Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
xorto - tirşik
xorto
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. maşallah ji zanina te re

te xitim kiriye ilim

daqurtandiye ilmÊ marks

xuyaye tu dizanÎ ku lenÎn

kengÎ Û li kuderÊ çi gotiye

her çi Engels e

divÊ ji te bÊ pirsÎn.

bi vÊ zanina xwe xorto

te ilmÊ marksÎzmÊ qedandiye

herweha tu xorto

wek xortekÎ enternasyonal

bÊ guman tu hay, ji vietnamÊ

QamboçyayÊ,kubayÊ,erÎtreyÊ,guatamalayÊ...

heta hay ji çar aliyÊ dinÊ heyÎ

bi ser de tu xorto

nav bi nav şoreşgerÊn navneteweyÎ dinasÎ.

tÊ bÊjÊqey te, di milÊ kastro u Che quevara de şer kiriye

hella ji zanina tera

hella Û barekellah.

aferin ji te re xorto

tu her bijÎ xortÊ enternasyonal

niha ez fÊm dikim tu çima na peyvÊ bi kurdi

dostÊ hÊja, hevalÊ delal

belÊ bi destÛra te.

ez dixwazim ji te bikim çend pirs Û sual.

gelo tu EliyÊ HerirÎ dizanÊ?

te qet bihÎstiye MelayÎ cizÎrÎ

te qet xwendiye EhmedÊ XanÎ

te hay heye ji FeqiyÊ Teyran

Ubeydullah Nehri

Bedirxan begÊ botÎ,

şÊx Mehmud berzencÎ, şÊx seÎdÊ kal

seyid riza

celadet Bedirxan, QadÎ muhammed

serok barzanÎ

ka bÊje xorto

tu li ser vana çi dizanÎ?







Xorto

bo çi eniya te qermiçÎ

bo çi tu lÊva xwe gez dikÎ

lÊ ew rutirşiya te

nebÛ xortÊ delal nebÛ

ji kerema xwe xorto

tu wÊ enternasyonaliya xwe

li dereke din bifiroşe

hÊviya min ji te

bese Êdi

me nedoşe







Belê xorto

tu bi qêrîna kec û bûkên li Geliyê Zîlan çiqas dizanî?

hawar û lorÎna dayÎk, axîna bavê kal,

nalîna zarokên li Helepçeya xopan dizanî?

Belê Xorto

haya te ji hêlîn û sitara me ya Mehabad

û serokên wê yê di kolanan de hatÎ dervekirÎ heyE?

yan jî, ji qetilkirina Dr. Qasimlo

çi dizanî?

Belê Xorto

te çiqas hay

ji welatê evînê

ji Ferhad û şirîn

ji Xecê û Siyabend

û jî Zîn û Memê Alan

heyî?





Felat Dilgeş



17.11.2013 22:00 | nan û av

2. rewşeke bangkirinê ye. lo xorto!

(bnr: xortê)



17.11.2013 22:53 | ceso

3. helbesteka arjen arî heye bi navê sirûda xorto ez ne xelet bim di dîwana şêrgele de.

bi qasê ku di bîra min de maye, min demekî ji bo hevalekî wergerandibû tirkî ji lowma



wehêsanek e mirin,jiyan çem e

kîjan çiya stû-xwar e,kîjan çem ne b' leme-lem e

Xorto bû umrê min Xorto bû:

ji deman zeman zivistan

di bin ezmanekî bêstêrk de taristan

Bigirî bila esmerek bigirî li dû bi nazî

Welato, tu negirî jî ne xem e!



- carina ji nişka ve bêriya te dikim mamê arjen.



17.08.2016 01:29 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xorto

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî