1. komek mûzika rock in . ji kurdistana îranê ne . bi rastî pir pir serketî ne . |
|
11.06.2013 06:13 |
brusk56
![]() |
2. rockurd bi ya min di nav komên rock mûzîka kurdî de yek ji komên herî hakimî enstrûman e. bi rockurdê re encax koma rewşen bikare di vê mijarê de bikeve pêşbaziyê. lê ji ber ku her çiqas herdu jî rock bin, mûzîka ku çêdikin ji hev gelekî cûda ye. ji ber vê yekê danberheva wan ne pêkan e. |
|
11.06.2013 16:09 |
simurg56
![]() |
3. ez nû dewla serê tirşikê bi nav û mûzîkên vê komê hesiyam.. ji bo bêtir agahî ketim malpera wan de çendî di malperê de wek zimanê hilbijêr zimanê kurdî, farisî û yê îngîlîzî hebe jî lê jinav van her sê zimanan de tenê zimanê farisî berdest û çalak e.. nizanim ji ber çi lê di gelek malperên hunermendên kurd de eger hilbijêrka zimanê kurdî hebe jî an pasîf e yanî naşixule an jî nûçe û weşanên di malperê de yên bi zimanê kurdî kevn û efinkî ne yanî zûbizû nayên aktûel kirin.. |
|
11.06.2013 17:04 |
endazer
![]() |
4. rock mûzîkê kurdî de komek bir saxlem e. vokalîstê deng xweş navê wî Kia Shadman e. * hûn dikarin albûma rockurd ya nû bi navê shet li vir guhdar bikin: https://soloset.net/albums/shet/c: û ji bo profîla hevalê kia ji fermo: https://www.facebook.com/kia.shadman |
|
08.07.2013 11:24 |
serburiyek
![]() |
5. rock-vanên kurd î hêja: Yekemîn rock-vanê kurd kEREM gerdenzerî / koma wetan e (1972). her wisa jAN axîn, koma rewşen, siya şevê, ferec, mirady û teq û req hinek komên hêja û resen ên rocka kurdî ne. |
|
15.07.2013 21:26 |
seydayê_peyvan
![]() |
6. koma ku berî 4 salan min derbarê wan de wisa nivîsandiye; |
|
21.07.2013 21:06 |
simurg56
![]() |
7. koma ku li malpera wê ya kevin wêneyên ecêb hebûn. ev çend sal in malpera wan girtî ye. |
|
27.07.2014 00:17 |
simurg56
![]() |
8. koma ku berî 3 mehan stranek nû (rûdawekî seyr) weşandine lê di derbarê wan de hê jî min agahiyên berfireh tune. |
|
16.02.2018 22:58 |
simurg56
![]() |
9. yek ji tiştê herî xweş ê tirşikê rê min da, rockurd e. favoriya min, salî reş e. lê heman hemû stranên wan guhdar dikim û coşeke mezin li canê min vedidin. |
|
26.09.2018 20:46 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
10. li dinyayek din dijîn. li wê dinyayê ne înternet heye ne jî rîyên din yên ragihandinê. |
|
06.10.2019 00:14 |
simurg56
![]() |
11. ev demek e li ser intagramê çalak in. Here lînkê min ji wergera îngîlîzî ya ku wan wek binnivîs weşandibûn, li kurmancî wergerand. di binê miajrê de peyda dibe: (bnr: nowadays) min dil heye teklîfî wan bikim ku li ser navê tirşikê, bi wan re hevpeyvînek çêbikim. |
|
18.10.2020 10:56 |
simurg56
![]() |
12. îro single-ek nû weşandin. bi navê "qûmar"ê ye lê wekê 'game'(lîstik) wergerandine. min hez kir. |
|
09.06.2023 02:44 |
ciwanzêr
![]() |
![]() |
ismail beşikçi [5] |
![]() |
hirç û govend [2] |
![]() |
êvar e [1] |
![]() |
delav [1] |
![]() |
tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê [5] |