Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
dayik - tirşik
dayik
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. dayik, di dinê de bûyîna herî rêzdar û berketî ye. çavkanîya jiyanê û hejkirinê ye.

dayik, ronîya ku mirov di rojên xwe yê herî tarî de dibînê û dijwara tekoşînê di xwe de dibînê.

dayik, her tişt e.



20.11.2013 04:53 | saladin

2. (bnr: dayika kurd)



20.11.2013 04:53 | saladin

3. Pirtûkêk Dostovyeskiyî ku nav "Merivên Reben" heye, jî aliyê wergervan Hesênê Meteyî hatiyê wergerandin..gelek deran de dayik wek dako hatiye nivîsandin...



Ma ne gunêhkarî ye ku merîv van tiştên ha bifikirin, dako! rûpel 75

Ev jiyana me herduyan ji ecebekî xwêş e , ne wusa dako? rûpel 78

Li ser min, bila tiştekî xirab neyêta hişê we, dako. rûpel 87

Dilê min tijî ku û kovan e, dako. rûpel 112



Stêrk, dakoka keça Mamoste Sinan û Ayselê ye. Di bin rûpoşa eziyetên dakokên ku li zarokên ku dakokiyên wan dikin de pirsgirêkeke civakî ji xwe re kiriye mijar...(hamid omeri)



Dakok, di dewsa dadokê de hatiye bikaranîn. Hem ji bo 'dadı' ya tirkî hem jî bo 'annecik' ya ku 'anneciğine gel' de derbas dibe dihat bikaranîn..



02.03.2014 20:38 | havka

4. Kezeb , dil , rih û giyan. Ku heftakê wê nebînim dibêjim qey ez ê ji bêrîkirinê bimrim *



16.08.2016 13:40 | biaqila malê

5. stargeha mirov e. di dinyayê de tekane kes e ku bêyî li benda tiştek be ji mirov hez dike, meraq dike û hêviya xwe girê dide. ew kes e ku tesîr li ser hebûn, şexsiyet û hişmendiya mirov dike. du roj paşê roja dayîkan e.
(bnr: roja dayikan)



10.05.2019 17:07 ~17:08 | roza

6. Stranek şivan perwer e. Nexasim muzîka wê gelek bi profesyonelî û delal hatiye amade kirin. Destê dilşad seîd sax be. Gorî nêrîna min axaftinên di nava stranê de derbas dibe tuneba baştir dibû.





06.03.2021 20:57 | rizgarm

7. Kesa ku ji merev bêtir dixwaze em bizewicin.



02.12.2022 07:35 | xabûrî

8. Kesa ku meriva bê şert û merc hez dike.



02.12.2022 12:10 | bûtîmar

9. Da , dayik ango bi peyva dayîn ve hevwate ye. Ji ber ku em daye. Xwe-da/dê jî tê wateya diya xwe an jî xwe da(ango afirand). Ji ber vê yekê dayik pîroz e.



02.12.2022 23:50 | bakur.nekure1

10. peyva ku ti pêwendîya wê bi lêkera danê tune ye. Ji proto-hindûewropî *dhē(i)- tê ku wateya wê jî miştin e. hevreha dêl, dayên û dotinê ye.

xwedê jî ji xwe û tawê pêk hatîye, taw hêz û şîyan e, di soranîyê de wek twanînê maye di kurmancîyê de jî wateya wê guherîye û bûye tav.



03.12.2022 00:43 ~00:51 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dayik

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî