Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
forrest gump - tirşik

Forrest Gump mirovakî hejar û hinekî kêmaqil e lê gelekî qenc e. Diya wî di zarokatiyê de hinek şîretan jê re kirine ku bikaribe bi tena serê xwe, li br xwe bide. Forrest tevlî şerê vîetnamê dibe, ji ...
(13 şîrove)
forrest gump
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. derhener, Robert Zemeckis, roman a winston groom forrest gump lêgucandiye sînema ye. fîlmekî abd ye, 1994 an de hatiye kişandin. rol a forrest gump tom hanks lîstiye. fîlm li oscar ê 6 xelat standîye. dîroka Sînema ye de fîlmekî herî mezin e. fîlm ji aliyê siyaset ê, ji aliyê mirov a, pergal a eskerî ye re pergal a perwerdehî ye re rexne yê mezin bikaranî ye. em li ve fîlm ê meyizînin serî heta binî rexne heye. fîlm, li ber çawê zarokekî de felsefe bikartînê. forrest fîlm ê de wek a zarok a hatiye nîşandan. li ber çawê wî zarokî dinya çawa dizivirê tê bikaranîn. em dikarin bejin forrest her tim felsefe kir ye. "bazde forrest bazde" replîk ê ve fîlm ê li sinema ye de navdar ê. gelek caran ev replîk li Fîlmên di jî bikaranîne. forrest gump rexne yê mirovan e.



06.11.2013 00:29 | rêzan

2. (bnr: bazde forrest bazde)*



06.11.2013 00:47 | biruya hayao miyazaki

3. (bnr: karîdes)



06.11.2013 18:46 | brusk56

4. nizanim çima lê fîlma ku piştî temaşekirina the curious case of benjamin button tê bîra mirov, e.



06.11.2013 19:45 | simurg56

5. fîlmek pir dilgerm e. gava temaşê dikim nizanim lê rêzfîlma (bnr: leyla ile mecnun) tê bîra min.



02.03.2014 19:12 | rêzan

6. "em çi xweş li hev dikin, ne we ye Forrest?" *

"diya min dibêje yê/a ku ehmeqiyan dike ehmeq e!" *



09.03.2014 02:43 | zero

7. ji ber jennyya qehbik ez nikarm cara didoyê darî bikim..

ha di şûna jennyê de ez jî bûma min nema yekî wekê forrest aqilsivik re îdare dikir, lê dîsa jî mirov dema darî fîlmê dike mirov pê aciz dibe.. hevaltiya forrest û babo jî şayanî hemû pesn û wesfan e..



09.03.2014 02:48 | endazer

8. "ku xwedê bixwesta herkes wek hev bin, wî yê têl têxista lingê herkesî"



09.03.2014 12:23 | mergehez

9. di serê fîlmê de ji bo em fêhm bikin ku forrest kesek çawa ye, derhêner sehneyek kurt kişandiye û di wê sehneyê de ev replîk derbas dibe: "lawÊ we cuda ye mrs. forrest iq'Ya wî 75 e." jixwe dema em vê dibihîzin em bixwe amadeyî doma fÎlmê dibin.

li ser oscaran:

1- fîlma herî baş: li gor min forrest gump vê oscarê heq nedikir. lewre li hemberî wê fîlmek weke pulp fiction hebû.

2- lÎstikvanê herî baş : tom hank bi lîstikvaniyek bêhempa ew stand Û heqdikir jÎ.

3- derhênerÊ herÎ baş : dîsa li gor min vÊ ya bi pulp fiction quentin tarantino heq dikir.

YÊn din : pirsgirêk nîn e.



09.03.2014 12:26 | mergehez

10. fîlma ku wê her bi vê sehne û dua û diyaloga jor di bîra min de bimîne..

http://38.media.tumblr.com/4b24ccdf53a340b9c7ab9af5bc985553/tumblr_mt5b1cmH0q1rbv0tfo1_500.gif



''Dear God, make me a bird. So I can fly far. Far, far away from here.”



(ya rebbî, min bike çivîkek de ez bikaribim bifirim herim ji vir heta çengê min diçe.)



15.09.2014 02:30 | endazer

11. (bnr: zarokên xelkê)



Here lînkê



25.03.2015 00:48 ~02:31 | remlavêj

12. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê rêdûrmaye ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê



têbinî-2: Hûn dikarin van fîlman dîrekt ji vê koma telegramê temaşe bikin: Here lînkê [Tu tişt ne hewce ye, hûn dikarin dîrekt temaşe bikin]
têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya smplayerê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr: smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



07.01.2021 20:28 ~2021.01.12 23:13 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» forrest gump

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî