Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
îdir - tirşik
îdir
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarê kurdistanê ye , ev bajara çalêda deyşteka mezina duzda dirêj dibe..nîve çîyayê gelîdax(çîyayê ağirî) aliye îdirê ye... deriye sînore nexçîvan û Ermenîstanê li îdirê ye.



19.11.2013 00:53 | sîyabend

2. Li ber palê çîyayê agirî ye. navenda deşta wê de çema erez diherike. axa wê pir biadane û hewayê wê pir xweşe. zebeşa amedê, sêva amasyayê, zerdeleya Meletî, pemûya edenê û gellek tiştên nayên bîra min hêşîn dibe.



29.11.2013 16:02 | nazim tolhildan

3. bajareke tê de du celeb gel dijîn, kurd û Azerî. Kurd bi piranî ray a xwe didine bdp ê. azerî jî bi piranî didine MHP ê.



ev çend rojên derbasbûyî de li îdirê bûyereke wiha çêbû: 2 heb parsek(dilenci) hatin qehwexanê û pere xwestin. yek ji wan kurd bû, a din jî azerî bû.

xelkê li qehwexanê a kurd pirsî: em 10 tl bine te tu yê ray a xwe bidî akp ê?

parsek a kurd bersiv da: hûn 2 tl jî bidin erê ez ê ray a xwe bidim akp ê.

paşê a azerî pirsin: em 10 tl bine te tu yê ray a xwe bidî akp ê?

parsek a azerî bersiv da: hûn 100 tl jî bidin ez ray a xwe nafiroşim. ez ê bidim MHP ê.



wey li mino!!! parsek a wan jî ji ya me çêtir e...



10.12.2013 10:05 | nazim tolhildan

4. bajareke balkêş e. di alîyê siyasetê de pir tevlihev e. süleyman demirel hevpeyîvîneke xwe de ji bo îdirê gotibû kesê ku dixwaze siyasetê hin bibe, bila bi sêrîde biçe îdirê û li wir siyasetê bike. li gorî min dbp di kurdîstanê ray a kurda ya herî zêde li îdirê distîne. ji ber ku, nîvê gelheya îdirê azerî ye. bdp di nav raya kurda ya %50 de, %40 distîne. ger gelheya îdiRê, wek amedê an jî şirnexê %100 kurd bûya, wê deme yê %80 bistanda.



03.03.2014 11:32 | nazim tolhildan

5. li gorî lobiya denga dibêjin şaredariya bajêr ketiye di destê bdp de..

xwudê xêr bike û xêr binivîse, niha dîsa filfil ketiye di qûna cemÎl çîçek de dîsa.. *



30.03.2014 21:58 | endazer

6. bi nûçe tvyê hatiye gotin ku bi bdpê hatiye standin lê li tu dereke din vî awayî nehatiye gotin.



30.03.2014 22:03 | azadixwaz

7. bajarê li aliyê imcê ve weke bdp li pêş hatî nîşan dayî ye.



30.03.2014 22:36 | azadixwaz

8. bajarê ku di tê de rêjeya kurdan %50 ye û xuyaye ku hemû kurdan raya xwe daye bdpê. di kurdistanê de bajareke wisa hemû raya xwe dide bdpê tune ye. bi vî awayî ez pir kêfxweşim ku îdirî me*

bdp:18.120

mhp:17.300

akp:4.420



30.03.2014 23:03 | nazim tolhildan

9. bila xeyîdîn çênabe lê, mixabin, îdir kerxane ya bazîdê ye. hin bazîdî yan ji bo frotina cixare ya qaçax an jî ji bo muşterîbûna gewadan diçê vê bajarê.



edit: di peyama min de tu peyvek ya li ser "kurdên îdirê" re, tune ye.



31.03.2014 13:12 | ervah.azad

10. bajarê herî xweş û rengîn a bakûrê serhedê ye. di hilbijartina giştî de li hember mhp'ê 2-0 pêk çûye û rekora xwe a deng standinê dîsa şkandiye. kesekî bawer nedikir ku emê 2-0 bikin. lê bi namzetên xwe û xebatên xwe yên hilbijartinê ve du qatî pervîn buldanê dengê xwe zêde kir.



10.06.2015 10:14 | nazim tolhildan

11. (bnr: idir)



08.08.2015 01:13 | mergehez

12. bajarê ku îro, ji ber ku tev li çalakiyên mertalên zindî bûne, hevserokê şarederiya bajêr, hevserokê meclîsa giştîya bajêr, hevserokên şarederiyên navçeyên bajêr û gelek rêveberên hadp'ê û dbp'ê hatine binçav kirin.



09.10.2015 15:57 | nazim tolhildan

13. Sêv û mişmişên wê gelekî xweş in. Jê rê dibêjin îdira hêşîn.



27.09.2017 16:10 | robar cilo

14. bajarê ku bere bere bûye navenda kurdbûnê li rex bazîda xanî.



27.09.2017 21:09 | serhednişîn

15. azerî û kurmanc lê dijîn



27.09.2017 21:46 | çarçoveya bextewariyê

16. 31.03.2019 hilbijartina herêmî ya tirkiyê ku pêk hatine de , hemberê partîyên tirkan yên ku piştgirî dane mhp a ku faşîste , reyek bilind hildaye ye.

Li gor min her wekî îdir , Ameda kurda duyemin e.



05.04.2019 12:35 | brzn

17. di 31.03.2019 hilbijartina herêmî ya tirkiyê de, bi qersê re, serkeftina herî xweş bû ji bo kurdan. di vê hilbijartinê de, hemû partiyên sîstemê bûn yek li dijî kurdan. lê dîsa jî bi ser neketin. him jî vî bajarî xistin rojeva tirkiyê jî û kirin meseleya tirkiyê. lê dîsa jî nebû.

li îdirê bi qasê %55 kurd hene û hdpê %50,1 stand. serkeftinek pir mezin e. her bijî îdir.

iyi partiyê, diyar kiribû ku wê li vî bajarî namzet dernexin da ku bajar nekeve destê hdpê. li gel vê yekê hdpê jî gotibû ku ev partî li ku derê namet derxe, wê hdp jî derxe.

di dawiyê de, hdp îdirê stand. lê iyi pariyê li balikesirê wenda kir. him jî bi 10.57 dengan. hdpê jî li vî bajarî 10.195 stand. belkî iyip vê bênamûsîyê nekira, belkî kurdan deng bida namzetê wan û wan jî vî bajarê mezin bi dest bixista.
oxweş!



05.04.2019 21:35 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» îdir

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî