1. Niha ez ji bo endazer û elegez û tivirloismail diqilqilim û biendîşe me. Ditirsim ku ji hêla jîtemê ve hatibin revandin* ji raya giştî re aşkera dikim. |
|
19.11.2013 00:42 |
ceso
|
2. nivîskarên ku dibê ku ne ji aliyê jîtemê hatibin revandin lê jîtemcî bi xwe bin. dibê ku hatin ku bibînin ka çalakîyên terorîstî hene an na. gava ku dîtin ku em kêrî tiştekî nayên çûn. * ( bi xwudê bê "ku" ez nikarîm hevokekî pêk bînim lawo) |
|
19.11.2013 02:56 |
saladin
|
3. nivîskarên ku ji xeynî nivîskariyê divê barê kum û kufletê dinyayê jî bikişînin in.. |
|
19.11.2013 20:34 |
endazer
|
4. nivîskarên ku li gor gotegot û fesadiyan ji hêla jîtemê ve vê êvarê li derdora saet 20:30 hatine berdan* |
|
19.11.2013 21:41 |
ceso
|
5. rewşa ji ber karûbarên rojane ye. heftiyê carekê be jî vegerin û çend rêzikan binivîsin, yanî xwe nedin ji bîrkirin dîsa jî baş e. wê demê mesele tê fêmkirin, lê dema kesek demek dirêj nenivîse, ev tê wateya jibîrkirinê. mixabin. |
|
20.11.2013 20:35 |
simurg56
|
6. (bnr: ger vegerin ê me ne, ku venegerin qet nebune yên me) |
|
28.01.2014 00:10 |
azadixwaz
|
7. tişteke seyr e. kesên ku me digot çi jî bibe evana terka tirşikê nakin, ew jî çûn. tirşik bûye çol. |
|
30.07.2014 00:26 |
ceso
|
8. (bnr: wê vegerin) |
|
31.07.2014 09:45 |
brusk56
|
9. tişteke normal e.. ji ber ku hejmara nivîskarên di tirşikê de bi berdewamî dinivîsin kêm in, dema yek jê destê xwe ji tirşikandinê bişû cihê wî/wê zû kifş dibe/dimîne.. mixabin em çi qas li ber xwe bdin û kampanyayan çêkin jî hejmara nivîskaran ji cihê xwe naqeliqe.. |
|
09.09.2014 01:01 |
endazer
|
10. derbasdar e. car heye wenda dibin car heye vedigerin. ev tiştekî normal e. a giring ew e ku, tirşikê di mejiyê wan de cî girtiye û demekê bi awayekê derdikeve holê. |
|
10.09.2014 00:03 |
brusk56
|
11. (bnr: belkî wisa xêrtir be) |
|
10.09.2014 01:02 |
azadixwaz
|
12. li gorî min, ne ji ber ji tirşikê sarbûnê ye. dibe ku ji ber kar û baran, jiyana civakî, rewşa derûnî û hwd diqewime. carinan mirov dixwaze binivîse lê ji ber zêdebûna kar û baran dem nabîne ku binivîse. heta ji bo min gelek caran dem nabînim ku bixwînim jî. carinan jî halet-î ruhiye ya mirov rê nade ku mirov binivîse. an jî carinan di jiyana mirov de guhêriyên girîng wek "zewac, koç kirin, dest bi kar kirin, dest bi çûyina zaningehê kirin, gûhêrîna bajêr û hwd." peyda dibin û ji ber vê yekê mirov nikare binivîse. |
|
11.09.2014 10:01 |
nazim tolhildan
|
13. tivirloismail, terkexem, gulgenim, ciwan, zero, înano lo, saladin, kevçiyê dil, gulan, derqami, dijber,elegez, remlavêj, hola êzida û helbet gula civata tirşikê shorbevan ;) |
|
24.12.2019 23:56 |
endazer
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |