîye.



Mînak: Pêşî ez hatim vira. Her roj pêşîya her kesî de digihîşt dibistanê.



“Paş” di vê wateyê de ew tişt e ku li gorî demê piştî niha dê bibe yan jî di dema bihurî de ew tiştê ku berîya wî hin tişt bûne û ew li dû wî tiştî qewimîye.



Mînak: Pêşî wî got paşê min got. Pêşî tu here hundur paşê ezê bêm.



Piştî vê ronkirinê em dikarin vegerin ser mijara xwe. Weku dîyar e pêşeroj (mazî) û paşeroj (mustaqbel) demê destnîşan dikin, ji ber vî qasî jî pêşeroj wek wateya diduya peyva pêş tê bikaranîn û wateya dema berîya niha dide. Paşeroj jî wek wateya diduya peyva paş tê bikaranîn û wateya dema piştî niha dide. Madem wisa ye çima hin kes pêşerojê dikin paşeroj û paşerojê dikin pêşeroj? Bi dîtina min ev kes pêş û paşê di wateya yekê ya van peyvan de difikirin û van peyvan di cîyekî xelet de bi kar tînin. Yanî ew hêla xwe ya pêşî (yanî berê xwe) wek dema bê û hêla xwe ya paşê jî wek dema bihurî bi kar tînin. Gelek aşkera ye ku dem û hêl du wateyên cîyawaz didin û divê nehêne tevlîhev kirinê. Îspata paşerojê di wateya musteqbelê de helbesteke Feqîyê Teyran e ku ev peyv di wê helbestê de wisa bi kar hatîye:



“Dê aşiqan meylek hebî

Guhdarê me’şûqa xwe bî

Qet hay ji paşrojê nebî

Li intîzara wesletê”



(Zilkîf Xweşhêvî , Nûbihar-106)



02.12.2013 08:59 | karmatî

2. pêşeroj û paşeroj; du cot-peyvên ku herî zêde tên tevlihevkirin.



02.12.2013 15:06 | mîrêhekarya

3. ji ber ku di nav kurdan li ser wateyên van herdu peyvan tifaq û bihevkirinek tune ye li gorî min peyva siberoj yanî îstÎqabal û peyva duwaroj yanî mazî were bikaranîn wê baştir be..



02.12.2013 18:57 | endazer

4. aloziyeke weke aloziya peyvên xwendekar û xwendevan e.

lê eslê xwe de weke li jor jî hatiye ravekirin, çareseriya wê hêsan e.

tişta li pêş pêş e, ya ku li paş e jî li paş e û evqas.

pêşeroj: hê li pêş e, nehatiye.

paşeroj: rojên paşdemayî yên derbasbûyî ne



03.12.2013 20:52 | simurg56

5. (bnr: dahatû)

(bnr: siberoj)



22.12.2013 00:15 | dijber

6. bi kurdî "gelecek" paşeroj e an pêşeroj e li ser vê mijarê fikra we çiye?

li gorî hin kesan di wateya "rojên beriya me /pêşiya me " de ye yanê pêşeroj

li gorî hin kesan jî di wateya " ew rojên ku wê paşê bê " de ye yanê paşeroj

gelo hûn çi/çawa difikirin



21.06.2015 04:14 | aynştayn

7. Ez dibêjim pêşeroj.yê tevlihev ke dikarî dahatû/rabirdû bi kar bênê



21.06.2015 04:20 | ronahî

8. ez jî wisa difikirim pêşeroj xweştire lê awayê din paşeroj jî ne xerabe :-)



21.06.2015 04:23 | aynştayn

9. li nav xelkê bakur pêşeroj e, li başûr paşeroj e. ji bo yekbûna ziman ferhengnûsên me yên bakur jî wê wek paşeroj qebûl dikin.



werr xuyaye em ê di pêşerojê de paşerojê bi kar bînin *



21.06.2015 04:27 | berxweda

10. pêşeroj û paşeroj werhasil herdû jî dertên şevê



21.06.2015 14:01 ~2016.02.06 23:28 | shorbevan

11. têgehên ku ez bi kar nayênim ji ber tevliheviya wan

Here lînkê



(bnr: deham ebdulfettah)

Here lînkê

(bnr: mirad gundikî)



09.09.2015 00:44 ~00:49 | dijber

12. ez her du jî bikartînim û krîter û wateyên wan ji van gotinan derdixînim:

gotinên pêşiyan ew pêşî ku zû de mirine û çûne. paşê ez hatime dinyê.

ango:

pêşeroj- past

paşeroj- future.



ji ber çi hew qas tevlihev dikin, nizanim. ev her du bikaranîna mînakên ku min da, herroj ji devên kurdan tê bihîstin.



09.09.2015 13:18 | biruya hayao miyazaki

13. (bnr: kêlekroj)



01.08.2018 20:44 | xwelî li ser

14. paşeroj û pêşeroj/17565 hewqas hêsan e. lê li gorî nivîskaran wateyên van peyvan diguhere û ya ez diqehrînim jî ne'leta li ser wan e ku di cihê hev du de tê bikaranîn û a nebaş jî ev e ku wateyên 2. a paş û pêş jî piştgirî didin van bikaranînên kirdewarî. ya xwedê.

-pêşniyaz e: bira tirşik.net tabeleyeke bi deriyê xwe ve ke û encama peyama jorîn lê bide nivîsîn.*

di gelek malperan de bikaranîna siberoj berbelav bûye, ew jî xweş e lê divê em kurd biçin ser vê pirsgirêkê.

-siberoj temem mustaqbel e, ya pekî li hemberî siberojî, kîjan peyv tê bikaranîn bo maziyê, nizanim. mîna ne'leta navên mehan.



03.10.2018 15:57 ~15:58 | biruya hayao miyazaki

15. (bnr: rabirdû û siberoj)



03.10.2018 22:45 | simurg56

16. rabirdû û siberoj ji bo çareserkirina wê tevliheviyê formulek çetir e anegorê min.



03.10.2018 23:24 | xelîl

17. Di vê nîqaşê de divê mirov navenda xwe baş dîyar bike.

Mînak eger mirov xwe bike navendê yanî bi çavên xwe binêre dînyayê ew dema ku hêj nehatîye jîyînê bo mirovî pêşeroj tê binavkirin.

Lê eger tu hinek ji laşê xwe dûr kevî xwe bi jor de binêrî tu ji çavê "dîrokî" binêrî aha hingê ew dema ku hê nehatîye jîyîn dibe "paş" û yê hatîye jîyîn ew jî dibe "pêş". Înşelah hatibe fehm kirin.



17.12.2019 09:46 | azad30

18. kurd çima van her du peyvan li hev dixin fêm nakim
paş a rojê
pêş a rojê
paş a rojÊ yanî ew roj e ku li paş roja îroj maye
pÊş a rojê ew roj e ku aniha li pêş a li roja ku tu têde yî...

li gorî ferhengê paş (hoker) aliyê bi gelemperî berê mirovî ne lê ye, aliyê ne li ber çavan: li paş xwe zivirrî lê ti kes nedît. ne aliyê bi gelemperî tiştek ber bi wê ve dimeşe: em pirr li paş mane. jê dûr: divê mirov xwe ji agir bide paş daku neşewite


li gorî ferhengê pêş 1. ber û ne li paş 2. hember, dij *“bi darê zorê, tu tişt nayê pêş” [ii] 1. daw 2. qûntar pêşan nîşandan
(hoker) ber, bersîng, aliyê li rû, ne paş, pêşmalk, bervank, pêştemal

bi kurtasî paşeroj ew roj e ku li pişt mayiye, pêşeroj ew e ku li ber me ye hê em neketine wê rojê.
lê em ketine paşerojê, em ketine û em li ser derbas bûne û li paş me mayiye



17.12.2019 10:31 ~10:31 | ferhenga şikestî

19. tevlîhevkirina van peyvan asayî ye. kesek biyanî ger kurdî hîn bibe dê zehmetî kêşe. hevalên dibêjin paşeroj=future, pêş û paş di wateya zeman de bikartênin, pêşî-paşê. rastin, yên pêşeroj wek future fehm dikin, diyare pêş û paş wek hêl, alî qod kirine li aqlê xwe. mirov ji zaroktî bê zanîna rêziman hînî ziman dibe, gel ji bo future dibêje paşeroj. min gelek nebihîstye ji mêjû re gotin pêşeroj an pêşeroj, yanî rojên berê wek têgihek nabêjin. axir, future paşeroj e, pêşeroj jî dibe past.



27.02.2020 23:23 | hespêsor

20. pêşe+ roj - rojên pêş de , paşe+roj - rojên paş de.
Bi rastî jî bo kesên nû hîndibin dibe ku dijwar be ji bo ku dişibin hev.



27.02.2020 23:33 | brzn

21. nivîsa ku @berevaji li ser bloga xwe weşandiye, bawer im wê îzahata paşeroj û pêşeroj/17565 temam bike.

Here lînkê

an jî rasterast bixwînin:


Hey nîqaşek e didome li ser peyvên “pêşeroj” û “paşeroj”ê di civata kurdînivîsan de. Gelek kes heyirîne bê ka divê kîjan ji vana ji bo “demên çûyî” û kîjan ji bo “demên bê” were bikaranîn. Ta van pêlên dawî ez jî dudilî bûm. Lê piştî ez hinekî lê kolam min dît ev heyirîn nebe jî, rewşa qaşo “duwateyî” di gelek zimanên cîhanê de jî heye.

Lê em hinekî bala xwe bidinê, kûr binêrin dibe ku bibînin dibe ku ti duwateyî tune be jî.

Gelo ev herdû têgih çima tên tev li hev kirin? Eşkere ye ku ji ber vê mantiqê ye:

Pêşeroj, rojên li “pêşiya” me û paşeroj jî rojên li “paşiya” me ne. Ez dixwazim bêjim çewtî ji vir dest pê dike. Wek heyberekî, cismekî li demê tê nêrîn. Lê divê em bi bîr bînin ku dem têgiheke neberçav e, loma em nikarin bi wî awayî behsê bikin.

pêş- û paş- li vir bûne pêşgir, ka em binêrin wek peyvên xwerû di behsa demê de çawa tên bikaranîn:

pêşî tu here, paşê ez ê bêm
me pêşî xwarin xwar, paşê çay vexwar
Di cihî de bi vî rengî ye:
ew li pêşiya malê bû, ez li paşiya malê
pêşiya erebeyê pelixîbû, tişt bi paşiya wê nehatibû

Belkî hinan mesele fêm kiribe, an jî bi ya hinekan ev wek nakokiyekê xwanê bike. Lê ya rast em lê hayî bibin ku hem di demê de hem di cihî de; pêş destpêk e û paş jî dawî ye, mijar zelal dibe.

Pêşiya mehê destpêka mehê ye; ew rojên ewil in. Pêşiya pirtûkê destpêka wê ye; berg, pêşgotin û wd. li wir in. Paşiya mehê dawiya wê ye; ew jî rojên talî ne. Paşiya pirtûkê dawiya wê ye; encama wê li wir e. Dîsa pêşiya xênî destpêka wî ye, bi adetî mirov ji deriyê pêşî dikevin hundir.

Bi vî rengî peyvine dinê jî hene, bo nimûne ber û pişt. Em wan jî bi heman awayî bi kar tînin.
Lawikek li ber derî bû, yê din li pişta derî.
Em berî wan çûn, ew piştî me çûn.
Rewşa destpêk û dawiyê li vir jî li kar e.

Wek me serê pêşî gotibû di zimanên dinê de jî ev heye. Ji bo mînak em li inglîzî binerin.
forefather — rasterast “pêşbav” e, yanî bavûkal û pêşiyên yekî.
forearm — rtr. “pêşmil” e, yanî pêşiya milî, zend.
before — hem “pêşber” e hem jî “pêşî, ewil” e. Mîna “nobody can stand before him”; kes nikare li pêşberî wî bisekine. “they were here before everyone”; pêşiya her kesî ew li vir bûn.

Wek çawa peyva “pêş” di kurdiyê de bûye pêşgir, di inglîzî de jî pêşgireke wisa heye bi heman du wateyan; pre- (bnr. pre-before)

Hin peyvên bi wê çêkirî ev in:
precerebral — (têkildarî) pêşiya mejî
predate — pêşî pêkhatin, berî tiştekî hatin
preaxial — li pêşiya tewereyê, rtr. “pêştewereyî”
pre-war — berî şer
Bi heman awayî wek “paş”ê di inglîzî de jî pêşgireke bi heman du wateyan heye; post- (bnr. post-after)

Peyvine pê çêkirî ev in:
postcerebral — (têkildarî) paşiya mejî
postdate — paşê pêkhatin, piştî tiştekî hatin
postaxial — li paşiya tewereyê, rtr. “paştewereyî”
post-war — piştî şer

Di tirkî de jî ev heye, bi “ön” (pêş) û “ar(t)” (paş).
ön — pêşî
arka — paşî
öncül — yê pêşî tê (pêşîn)
ardıl — yê paşê tê (paşîn)
önü — pêşiya (tiştekî)
ardı — paşiya (tiştekî)
dağın ardı — paşiya çiyê, pişta wî
günün ardı — paşiya rojê, dawiya wê
“önce onlar başlayacak, ardından biz” — “pêşî ew ê dest pê bikin, paşê em”

Bi kurt û kurmancî; pêşeroj, rojên pêşî ye, ewil e, berî niha ye, demên çûyî ye û paşeroj, rojên paşî ye, talî ye, piştî niha ye, demên bê ye.


edit:
li ser mijara paşeroj an pêşerojê jî heman tişt hatiye mineqeşekirin. divê ev her du mijar bibin yek.

aliyê din çi tirşikandin heye li vê derê. ecêb e. maneyên ku ji van peyvan tê xwestin dem e. lê gelek kes xwestine wan her du peyvan bi maneya hêlê/ aliyê/ bergehê îzah bikin û tevlihevî jî ji ber wê ye.



16.05.2020 20:56 ~21:40 | biruya hayao miyazaki

22. wek li gor nivîsa berevajî û entrya ewil a vê mijarê ya rastî mijar hêsan e, lê ji ber bêperwerdebûnê evqasî tevlîhevî derdikeve. ez jî bi zimanekî din bêjim:

Niha ji bo herdu peyvan du form hene. Li gor forman diguhere.

1) Heke tişta behsê dikî tiştek heyber (somut) be, berbiçav be hingî pêşî dikeve pêş. Yanî:
ew li pêşiya min sekinîye: Rênas li pêşiya Cibranî ye. Yanî Cibranî dûvre Rênas.
Wek helbesta: "Herne pêş dewr û dem ya me ye."
an jî "here rêza pêş"

2) Heke tişta behsê dikî têkildarî "dem/wext/zeman"ê be hingî pêş û paş cihê xwe diguherin.
Mînak:
-Pêşiya niha 2 roja ez çûbûm. (dema borî)
-divê mirov paşiya xwe bifikire
-paşîvê nexwe, (paşîv: şîva dereng, şîva piştî şîva ewil)

formûl:
Heke ji bo heyberan be paş => pêş
Heke ji bo demê/wextê be pêş => paş

heta belkî hûn şaş bibin. peyva paşeroj li cem me tê bikaranîn (li Cizîra Botan), belkî kêm tê bikaranîn lê min ji devê diya xwe bihîstiye gotiye: divê mirov paşroja xwe hazir bike. (wek paşroj bi kar aniye)



18.05.2020 23:26 | xendekî

23. ên ku di tevlîhevkirinê de israr dikin ji kerema xwe lê binêrin ka di navên mehan de çawa hatine bikaranîn ku pêş û paş di wan de rasterast bi maneyên demî tên bikaranîn. (ên tevlihev dikin, pişta xwe didin maneyên cihî, ne yên demî.)

*çiriya pêşîn (a ku berê tê)
*çiriya paşîn (a ku piştre/dawiyê tê)
*kanûna pêşîn
*kanûna paşîn



08.11.2020 15:08 | biruya hayao miyazaki

24. di ferhengan de her du jî bi du wateyên xwe pêde dibin. bi min ya herî baş mere rabirdû û dahatûyê bi kar bîne ye.



08.11.2020 15:29 | keyomerd

25. deham evdilfetah vîdyoyekê xweş bo tevlihevkirina paşeroj û pêşerojê çêkiriye û bi kurtasî dibêje paşeroj - past, pêşeroj - future e. mantiqa wê jî zelal kiriye. ku xelk çima bi israr wateyên cihî û demî tevlihev dikin fêm nakim. xwedê çê bike. lê di vîdyoyê de tiştê ku kêfa min anî ev e: li derûdora mêrdînê peyva paşeroj di nav xelkê ji xwe di wateya "future"ê hatiye/tê bikaranîn. peyva pêşeroj paşî lê hatiye anîn.



her wiha li vîdyoya jêr jî dibêje mantiqa siberoj şaşî dihewîne:




01.10.2022 11:30 ~11:32 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» paşeroj an pêşeroj
» pêşeroj dê çawa be

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî