Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; soranî
peyamên reşikkirî

134200. Zaraveyekî kurdî ye. Wextekî (2010 falan ne şaş bim) min di pirtûkeke Altan tan a bi navê Kürt sorunu de xwendibû, Altan tanî gotibû di navbera zaravayên kurdî de yê herî edebî û dewlemend zaravayê soranî ye.

Piştî salan ez baş pê qane bûme ku kurmancî deh gav ji soranî pêşdetir e.

Berhemên ewilîn ên kurdî bi kurmancî ne, roman ewil bi kurmancî hatiye nivîsîn, dengbêjî û çîrokbêjî Hama bêje di sedî de Not bi kurmancî ne, edebîyata klasîk ya kurdî bi pirranî li ser kurmancî ava bûye wesayre. Lê piştî şerê cîhanê yê yekemîn dema li rojhilata navîn dewletên pîyon hatin damezirandin, rewşa kambaxtir bir para kurmancî ket. Li Tirkîyeyê kurdî qedexe bû lê li iraq û êranê kurdî ti car qedexe nebû. Kurmancî mixabin bi nivîskî li du herêmên piçûk bi awayekî pirr lokal hate karanîn. Li Sovyet û sûrîyê. Tabê haya her duyan jî ji hev tunebû. Rewşa soranekam'an ji ya kurmancgyanekam'an gelek baştir û çêtir bû.

Cara ewil min divê bêjim, soranî li iraqê ti car qedexe nebû, ne di dema îngilîzan de, ne di dema kral faysal de ne jî di dema Seddam Husên de.

Piştî ku kurmancî li Tirkîyê qedexe bû û li sûrî û Sovyetê jî xebetên hunerî û edebî jî bi awayekî qedexe bûn mixabin qutbûneke pirr xedar rû da. Bi deh salan Hama bêje kitêbek jî nehate çapkirin. Jixwe ez hîç qala perwerdehî û rêvebirinê nakim jî.

Piştî ku dagirker li pişt kurmancî şikandin xelk ne karîn ziman û edebîyata xwe bi pêş ve bibin ne jî karîn zimanê xwe bi awayekî xweş fêrî zarokên xwe bikin. Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê Hama bêje pênc nifş mezin bûn, her nifş zimanê xwe ji nifşa berî xwe bêtir lewitand. Yanî bifikirin; Kalo bi tirkî nizane, bav bi kurdî û tirkî zane, kurik/keçik bi kurdî nizane. Ev rewş bi qasî pênc şeş nifş wisa berdewam kir. Îroj jî xeynî hindek herêman êdî kesî bi zarên xwe bi kurdî nastexilin. ( Carinan ez kurê xwe dibim Parqê, di Parqê de carinan bîst sî zarok li hev dicivin û dileyizin bawer bikin ji xeynî kurê min kesî ji wan kurdî nizanin ne lawê min ji wan fêm dike ne jî ew ji lawê min fêm dikin)

Hindek kurmancên me dema dibînin ku Soranên me pirr xweş bi soranî diaxifin, demildest biryar distînin ku soranî zimanekî pêşketî ye, tirk çawa bi zimanê xwe wisa xweş û herikbar dipeyivin, soran jî wisa zimanê xwe xweş dipeyivin. Ev întîba Yanî qebûl, gelek seqet e.
Mesela tu îroj rabî fêrî îngilîzî bibî, heya dawiya emrê xwe bi îngilîzî bixebitî, bixwînî, bipeyivî û binivîsî jî tu yê ti car zimanî îngilîzî mîna îngilîzekî nikaribî bi kar bînî. Çimkî ew dema ku ketiye zikê diya xwe wî zimanî bihîstiye, hemî cîhana xwe bi wî zimanî xemilandiye wesayre. Ne şaş bim lêkolîneke zanistî jî hebû di derbarê vê meselê de, eger ez wê maqaletê peyda bikim ez ê li vir jî Parve bikim...

Mesela eger tu herî Afrîqayê hinek ziman hene ku bi tenê di gundekî de tê axaftin, hinek ziman hene ku bi tenê deh bîst kes wî zimanî dizanin, tu lê binêrî ew jî di navbera xwe de bi zimanê xwe gelek herikbar dipeyivin û ti kêmasiya zimên hîs nakin, Halbûkî di zimanê wan gelan de hezarek herî zêde du hezar peyv hene. Ne zimanên dewlemend in..
Zimanekî herikbar ( hem di axaftinê de hem di nivîsandinê de hem jî di fikirînê de) ne girêdayî dewlemendbûnê ye. Tu îroj herî fransizan jî mîna kurmancan sed sal asîmîle bikî bê guman piştî sed salê encama rewşa wan ji ya me ne cuda be.

Eger mesele pirrbûna nifûsê be, nifûsa kurmancan ji soranan gelek zêde ye..
Eger mesele hejmara çapbûna kitêb, kovar, rojname û maqaleyan be, ew jî bi dewlemendbûnê ve têkildar nin e. Encama rewşa sîyasetê ye...
Min jî hindek guh da soranî, hejmara peyvên resen/orîjînal li gorî kurmancî gelek kêmtir e. Soranî ji kurmancî bêtir di bin tesîra erebî, farisî û îngilîzî de mayîye.

Tabê yekî ji wan jî mesele nîn e. Ger Kurdistan azad be bawer dikim piştî bîst salan soranî wê li rex kurmancî bibe wek şagirtekî..
Dîsa jî gelek kêfa min ji soranî têt, çimkî dema guh didim soranî têdigihîjim ku ger Kurdistan azad be, kurmancî dê bibe zimanê fermî, perwerdehiyê, rêvebirinê û hemî kurmanc xwe li dora kurmancî bigrin kurmancî dê çawa bibe zimanekî qerresa!



08.06.2013 14:50 | simurg56