Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
telefonên biaqil - tirşik
telefonên biaqil
(2) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. cîhazên navbera komputer û telefonên kevin in.

serî de telefon in, ji ber ku dikevin bêrikan û kêrî axaftina bi operatorên gsm tê, lê li ber vê fonksiyona xwe, di nav xwe de sîstemeka rêvebiriyê dihewînin û li ser vê sîstemê her cûre bername, lîstok, sepan dikarin werin sazkirin. ango mirov dikarê piştî kirîna telefonê, taybetiyên nû li telefonê zêde bike.

gelemperî taybetiyên di van telefonên biaqil de hene; kamera, bluetooth, înternet, gps, sensorên tevgerê û hwd. in



11.06.2013 14:02 | simurg56

2. WEY BAVO NEXWE TELEFONÊN BÊAQIL Û KÊMAQIL JÎ HENE? ÇI NAVEK NEXWEŞ E ji bo peyva smartphoneê ev.. mixabin hê jî dema em peyvên nû distînin kurmnacî bêyî ku em li derûdorê binêrin û ji cîranên xwe bipirsin û bişêwirin hema rasterê em ji tirkî werdigerînin kurdî û kurmancî û wekê milkê ji heft bapîrên me mayî xwe lê şirîn dikin.. wek meseleya navê endazyar û endazyariya mekanÎkê.. mîratê tu li kÎjan malperê dinêrî endazyariya makÎneyê dinivîsin.. ji bo xwudê makîne çi ye laww? ma tirkan kerîtiyek kiribin em mecbûr in wê kerrîtiyê kopy bikin û di zimanê xwe de dubare bikin hee.. neyse ka navekî din bêjin xêra xwe ev navê telefonên biaqil bi serê min neket bi xwudê heta yeka din bê çêkirin ez bi xwe yê smartfonê bikar bînim..



11.09.2013 13:37 | endazer

3. Tlfn, tv, radyo, rojname, compitur, konsola lîstikan, muzîkplayer, lênûsk, pirtûk, pênûs hwd a min e. Hew ji min re tirshikê çênake, înshalleh di wersiyonên nuh de ewê jî hebe.



11.09.2013 14:34 | hemdilaarda

4. axil li serê meriv de nahêlin



11.09.2013 20:41 | newenda

5. telefonên ku dikarin mirov hêsîr bigrin û wî ji jiyanê biqetînin. Li Amedê gava hun li "kuça hunerê" (sanat sokagi) bigerin hunê bibînin ku ji gellek kes li cem hev runiştîne lê ji ber telefonên biaqil tu kes bi kesî re napeyive. kînga telefonên wan yên biaqil destûrê bide, wê çaxê dikarin li derdora xwe binêrin



12.09.2013 15:28 | tavgezokî

6. telefonên ku ji hinek aliyan ve ber telefonên kevin de kêm dimînin.

weke mînak dema ev telefon girtî bin, alarma wan lê nade!

ji bo çareseriya vê problemê, mirov dikare telefonê bibe ser "moda balafirê" lê wê telefon dîsa jî hinekî şarj bixwe.



05.12.2013 20:38 | simurg56

7. (bnr: telefonên gêj)



18.01.2014 01:08 | ceso

8. ji bo gelek kesan ne hewce ye lê mixabin feqîr dewlemend herkes dikirin.

bi milyonan kes tenê ji bo axaftinê, fotograf kişandinê û whatsappê bi kar tînin. ji bo van tiştan jî eslê xwe de telefonek 400-500 milyon bes û zêde ye jî.



05.06.2014 23:11 | simurg56

9. ji bo min nÎşana mezintirîn ya feqîrî Û dinyanedîtîbûnê ye..

li cizîrê heta boyaxcÎ û datlîcî jî di berÎka xwe de telefonên biaqil digerînin..

li amedê bi piranî xwendekarên ku dil nahêlin sê dan xwarin bixwin û memûr û mamsoteyên ku tu nanekî li wan bikî sedeqe tu wê bêyî pirs û hesab herî cinnetê, di berîka xwe de digerînin, ez dibêjim berîk lê ya rastî zû bi zû nayêxin di berîka xwe de, an di destê wan de ye, an jî dema rûdinin berî ku qÛna xwe deynin ser kursî, telefonên xwe yên têraqil datînin ser mase.. bê lome be, neyê serê tu kesî! *



05.06.2014 23:20 | endazer

10. Telefona ku he ez nebûme xwediyê wan e.. Telefoneka min a kirxep hEYE Û ÎŞÊ MIN DIBÎNÊ.. mESELE ÎNTERNET BÊ BI XWEDÊ EZ BI XWE JI ÎNTERNETÊ ACIZ BÛME Û EZ NAXWAZIN XWE NÊZÎKÎ WÊ JÎ BIKIM.. GER EZ TELEFONEKA BIAQIL BIKIRIM EZ BAWERIM WÊ BÊHTIR DEMÊ MIN BISTÎNÊ.. tELEFONA MIN A NAHA KÊMAQIL E LÊ BI XWEDÊ EZ Û WÊ LI HEV IN Û EV E 6 SAL E BÊYÎ KU ARIZEYEKÊ BIDÊ DIŞIXÛLÊ..



05.06.2014 23:27 | nan û av

11. tişta ku xel êdî çi pere destê wan de hebe ji bo wê xerc dike. yaw temam ên dewlemend bin ji xwe perê wan pir in nizanin wê çi jê bikin lê çi li ên feqîr hatiye. feqîro bi mehanî 800 lirayan dixebite lê telefonê dinêrî tu dibêjî qey xwediyê şîrketek e.

me tiştek ew qas pêwîst e ? ji bo gelek kesan na. gelek kes hene ku ji xwe çi taybetiyên van telefonan heye nizanin jî lê dîsa jî distînin.

xêra wan şîrketên telefonan û şîrketên operatoran bi qasê dewletan pere kar dikin ..



31.10.2014 00:14 | brusk56

12. belayek din e li serê feqîran. tiştek xweş e lê divê neyê fîşalkirin. di van telefonan de 2 tiştên xweş/lazim hene:

1- kamera

2- înternet



ji bilî van, hema bêje hemû taybetiyên din beredayî ne. telefonek biaqil ku van taybetiyan dihewîne, bi 500-600 tlyan bi hêsanî dikare were standin. pereyê ji vê zêdetir, ji bo kesek ku ne dewlemend e, zêde ye.



min bixwe berî 3 salan telefonak 650 tl kirîbû (samsung galaxy ace), ev sê sal in ku bi kar tînim. taybetiyên wê zêde ne baş in lê her du fonksiyonên li jor kêm-zêde tîne cih. ger kesek wek min zêde di nav înternetê û komputerê de ye jî bikare îdare bike, xwe bi rastî jî %90ê pereyê ku xelk didin van telefonan, beredayî ye.



31.10.2014 20:06 | simurg56

13. telefonê ku aqılên wa henin û ji pire mîrovan aqiltirin



14.11.2014 12:16 | gokerr

14. Telefonên samsungê yên wek:

(bnr: s1)

(bnr: s2)

(bnr: s3)

(bnr: s4)

(bnr: s5)

(bnr: note 1)

(bnr: note 2)

(bnr: note 3)

(bnr: note 4)

(bnr: galaxy alpha)



Telefonên iphoneê yên wek:

(bnr: iphone 1)

(bnr: iphone 2)

(bnr: iphone 3)

(bnr: iphone 4)

(bnr: iphone 5)

(bnr: iphone 6)



14.11.2014 20:00 | xendekî

15. telefonên ku teybetmendiyên wan têra xwe hene û ne ewqasî bela serê mirov e. dema mirov li peyamên ku li binê vê mijarê de hetine nivîsîn, bixwîne wê bibêje qey ev telefon ji tiştekî re nabê û dijminê mirovahiyê ye. lê ne wisa ye. bi van telefonan hema bêje mere dikare her tiştî bike. heta mere dikare ji van telefonan kod binivîse, bernameyan çêkin(bnr: cppdroid). bi kamerayan mere dikare wêneyên xweş bikişîne da ku di pêşerojê de lê binêre û kelogirî bibe. Ger telefonên biaqil nebûya ev îmkanê heba gelo me yê hertim wênekêş bi xwe re bigeranda? înternet û înternet nî'meta xwedê.. em bêjin karekî te heye û divê tu ecele wê bikî. tenê divê tu ji telefona xwe têkevî înternetê û wî karî bikî. jiyanê evqasî hêsantir dike yanî.. tew ez hîç nakevim mijara 'ji telefonê têketina tirşik.net'ê' ev kerametek e* bi saya van telefonan êdî hewce nake mirov hertim bi xwe re lênûsekê bigerîne, ev şûna lênûskê jî digire.. hê taybetmendiyên wê yÊn girîng hene lê dirêj nekim..

başiyên wê hene lê ez nabêjim nebaşiyên wê tune ne. elbet hene lê ne bi qasî başiyên wê ne. mesela bnr: tim û tim bi telefonê mijûl bun. ev pir zêde dema mirov dibe. carinan mirovan gêj dike hişê wan dibe, wan dînomîno dike felan. lÊ ger mirov bikaribe xwe û bikaranÎna wan ji hedê wan derbas neke. telefonên biaqil diyariyeke ji bo mirovahiyê..



hinek kes hene telefoneke 2 hezar lîreyî dikirin û tenê ji bo çend caran kameraya wê bi kar bînin, ji sibehî heta êvarî ji whatsappê peyaman biavêjin, bi kar tînin. di telefona wan de tenê du sê bername hene: whatsapp(û yên wek wê), facebook, candy camera(retrica filan). ger ji şûna 2 milyarÎ bide van telefonan herin telefoneke 500-600 milyonî bikire dikare heman tiştan bikin. Lê çi ye? Telefona biha, esalet e!!



neyse pir dirêj bû sankî....



15.11.2014 14:49 | mergehez

16. kelemçeya destê mirov e.



21.01.2015 15:12 | nazim tolhildan

17. (bnr: jîrfon)



21.01.2015 15:40 | xendekî

18. Smartphone. Kelepçeyên elektronîk in.



22.01.2015 02:30 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» telefonên ku bên kirîn
» biaqila malê

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî