1. dayik, di dinê de bûyîna herî rêzdar û berketî ye. çavkanîya jiyanê û hejkirinê ye. |
|
20.11.2013 04:53 |
saladin
![]() |
2. (bnr: dayika kurd) |
|
20.11.2013 04:53 |
saladin
![]() |
3. Pirtûkêk Dostovyeskiyî ku nav "Merivên Reben" heye, jî aliyê wergervan Hesênê Meteyî hatiyê wergerandin..gelek deran de dayik wek dako hatiye nivîsandin... |
|
02.03.2014 20:38 |
havka
![]() |
4. Kezeb , dil , rih û giyan. Ku heftakê wê nebînim dibêjim qey ez ê ji bêrîkirinê bimrim * |
|
16.08.2016 13:40 |
biaqila malê
![]() |
5. stargeha mirov e. di dinyayê de tekane kes e ku bêyî li benda tiştek be ji mirov hez dike, meraq dike û hêviya xwe girê dide. ew kes e ku tesîr li ser hebûn, şexsiyet û hişmendiya mirov dike. du roj paşê roja dayîkan e. |
|
10.05.2019 17:07 ~17:08 |
roza
![]() |
6. Stranek şivan perwer e. Nexasim muzîka wê gelek bi profesyonelî û delal hatiye amade kirin. Destê dilşad seîd sax be. Gorî nêrîna min axaftinên di nava stranê de derbas dibe tuneba baştir dibû. |
|
06.03.2021 20:57 |
rizgarm
![]() |
7. Kesa ku ji merev bêtir dixwaze em bizewicin. |
|
02.12.2022 07:35 |
xabûrî
![]() |
8. Kesa ku meriva bê şert û merc hez dike. |
|
02.12.2022 12:10 |
bûtîmar
![]() |
9. Da , dayik ango bi peyva dayîn ve hevwate ye. Ji ber ku em daye. Xwe-da/dê jî tê wateya diya xwe an jî xwe da(ango afirand). Ji ber vê yekê dayik pîroz e. |
|
02.12.2022 23:50 |
bakur.nekure1
![]() |
10. peyva ku ti pêwendîya wê bi lêkera danê tune ye. Ji proto-hindûewropî *dhē(i)- tê ku wateya wê jî miştin e. hevreha dêl, dayên û dotinê ye. |
|
03.12.2022 00:43 ~00:51 |
keyomerd
![]() |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
turkcealtyazi.org [1] |