Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
li qamişlo - tirşik
li qamişlo
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê straneka baha şêxo ye.. di bernameyekî de dibêje ku ji helbesteka dostê xwe ferhad icmo çêkiriye ev stran.. vê taliyê ji aliyê çend kom û kolos û koloniyên amator yên ji bakurê kurdistanê ve jî hatiye stirandin lê tu versiyon nabe û nagihe ber deriyê dengê zelal û belûr yê baha şêxo..

di helbest û stranê de behs ji dilberekî ku di ber destê nojdarekî de birîndar e tê kirin.. ev dîlber qamişlo, amed, hewlêr û mahabad e yanî kurdistan e..

hem bi newa û meqamê xwe û hem bi gotinên xwe yên têr û tije straneka nestêle û nuwaze ye..

eger rojekî kurdistan ava bibe ez ê hemû stranbêjên ji bakurê kurdistanê bişînim ber destê sranbêjên ji rojavayê kurdistanê, bila bielimin bilêvkirina rast û resen ya kurmanciya gewr!

stran wekê din bi navê ji mir gotin an bi navê xwe ya rastîtirîn ji min re gotin jî tê nasîn û zanîn..



25.11.2013 03:57 | endazer

2. gotinên stranê:



ji mir gotin

dîlbera te li qamişlo mest û gêj e

li ser êşa vê dîlberê

yek şîretê kes nabêje



gotin bûk e, lê biçûk e

çîroka wê pir dirêj e

destê nojdar brîndar e

bin nenûka tev qirej e



ji mir gotin li amedê

dîlbera te pir dinale

di çavê min ji hêsra re

şev û rojê sor peyal e



ev bû sed sal di vê xewnê

li pêş çava hîn xeyalê

sal buhurîn li hêviya wê

serê îro gewr û kal e



ji mir gotin li mehabad

dîlbera te wa bêdeng e

di zindana kul û êşa

xemla bejnê tarî reng e



heger wilo jahr bimîne

cihê wêna gora teng e

min got bes e vê nebêjin

hîn ji mêjde şox û şeng e



ji mir gotin li hewlerê

dîlbera te perîşan e

ji ber êşa perçebûnê

di xemlê de dil kovan e



li nav cîhan hîn nenas e

bêsînor û bênîşan e

min got rast e, lê bi ala

xwedî tac û parleman e



ev bû sed sal ez dinalim

ji ber êşa çar dîlbera

birînen wan derman bikin

bi rondikên gulîsera



agirê sar ez ê dadim

wek ronak û find û cira

ta ku ew bax bixemile

li şûnwarê kelemperê



baha şêxo -1 :



baha şêxo -2 :



baha şêxo -3 :



Halil & Ömer :



Bülent Yıldız :



Koma Zelal :





yên heta niha bi ber guhê min ketîn an bi qewlê behdîniyan guhlêbûyîm ev in.. hûn bi ya min bikin hêj raperînkê zimanê xwe li vê stranê jî negerandî têra dilê xwe guhdarî bikin û jê bitamijin..



25.11.2013 04:08 | endazer

3. di nav paytextÊn kurdistanÊ de ya ku klama wÊ herÎ xweş qamişlo ye.

hetta bi wÊ klamÊ qamişlo tevane bejna xwe bi paytextÊn dinÊ dinyayÊ direj bike.

çi kemasiya xwe heye li li beyruta feyrÛz.



25.11.2013 16:10 | şoreşa penûsa kurdî

4. strana ku min cara yekem ji "xelîl" bihîstiye ye . kerem kin ji wî jî guhdarî bikin gelek xweş distrîne





26.11.2013 20:11 | brusk56

5. strana kû koma zelal en ya xweş bi kar anîye.



lê mixabin weke kû peyvên stranê xelet dixwîne ev kom. belkî jî li gora herêma xwe * dixwînin.



07.09.2015 17:43 | parêzerê nîvçe

6. Strana ku di youtube de ji aliyê nêzikî 9 milyon û nîv kesî ve hatiye guhdar kirin e. Bi rastî dema min ev hijmar dît ez ecêp mam. Straneka Kurdî ku ji aliyê ew qas kesan ve werê guhdar kirin serkeftinek başe . Ez ne xelet bim ev hijmar ji bo straneka Kurdî yekem car e. Eger hin bizanin ka ji bilî vê stranê gelo stran hene ku bêhtir hatî guhdar kirin dikarin me agahdar bikin...



01.04.2016 22:03 | nan û av


8. strana ku min mehek berê dema gohdarkir teqîniyek întiharê pêk hatibû

niha ezê dîsa gohdarbikim wê deng ji qamişlo were edî ji min bawer bikin



11.03.2018 15:43 | telebê hz mêdî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qamişloka xwînê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî