Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


3 mijar û 3 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; başûrê kurdistanê
peyamên çepikkirî

16. li gorî belkî hemû analîzan, êdî gelek dûrî azadiyê ye.

piştî şerê daîşê derket holê ku kurdistana nikare xwe biparêze. ji aliyê din ve him ji ber şer him jî ji ber ketina fîyeta petrolê, ekonomîya başûr serûbin bû. ew bi sedan înşaatên beredayî niha giş nîîvço mane û hatine terikandin. ji ber ku vê rewşa nebaş ya aboriyê, aciziya gel jî zêde bû û şerê navxweyî gelek zêdetir derket pêş.

him ji ber sedemên ekonomîk him jî ji ber meseleya xelasbûna serdema serokatiya barzanî, di navbera kdp, ynk û goran de şerek mezin rû da.

em dikarin bêjin ku kurdistana başûr di nav krîzek gelekî kûr e.

dev ji azadbnê bedin, bi ya min îro başûr şerê man û nemanê dide. herkes li gorî serê xwe tev digere, ne rêveberiyek ne jî artêşek hevpar heye. herkes di bin bandora dewlet, îstîxbaratekê de ye û li gorî daxwazên wan tev digerin.



di economistê de analîzek balkêş derketiye di derbarê mijarê de. Here lînkê tê de tê gotin ku ji ber rewşa nexweş ya aborî "hinek pêşmergeyan çekên xwe yên amerîkî, firotine daîşê". û behsa van gotinên min yên li jor dike.

dema yeke biyanî tê û çend rojan kurdistanê analîz dike, bi awayekgelek zelal problema me ya herî mezin dibîne.

di eslê xwe de em jî dizanin lê maşelleh egoyên serokên me jî ji ya erdogan ne kêmtir in.



2016.07.09-20:42 | simurg56

17. dibêjin aşê nezana xwudê digerîne, bi baweriya min aşê başûrê kurdistanê jî xwudê digerîne, ew qas bela û pirsgirêk li pêşiyê ne mirov jê dimîne heyîrî bê çawa li ser lingan dimÎne.
aliyekî êrîşên daişê, ku ne ji koalîsyona navdewletî bûya niha hewlêr jî vegirtibû.
krîza aborî, şerê daîşê, bi carekî re daketina buhayê neft û gaza xwezayî, nedana bûdçeyê ji aliyê hikûmeta bexdayê ve, bi serê xwe tevgeriyana parêzgehên di destê ynk û gorranê de, neyekserîbûna hêza pêşmerge, ya rastî neartêşbûna hêza pêşmerge û ya herî giring tiralî û zexeliya civakê ku hînî belaşî û betaliyê bûye û naxwaze qûna xwe rake û bişixule.



2016.11.20-22:05 | endazer

18. yek ji taybetiyên vî beşê kurdistanê ku zehf kêfa min jê re tê, kurdîbûna navê xelkê ye. tu dibînî, emrê wî bûye çil pêncî, navê wî sefîn e, hemrîn e, nêçîrvan e, soran e, goran e. hemû jî navên xweş û watedar. bi taybet çandek heye ku gelek kêfa min jê re tê, navê çem û çiyayên kurdistanê li zarokên xwe dikin. wek; sefîn, hemrîn, cudî, aras. lê navê zarokên mele mistefa, û zarokên mesud barzanî bi pirranî bi erebî ne. wek; mesrûr, mensûr, mistefa (dibêjin 5 kur û sê keçên wî hene lê di medyayê de tenê navê van hersê kurên wî derdikeve)



2016.11.23-22:20 | endazer

21. Xeylek wext Kurdistana herî nêzîkê azadiyê bû. Ji çar parçeyên kurdistanê bûye hêviya hemû kurdan.
Lê hêdî hêdî diherife. Tu Kesek jî tûne ku wê boçûnê bide sekinandin.
Ji pdk heta goran û komel her partiyekê xwe bûye kuçikekî devletekê dijmin. Nêçirwan her roj tirkiyê meth dike û qûna tayyîp dialize. Qala orrospî ala talabanî û parlementerên gorran tew nekim.
Ya xirab;
Xêr ji gelê wê jî tûne ye. Hemû radimedin û maeşê dipên. Ez li koreya başûr dijim. Dewletek dewlemend e. Disa jî li wir hijmara kesên maeşa xwe ji dewletê digirin ji 10% kesê derbas nabe. Lê rewşa kurdistana başûr. Nivê gel memûr e. Li benda pereyê dewletê ne. Mala minê. Yek jî mina kurtlar vadisi serîalên tirkiyê temaşa dikin û Li zikakan qift qift digerin.
Gava kerkûk bi tirsonekiya pêşmerge (yan jî bi tirsonekatiya partiyên xwedî pêşmerge) ket çend rojan xew neket çavên min. Disa jî min hêvî kir, min got gelê başûr tama azadiyê hîs kiriye, ewên dakevin zikakan seba kerkûkê.
Nebû. Nekirin.
Paşê rabûn. Derketin zikakan.
Ew jî seba maeşê bû.
Zikberdayî.
Daviya we nexêr e.



2017.12.21-18:49 ~19:03]| cinorek

26. Kurdên Kurdistana başûr ji her aliyê ji kurdên bakurî bi Avantajtir bûn.
Zimanê wan qedexe nebû, Hebûna wan nehatibû redkirin û înkarkirin. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn li ser piyan bûn welhasil sinerji û potansiyeleke mezin hebû her gav.
Hama bêje ji sala 2004an ve vir de azad in. Erdê wan heye, petrola wan heye, wezîrên wan hene, burokratên wan hene, piştgiriya Amerîkayê heye, çekên wan û artêş û leşkerên wan hene, hene ulan hene.
Yaw hadê em bêjin beriya sala 2004an siktir bike yaw amk ev 16 sal in we çi gû kiriye?
Pirr meraq dikim we di 16 salan de di warê aborî, jiyan, çand û huner û hilberînê de we çi kiriye?
16 sal in dewlet in lê hê jî dema êrîşek bi ser wan de were eger ne ji piştgiriya Amerîkayê be nikarin li ser qûna xwe rabin.

Ji vir 6 sal berê hevalekî min çûbû başûr, di vegerê de em li gel hev rûniştibûn. Ji min re got em şeş saetan li sînorê sekinîn min got çima? Go pêşmerge rişwet dixwest ji me. Min jê bawer nekir, ne ku yekî derewkar e, mejiyê min bawer dikir dilê min bawer nedikir. Rişweta wan jî topkek e amk.
Piştî salekê qîza xalê min jî ji ber sedemeke siyasî çûbû li wir. Dema ew li wir bû em carinan xeber didan. Ew jî got wallehin billehin Rişwet dixwazin, eger tiştekî te tunebe jî topkekek divê tu bidî. Min meselaya topkekê ji wê jî bihîstibû.
Ev 5 sal in qîza xalê min li wir dijî. Tiştên ku qal dikir devê min nagire binivîsim.
Yanî di 16 salan de kurdên başûr bûne topkekçî amk



2020.04.13-00:15 | ferhenga şikestî