Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
goştê berazan - tirşik
goştê berazan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarina goştê berazan bi emrê xwede hatiye qedexekirin lê hetta naha alimên me yen beredayî ne karîne bibêjin ji ber vê yekê xwedê ev goştê necis qedexe kirîye. (bnr: heywanên gûyê xwe dixwin)



23.11.2013 10:34 | karmatî

2. ji bo misilmanan goştê berazan heram e. ayeta qedexekirinê ev e : "bêguman xwedê teala bes goştê heywanên mirarbûyî, xwînê, goştê beraz û qurbana ku ne li ser navê xwedê hatibe şerjêkirin, li we heram kiriye. lê kî ji mecbûrî, ne bi niyeta heramxwarinê û ne zêdeyî hewcedariya XWE BiXWE, GUNEH LI SER TUNE YE. bêguman xwedA GUNEHJÊBIR E, DILOVÎNE." (SUREYA BAQARA, 173)



23.11.2013 10:45 | ceso

3. tişta balkêş,dema pêxember mihemmed (a.s.v) sax û dema ew ayet nezil bûyî ,li nav çanda ereban de xwarina goştê berezan tunebû.ji xwe tû kesî goşte berazan ne dixwar.



23.11.2013 10:56 | karmatî

4. goştê ku bibe dermanê mirinê jî bi hemdê xwe nikarim bixwim.. lê li Tirkiyê ne şaş bim 60-70 çewlÎkên xweyîkirina berazan hene.. û ev goştê berazan jî bi qasê ku dizanim tev di bazara tirkiyê tê firotin.. pirtûkeka emine şenlikoğluyê li ser vê meseleyê hebû.. yeko yeko çeteleya çewlîkên berazan digirtt û qeyd dikir..



23.11.2013 19:34 | endazer


6. li gor gotinan bîfteka wan zêde bi çêj e.



26.12.2013 15:59 | hemdilaarda

7. di nav englîsh breakfeast de an taştêya îngîlîzan de min xwar tamê xwe xweş e, hinek tirş e lê ne pir. taştê bi goştê berazan ku qelandî, kivkarikên qevrandî (qelandî), fasûlî, hêk, frengî û nanê qelandî..hwd ve tê xwarin ku xwarinek giran e ku bo rojekê mirov karê bi vê taşteyê ser piyan bisekine..ji goştê mirişkan baştir e..



31.03.2014 22:05 | havka

8. goştê ku ji bo hemû misilman re ji aliye xwedê ve hatiye qedexekirin e.Wek (bnr: karmatî) gotî dema ayetên ji bo qedexekirina xwarina vî goşti nezilbûyi di nav çand û sifra erebande ji xwe ev goşt ne dihat xwarin.Li gorî hin zanyara hin qureyşiyên dewlemend ji bo bazirganiyê, dema diçun şamê ev goşt dixwaran û pesna wî li mekkê didan û digotin encax mirovên dewlemend dikarin evî goştê hene bixwin.ser goştê berezan zirtên xwe didan û xwe mezin dikiran.yanî ez dikarim bibêjim 2 sedemên vî goştî heye ya yekem ji xwe aliyê tenduristiyê ve ne başe ya duyem ji jî ber ku mezinatî ya xwedê ye kes nikare ji bo ne'metek ji aliyê xwedê ve hati afirandin xwe mezin bihesibîne û xwe qurre bike.



01.04.2014 17:02 | birazî

9. goştê ku şnîtzela wî zehv xweş e. ên ku biçin wienê ji wan re restauranta Figlmüller (ku qerebalix be divê hûn hinek rêzê de bisekinin) a ku şnîtzelên wê pir xweş û bi tam in, pêşniyaz dikim. pê re seleteyê kartolan û ava tirîyê* jî xweş diçe. *



07.10.2018 23:14 | xelîl

10. goştê ku cara yekem li Ermenîstanê xwarî, kêfa min jê re nayê, nizanim, tehma wî gelekî bidohn tê.



11.10.2018 20:40 | gulêê

11. Goştê jiber ku xwedayê dilovan û ilimzan zanibûye wê pêxemberê me nexwe û jixwe bi berdesta nakebe bidest kebe jî teqez wê nexwara.. û jiber ezê jî nexwim herame yanî bizirare

Not: çima ez? jiber xwedê nûra xwe bi destê min dide temamkirin jiber wî ez zanim bi serê weda neçû jiber hun bi xeybê nizanin bixwe ez ji wera nabêjim xwedê bizxwaze ji kî re bibêje(bide dîtin) dibêje...



11.10.2018 21:12 | telebê hz mêdî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» goştê berxan

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî