Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
lawje - tirşik
lawje
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. komeka mÛsika kurdÎ ye. vokalistÊ wÊ ali tekbaş e. li ser stranÊn colemergÊ kar dikin. albûma van di nav kalan music Ê de derketiye.

danasÎna albÛmÊ:





30.11.2013 21:13 | cinorek


3. yekem koma mûsîqayê ya kurdî ye ku straneke gelêrî ya nestûriyên herêma colemêrgê xistine di alboma xwe de.



30.11.2013 22:24 | gordereş

4. koma mûsîqayê ye ku dil dike albomên tematîk derbixe.



30.11.2013 22:24 | gordereş

5. koma ku navê alboma wan a ewil, û bo niha tek, 'selîqe' ye.



30.11.2013 22:25 | gordereş

6. komek e muzîkê ye. endamên komê ji welatê hekarya yê ne. kom stranên colemêrgê yên gelerî/folklorî bi şêwazeke modern û klasîk ji nû ve dibêje. navê albûma wan selîqe ye selîqe ango awaz. xweş dibêjin. sihheta wan xweş bît. xuda temenekî dirêj biket nesîbê wan..



05.12.2013 13:31 | mîrêhekarya

7. lawjeyeke Xûşka Xanî ya mezin perî li ser Mirina ehmedê xanî

Hawar e li min hawar e

hawar e

Artist Khairy Adam Kurdistan Dohuk @KURDISTAN ART copy

Îro kekê min Ehmed

Xwediyê qelema zêrîn

Kaxezên berfîn

mêvanê axa sar e

hawar e li min

hawar e

gundîno

cîranno

malîno

çira Bazîdê îro vemiriye

di tariyê de mane koşk û sera û qub û minare

hawar e li min hawar e

hawar e

ji ewran baran dibare

ji çavan hêsir têne xware

Ehmedê min bira ye

Debîr û katibê mîra ye

xwediyê Mem û Zîn e

ezmanê xwedê îro li ser kekê min Ehmed

hêsiran dibarîne

agir bi dilê çiyan ketî

berfa Gilîdaxê ji kerban tê xware

way li minê

li min bê xwediyê

dilê min jar e

dilê min sar e

hawar e hawar e hawar e

Bayad Abdullah Kurdish painter Kurdistan Sulaymaniyah به‌یادعه‌بدوالله‌ KURDISTAN ART@rebazart1

de mi go ezê bendika xwe ya Kesrewanî

ji pêş enîka xwe hilînim

keziyên xwe yê spî bi ser birakê xwe de biqusînim

ezê li ber dara biyê rûnim çuqlîkan bihejînim

heta li darê dinê bim bim ezê bêjim bibilînim

hawar e li min hawar e

hogirno

cîranno

gundîno

hawar e

li min hawar e

wîîîîîîîîî.




‘Mîrname’, Jan Dost | Weşanxaneyê Avesta

http://cinorek.org/2013/12/15/lawjeyeke-peri-li-ser-braye-we-ehmede-xani/



18.12.2013 16:54 | cinorek

8. li stembol mîhrîcana fîlman de xelata muzîkê standine, yanî li gorî anketa rojnameya radîkalê wekî koma herî baş derketine.



20.04.2014 02:31 | kevçiyê dil

9. koma ku bi saya hevaleke min lê hayil bÛm.. stranên wan pir xweş in..



10.05.2014 15:03 | mergehez

10. beyt, strana gelêrî, helbesta gelêrî..



10.05.2014 18:30 | mergehez

11. koma ku aniha ez li ser facebooké rasti stranan wan hatime u gelek keyfa mın ji wan re hatî ye.li ser stranên herema colemergê lêkolîn kirine u wan stranan jî bi serkeftî distirin.hîvîdar im ku komên wîsa lêkolîner zêde bibin u stranên me yên ewqas hêja hatî ji bîr kirin derkevin holê.stranên me yên gelerî gelek ji stranên nu derdikevin tewşo mewşo xweştirin.



13.05.2014 10:02 | feqiyêteyran

12. Karekî zêde pîroz dikin. Li Kurdistanê kilamên kevn, formên wek "heyranok" û "şeşmendî" yên ku li ber windabûnê ne derdixin holê . xebatên xwe yê van salên dawîn piranî li ser folklora Hekariyê kirine. ev strana hanê jî dibêjin ji çanda 'eşîra Goyiyan e . ka guhdarî bikin :





02.03.2015 14:21 | mistefa

13. Koma ku canli performansa wan hîç li xweşa min neçûyî ye, mixabin ez tenê ji youtubê guhdar dikim êdî..



17.04.2015 06:23 | kevçiyê dil

14. bawerim ew jî wekê lawikan ku ji bo stranên ku kur û law davêjin ser keçên delalî û dergistiyên xwe dibêjin, ji heman koka ''law'' hatiye.. di ferhenga de tê gotin ku lawje ew meqam û stran in ku piştî miriyan di şÎna wan de ji aliyê nas û mirov û hejêkiriyên wan ve tên gotin, lê min ne li cizîrê û ne li ciheke din nediye û nebînaye ku yekî bi vê wateyê ev peyv bikaranî..



17.04.2015 14:18 | endazer

15. peyva ku li hekarî yê ji stran ê pitir tê bikarînan.lê ne wekî endazer gotî piştî miriyan tê gotin.hema şûna stranê,lawje tê bikartînan.lê min jî cîhek dî xwandibû dibêjin her demsalê ji bo strana peyvek dî tê bikarînan.anko stranên havînê,payîzê,zivistan û biharê navek xweser hene.lawje jî ezbêm stranên biharê bûn ez xelet nebim.



17.04.2015 19:18 | vêca çiyeeee

16. Doh êvarê li amed'ê konsera wan hebû. Bi navê "lawjeyên evîniyê" derketine rê. Konsertek ne gelek mezin bû lê gelek kêfa min pê re hat. Bi hişyariya xwedîderketina stranên klasîk tûrneyek ava kirine. Û di konsertê de jî stranên wa ji me re sitrî. Stranên (bnr: hesen zîrek), (bnr: meryem xan), (bnr: şivan perwer), (bnr: ciwan haco), (bnr:susika simo), (bnr: erdewan zaxoyî), (bnr: mihemed şêxo), (bnr: rêncber ezîz) û hwd. Gotin. Û di navberê de jî behsa van stranên bêhempa ku bi gohdarkirina zarokên xwe re gihîştina asta nemirtiyê kir. Klasîkên kurdî bi şêwazek cûda dîsa hişyar kir. Bi hêvîya xwedîderketina klasîkên me.



13.03.2020 11:52 ~11:52 | rizgarm

17. Min derfeta gohdarkirina zindî jî bi dest xistibû. Niha jî li ser kanala xwe parvekirine ev strana delal. Gelek başe




14.04.2020 02:43 ~08:06 | rizgarm


dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» lawjeya xemgîniye

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî