Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bazîd
peyamên çepikkirî

23008. NAVÇEYA BAJARê agirÎyÊ ya başÛrÊ KÛRDistanÊ ye.ez yek carek bitenÊ çÛme bazÎdê. heta ku min kifta wi yÊ ebdÎgorÊ Û qazıxa aşxanevanÊ(lokantacı) wÎ nexwaribÛ ez bibÛm aşıqÊ wÎ bi tevÊ xweza wÎ, çîyayÊ ararata wÎ Û tirba ehmedÊ xanÊ wî. kiftÊ ebdÎgorÊ wiha tÊ çÊkirin:

goştÊn sor Û pÎvaz bi keviran baş tÊ perçiqandin Û paşe li hev tÊ gilokkirin Û tÊ avÊtina nav ava kel. ev giloka goştÊ di nav avÊ de kÛ hate xaşandin derdixin Û datînin nav girarÊ(pilav). behskirina wÎ xweşe lÊ mixabin xwarina wÎ wisa nîne. kû hÛn çûn bi wanderan da nebÎ nebÎ win bixwin. divÊ kÛ hÛN ji vÎ aşxanÊ rabÛN jÎ winÊ serÊ mirovÊ jÎ 30 tl biqirmiçÎnin. encam:

herin bazÎdÊ lÊ kiftÊ ebdigorÊ nexwin



09.06.2013 13:56 | simurg56

52910. navçeya dema ku cara yekem min dît, bûyereke balkêş anî serê min e. divê ez ji we re jî bêjim ku piçek bikanin.



weke deh salan berê, bawer dikim ku ez hê di lîsê de bûm, di betlaneya havînê de ez çûm bazîdê. armanca min, him dîtina bazîdê, him jî dîtina qesra isheq paşa bû. bi rastî cil û bergêm ku min xwe kiribû, ne weke yên nîştecîhên bazîdê bûn. ez bi şort, tîşort, sewqe û kameraya di destê xwe de weke turîstan dixuyam. ez û meta min a mamoste, em bi tev, pêşiyê qesra îsheq paşayê geriyan, paşê jî vegeriyan bazîdê. dema ku em di rê de dimeşiyan, dengek hate guhê min, min dît ku zarokeke boyaxker û weke 10-12 salî, weke 50 metre dûr ve, bang ji min dike û dibêje "hello turist". deme ku min bala xwe da wî zarokî, ji min re got " i fuck you", ango ez te nim. ez weke 10 çirkan şaş û metel mam. dûv re min hişê xwe anî li serê xwe û min jî, ji wî re got " ezê devê bavê te nim". vê carê jî zarok şaş û metel ma û got ev turîst kurdî çawa dizane*



08.06.2013 00:32 | simurg56