Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
aqûbeta tirşikê - tirşik
aqûbeta tirşikê
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. aqubeta ku bi berxwedana 10 nivîskaran wê gelek baş bibe ye.

ji bo pêşeroja tirşikê ez bi xwe gelek bihêvî me. ji ber ku hingî diçe kesên li zimanê xwe xwedî derdikevin, di medyaya civakî de kurdî dinivîsîn zêde dibin. û kesên haya wan ji tirşikê hene jî zêde dibin.

lewma ger em bikarin ferhengê di vê tempoyê de bidomînin, piştî mehek din wê baştir bibe. piştî 3 meh din wê baştir jî bibe û piştî salekê wê ferheng bibe ferhengek profesyonel û wê ji xwe re tarzekî biafirine.

rewş ne xerab e lê sebr lazim e .



28.11.2013 20:32 | brusk56

2. Wele heyra, rewşa Tirşikê ji ya "çapemeniya Kurdan a bi Kurdî" ne xeratir e... Heta civan bi zimanê xwe perwede nebin, aşiq nebin, bi hev re henek û laqirdiyan nekin, argoya xwe neafirînin, keç û xort hevûdu bi kurdî neçimirînin, serî daneynin ser balgiyê, Kurdî jî "wek Tirkiya dewletê" bi wan xerîb werê. ew ê ji bela namûsê, ji eybên xelkÊ, bi zorî pÊ binivîsin; baxivin û bixwînin... Bi hêviya qelişandina vî qalikê teng ez di tirşikê de dinivîsim.



28.11.2013 21:44 | mamoste marûf

3. ya ku ez dibînim ji aqûbeta bijwensozlukblogspot û ferhengamed ne dûr e.. divê çi bê kirin nizanim.. lê ji ber ku her heman kes dinivîsin ro bi ro ava tirşikê genî dibe.. û ya xirab yên dinivîsin jî -ez jî tê de- diwestin..

divê çi were kirin baş nizanim.. lê divê kes nemîne ku heyîna ferhengeka bi navê tirşikê pê nehesiyayî.. yanî reklam û danasîn.. ez dibêjim reklam lê reklam ne ew e ku mirov bi pereyan reklama xwe li ser rojname û tv û malperan bike.. her nivîskar li ser platformên ku lê çalak e bikaribe tirşikê bide nasîn û banga nivîskariyê di tirşikê de ji hevalên xwe re bike bawer dikim wê tesîra vê reklamê ji reklamên din bêtir be..

ne ji ber riya an tiştekî din dibêjim, li ser hesabê min ê facebookê nêzikî 800 kes hene.. ji van kesan teqrîben 100-150 kes kurdînivîs e.. di nav van 100-150 kesan de kes nikare îdîa bike û bêje te em ji tirşikê agahdar nekirine.. yeko yeko, yanî bi rya peyamên taybet min bi tefsîlat û dorfirehî ji her yekî re behsa tirşikê kiriye û banga nivîskariye ji bo wan kiriye.. yên ku gotîn zêde wextê min nîne ku ez tê de binivîsim min gotiye nexwe qenebe lînkeka tirşikê li ser hesabê xwe belav bike û ji hevalên xwe yên kurdînivîs doz nivîskariyê bike..

vê taliyê camêrê b navê selîm temo ket ber tor û xefk û dehfa min.. û xwudê jê razî be bi kêfxweşî bi daxwazên min ên tirş û tehl xapiya û hem li ser hesabê xwe yê facebookê û hem jî li ser hesabê xwe yê twitterê behsa tirşikê kir û wesf û pesnên tirşikê vedan.. û bawer dikim çend nivîskarên nû jê peyda bûn..

yanî kulîs û dîplomasî.. reklam û danasîna bi devkî, bi zar û zimaneke şirîn û miz û meyxweş...



28.11.2013 22:02 | endazer

4. aqîbeta girêdayî nivîskaran e, ye.

ji bo ku her roj nivîskarên din werin û malper xwe nû bike li ser twitterê têdikoşim. bi qasê dibînim her zêde nivîskar jî ji twitterê tên.

belkî kes bawer neke lê aniha hema bêje %2-3 ê nivîskaran dinivîse.



ji bo li ser malperekê reklama tirşikê bidim min ceribandinekê kir û jê pirsî ka bûhayê wê çi ye, ji min re gotin ku mehane 4.500 tl ye. ger tenê li ciheke malperê derkeve jî mehane 1.500 tl ye.

hema min xwe kir kir û hêdîka ji wir reviyam *

(bnr: xwe kir kirin)



28.11.2013 23:14 | simurg56

5. aqûbeta ku xuya ye ji bo baş be jê re 4500 lirayê tirkan pêwîst e *



29.11.2013 01:00 | brusk56

6. (bnr: çavê feqîriyê kor be)



29.11.2013 01:11 | ceso

7. xwarin e.

Xweş be nexweş be dê were xwarin, ha eger em behsa ferhenga bi navê tirşikê dikin, ew jî wek her tişta bi kurdî dê marjînal û kêm û bêbandor bimîne.

(bnr: hêvî ji xwedê qut nabe)



26.12.2014 01:36 | dijber

8. aqubeta ku ber bi başiyê ve dihere..

ez her gav dibêjim ne niha, qederekê heta çar - pênç salên dîn, ferhega ha wê bibe jêderk û çavkaniya sereke ya kurdîhezan.

ji bo peydakirina agahî û zanîn û zanyariyan bi tenê malpereke weka tirşikê derman e, yên din bi pirranî statîc in lewma opsiyonel nîn in û nikarin ber bi hemî qadên jiyanê de manevreyê bikin..



05.04.2015 22:44 | ferhenga şikestî

9. aqûbeteke xêrê ye. bila damezrînerên wê her dilşad bin.



05.04.2015 22:47 | serhednişîn

10. ger ev tiştên ku min nivîsandine neyên kirin mixabin dê aqûbeta wê bibe weke ekşisözlükê: moderasyona tirşikê/64148



05.04.2015 23:20 | mergehez

11. piştî ku nivîskarê hêja û delal û xoşewîşt yoda, ji zimanê yodakî derbasî kurmancî bû, ji aqubeta tirşikê hêviyên min bêtir xurt bûn*



06.04.2015 00:08 ~00:24 | ferhenga şikestî

12. Bi awayek stabîl lê bi îstîqrar dimeşe. Dibêjin dostaniya ji 7 salan bibore, ew dostanî heta hetayê didome. Tirşik va kete sala xwe ya 9an. Yanê ji bendavê derbas bûye. Inca jê pê ve xîret û xebat divê.

Her wekî din aqûbeta malperekî popûlerbûna wê û qalîteya wê diyar dike. Ji bo malperek karibe mirovan li dor xwe bicivîne ku malperek weke tirşikê ji bo kurdî rolek girîng dilîze û divê kurdan li xwe bicivîne, divê yan di civakê de populer be, yan jî divê bi qelîteya xwe bala xwîneran bikêşe. Mixabin ji bo me kurdan malperên populer facebook û tiktok in. Ji loma ji bo tirşikê vebijêrka din dimîne ku ew jî biqelîtebûn e. Yanê divê nivîskar hinek ji dema xwe feraxat bike û xwe hinekî bi nivîsên xwe biêşîne, lê hûr bibe û ger nivîsek agahdariyê be lêkolînekê berya nivîsê bike. Hingê wê qelîte an qalîte her çi be wê bi xwe zêde bibe.


Dîsa ji bo selametiya aqûbeta tirşikê, wekî li jor hatine behskirin danasîn û reklam divê. Lê eyan e, reklam bi pereyan çê dibe. Ê rewşa tirşikê jî diyar e. Hêja xelatên tirşikê yên 2021an ne li meydanê ne. Lê ji danasînê re pere navê, xîret divê. Mesela twitter, ji bo kurdînivîsan buye stargehek. Li vê derê tirşik bi awayekî pergalî xebat û danasînekê bike( ev du sale di 1ê gulanê tê kirin) wê feyda wê hebe. Lê ne ku hema tenê çend nivîskar, bêyî organîzasyonekê çawalêhato bikin. Divê bi beşdariya rêveberiyê û bi rêjeyek mezin ya nîvîskaran pêk were. Ji xwe hejmara nivîskarên tirşikê gelek e, lê belê yên aktîf hejmara wan tiliyê destan derbas nake. Ji bo wê jî xîret divê.

Malperekê de têkiliya nifşan ji hev qut bibe kelecan û ezma nivîskaran kêm dibe. Hin kes bi xêra hin kesan dinivîsin.

Axir, li malpereke ji hezarî bêhtir nivîskarên wê yên tomarkirî hebe, di 24 demjimêran de tenê 5 peyam were nivîsîn, ew malper ber bi arşîvbûnê ve dihere.



07.01.2022 00:05 ~00:29 | tîrêj zana 21

13. Wek ku li jor hatîye qalkirin, divê nivîskarên tirşikê serê xwe bi nivîsên xwe biêşînin da ku tirşik ji naverokên tiroviro xilas bibe û bi peyamên ku ji delingên wan qencî,çêbûn,zîzbûn dilop dike bixemile. Lê belê ji bo vê yekê wext divê, derûnîyek aram divê, zanebûn divê, sebr divê û yabo divê û Hey divê...
Nexasim, gava yek ji wan jî dikeve destê min ez yekser têm vir û çi ji tiliyên min bifilite dinivîsim,wek niha...
Lê xwezî xwedîyên tirşikê piçek li ber dilê nivîskarên xwe biçûya û bihata û dilê wan xweş kiriba ku destê xelkê ji vê rûpelê nebûya, tim tirşika me bikelêya.
Belê heyran, doza me yeke:
Kaxelatên tirşikê yên sala 2021?



07.01.2022 01:15 | pîroz

14. (bnr: axrî aqûbet heta devê gorê)



07.01.2022 22:11 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» aqûbeta tirşikê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî