Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ismail beşikçi
peyamên çepikkirî

18079. ji roja ku dest bi nivîsê kiriye û heta aniha tu car paşve gav neavêtiye pêncî sal berê çi gotibe niha jî heman tişt dibêje. nizanim ev pêvajo ye, nizanim ev konjoktur e, nizanim ev polîtika ye, ev quzzulqurt e.. hwd qet gûh nade ew bixwe jî her tim bi lêv dike ''ez rêbaza zanîstiyê bi kar tînim'' di tu gotinê wî de, tu tevgerê wî de, tu kirinên wî de nakokî tune ye. ez pirr diheyirim Xwedê jê re sebr û dilpakî û dirustiya pêxemberan dayiye. di vê gulanê de hatibû pêşangeha pirtûkan ya amedê ez çûm min ew dît û min pirtûkekî wî da imzekirin yaw mariv hîn ewqas diltenik û kubar dibe hew dibe. du roj ji ser sibê heya êvarê ji hezar heb pirtûkê re îmze da avêtin, digel vê temenê xwe dîsa jî qet xwe eciz nekir.. kitabên wî ji aliyê ÎBV ve ji nû ve hatin çapkirin ez ne xelet bim 16 heb çap bibûn 20 heb jî li ber redaksiyon û çapê ne..

di Kurdistana bakur de yekem car di dadgehê de parastina bi zimanê zikmakî ji aliyê Mehdî Zana ve pêk hatiye ew jî ji xêra ismail beşikçi dibe. ismail beşikçi zorê dide û ji wan re dibêje hûn Kurd in û divê hûn xwe bi zimanê xwe biparêzin Mehdî Zana jî gûh dide şîreta wî. nirxandin û analîzên wî rasteqîn in, dem bi dem pêk tên aqubet li ser azadiya Kurdistanê bibe û Xwedê temenekî dirêj jê re bide..



08.06.2013 14:50 | simurg56

102337. rewşenbîrê ku ji aliyê tirşikvanekî xama -gede- ve tê rexnekirin
li gorî min insaneke zane ye. lê nikarim bêjim baş e, qenc e.
werin werin werin tev lo lo! îja ne baş û qenc e he? ezê di aqilê we de bimîzim.
jixwe ji ber ku ne qenc e bi dehan salan di ber rÊya mafê rewa yê kurdan de temenê xwe di zindanên tirkan de pûç kir newlo?

heta îro ku behsa çi kiriye çu sûd negihiştiye kurda. tiştên ku em jixwe dizanin an jî tê zanin bi zimaneke li gorî me rave dike tenê.
ma çi bikira? bi zimanekî li gorî aborjîniyan rave bikira? mesela ji sûdê tu çi fêm dikî? divê çek jî bigirta destên xwe? yan biba astronot, derketa hîvê û ala kurdistanê li ser axa hîvê daçikanda? (bnr: bo konuda ben de sayın beşikçiye çok kırgınım)
heya îroj behsa bindestiya kurdistanê nekiriye her gav behsa cot memikan û quzzê kerê kiriye, bi ya min şaş kiriye ma te 36 pirtûk nivîsandin xwezî te behsa ewqas behsa memikan nekira, hinekî jî behsa kurdistanê bikira.(bnr: insan gerçekten hayret ediyor)

heta îro ji kurda re pêşniyar kiriye ne li cih deye û ji bo kurdistanê jî baş nebûye.
erê heya îroj ji kurdan re pêşniyariyên tewşomewşo kiriye, îja kurd û azadî? na lo! (bnr: hirç û govend)
divê pêşniyariyên wek 'bindestî aramî ye, serdestiya tirkan teqtîrê xwudê ye, divê kurd xulamtiyê qebul bikin' bikira, lê ew çû behsa azadî, serbestî û keseyeta azad û berkeftî kir, (bnr: aşk olsun sana beşikçi)

yanî çi gotiye ku yan jî çi çêkiriye ku kurd gavek pêş de avetine an jî ronî bûne. çi tevlê kiriye ku kurd tiştek xistiye destê xwe.
bajo bavê mino, tu jî bajo! jixwe civata kurdan civateke modern, pêşketî û xwenda ye, her kurdekî/ê di salê de çil-pêncî heb pirtûk dixwînin, feraseta kurdan fireh e dîsa jî gotinên beşikçi têrî ronîbûn û serwextbûna kurdan nekiriye, ma kurd êdî çi bikin amk? birêz beşikçi divê biçûna pêşniyariyên xwe ji papao yenî gineyê re bigota, ne ji me re!

tenê aliyekî rexne nekir û ji ber siyaseta vê aliyê nîvê başûr çû. ji aliyê destketiyê jî başûr çû bîst sal berê.
(bnr: rûbar çardeh salî ye hevalên wî jê re dibêjin einstein)
erê amk jixwe malbata talabaniyan û serkirdeyên ynkyê îxanet nekirin, dibêjin birêz beşîkçî serê xwe girtiye, çarşef li xwe kiriye, çûye kerkukê û bi destê xwe rêveberiya kerkûkê daye artêşa iraqê û loma başûr bîst sal çû berê.
li bakur ji ber rexneyên beşikçî kurdistan ava bû lê ji bela ku beşikçi rexne li başûr nekir başûr wilo bindest ma! (bnr: halamın da taşşağı olaydı amcam olurdu)
kuro temam nezan bin cahal bin lê ehmeq nebin, nexweşiya vê serdemê ehmeqî ye, min heft hêşt pirtûkên beşîkçî xwendine hama bêje ji bakur bêtir rexne li başûr digirtin. ji nezaniya we ez dikim ku xwe bikujim.

kesekî ku mirov hêviya xwe pê girê bidê nîn e. riya wî vekirî bê. xwedê ewî li riya rastê rabigihînî. qenc û baş û bisûd bikî. heke nabê ji me dûr bixê. û riya wî bibirê.
encax mirovên ehmeq ji xelkê hêvî dikin, ez jî pirr, gelek ji gelektîrîn ji xwudê hêvî dikim ku adriana lima û margot robbie sibehê werin cem min û min ji bavê min bixwazin. ger xwudê hêviya min pêk neyne xirab e ne qenc e. bû kakagyan?

wek encam dikarim vê yekê bêjim; birêz beşikçi yekî ne qenc e ger qenc bûya ewî donald trumpî nekira serokê amerikayê, zaten piştî ku beşikçî keştiya xwe bir amerikayê koka reşşikan qelandin.

not: belasebeb bersiv neyê, ezê tîpek jî nexwînim, dema min a vala jî ji xwendina nivîsokên ehmeqan ve cêtir e cağnım. hadê by öptüm



08.06.2013 14:50 | simurg56