Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    20 mijar û 25 peyam
    xwelî li ser - tirşik
    xwelî li ser
    (16) (0) (19)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskarê ku aniha bûye endamê tirşikê.

    ser seran hat. vaye berî ku ew binivîse, min derbarm wî/wê de nivîsand. vêca dora wî/wê ye.



    2013.11.03-14:34 | simurg56

    3. nivîskarê ku ji gelek aliyan ve sempatiya min jê re heye:

    1- li ser twitterê navê wî Herekol056 e. yanî ji sêrtê ye û hembajariyê min e.

    2- ji charlie chaplin hez dike

    3- ji leyla ile mecnun hez dike

    4- gelek fîlmên ku di profîla xwe de hezkirina xwe jê re aşkere kiriye, ez jî hez dikim. ji xeynî black swan. ev çi ye heyran??



    2014.03.01-19:30 | simurg56

    4. elîhê dijî lê sêrtî ye. temenê vî 18 sal e.dibistana navîn xilas kir û niha naçe dibistanê . li gor hevsalên xwe gelek pêşketiye. fîlmên temaşê dike û pirtûkên dixwîne pir dewlemend e. kurê xalê min e. xwedê wî bihêle ji me re *



    2014.03.01-19:39 | rêzan

    6. camêr ne kêmî murat batgî'ye. lê belê bila batgî nebihîze.



    travesti bi kurdî çi ye/33116



    2014.04.02-00:01 | giyanstêr

    7. Nivîskarê ku piştî vê peyama wî îtîrafên tirşikvanan/35668 dixwazim jê re bibêjim ; belê ez jî *



    2014.04.19-21:08 | ceso

    8. van pêlên dawîn çalaktirîn nivîskarê tirşikê ye..

    nezera xwudê li ser be, tu wê bêjî, qey ansiklopediya navdarên kurd di bin çengê xwe re digerîne.. *



    2014.09.16-23:18 | endazer

    10. şagirtê min ê ku di dersê de bi espriyên xwe min ji kenan zik û pişto kirî*



    2014.09.25-14:41 | sewdaxan

    11. şagirtê rêzan, zeroû sewdaxane.

    ev çi mektebek xweş e ku xwendekar û mamosteyên wê tev nivîskarên tirşikê ne *



    2014.09.25-19:11 | simurg56

    12. (bnr: şagirtê tirşikxaneyê)



    2014.09.25-22:34 | azadixwaz

    13. her du çavê min e *



    2014.09.30-21:13 | rêzan

    14. wextekî van deran dabû ber lotikan nizanim niha li ku der e, haooo! Kuro were dîsa binivîse! Ez dibêjim qey gavekî min van deran terikandibû lewma ew jî pir ber min ket û terka van deran da, weylawayê waweylê



    2015.03.30-15:43 | ceso

    15. ez bawer im ji kurdîtî îstîfa kiriye, li ser faceyê bi tirkî lotikan diavêje*



    2015.03.30-17:56 | ferhenga şikestî

    16. Ew nivîskare ku xebera axivîna yoda gihîştiyê û ji kêfan xwe dîsa berî navê kolanên tirşikê daye*



    2015.04.06-00:34 | ceso

    17. Li ber çavê dê û bavê min : ez



    2015.04.06-13:17 | mîrzayêbiçûk

    18. nivîskarê ku piştî demekî dirêj dîsa li tirşikê vegeriyaye. gelek kêfxweş bûm wele hemşeriyê min xwelî li ser56 *



    2015.11.12-12:41 | brusk56

    19. nivîskarekî pirr relax e, qet xwe eciz nake, geh têt geh diçe hama haya mêriv jê çênabe

    va dîsa hatiye*



    2015.11.12-15:18 | ferhenga şikestî

    20. Nivîskarê di bin banê gotinên pêşiyan de gotineke xwe parve kiriye * gotinên pêşiyan/116166



    2020.01.12-00:45 ~00:45]| xeyda

    21. (bnr: xwîntehl)*

    Bila were em şer bikin, bêhna wî teng bûye. :/

    *Edît bo rastnivîsê *



    2021.04.29-12:23 ~12:41]| xelîl

    22. Tirşikvanê xwelîser ê ku divê wêneya profîla xwe bide min. * Ez ê jî ya xwe bidime wî. *



    2021.04.29-12:30 ~12:32]| xelîl

    23. Tirşikvanê ku wêneya xwe yî profîlê qayîl e û nade tu kesî. Êdî bûye malê wî.. * heke Hin tirşikvan pp yên nû dixwazin dikarim ji wan re bibînim. Peyam bişînin bes e.



    2021.04.29-13:20 | xwelî li ser

    24. (bnr: tima)

    tirşikvanê ku divê hinek jî destvekirî bibe. ji xwe ev çend sal e vê wêneyê bi kar tîne. de bes e lo!*



    2021.04.29-13:27 | xelîl

    25. (bnr: ashheado)

    tirşikvanê ku min navê wî kiriye ashheado * bi îngilîzî tê maneya xwelîser *



    2021.04.29-13:28 | xelîl

    26. camêr e, mêrxas e mirovekî orjînal e. gelek kêfa min ji wî re tê. me nêzîkî mehek berê hev dît û li kehweya koçeran rûnişt* em derketin nêçîra Weysel tirpan jî lê bextê xirab:d me ew nedît. bi Xwedê bi nasîna wî gelek kêfxweş bûm. Bila her hebe.



    2021.08.03-22:22 | yûsiv

    27. nivîskarekî metalvan e ez dibêm. li bin hemû mijarên metal peyamên wî heye. her bijî jê ra.



    2021.08.04-22:03 | hueyn

    28. Tirşikvanê ku do ji qewla wî ji ber ku min û hezkirîya wî (bnr: biaqila malê), me xwe di nav kolanên Izmîra şewitî de winda kirîye hevdîtina me hebikî dereng çêbûye.
    pîroz/136554
    Lê dema me hevdu dît yekser çi di nav dilê min de hebû min jê re got. Bi rastî jî dibê ku ji ber bandora wêneya wî yê profîlê bi, gava yek digot xwelî li ser teqez kûrikek piçûk ku zirkulavik li ser serê wî, û tilîyek wî di pozê wî de dihat li ber çavên min...
    Îca, dema min ev got; em têra xwe kenîyan û me sûretek wî bi vî rengî girt.( bes tilî ne di pozê de bû...)
    Axirê, kêfa me ji hev re hat, me civata xwe xweş kir. Qala serpêhatîyên xwe, tirsik.netê û zehmetîya jiyanê kir. Gelek caran wek ku biaqila malê dibêje; dema meriv yekî ji internêtê nas dikeve dikeve heyira axaftinê lê ji ber ku em Kurd bûn, me her yek jî têra xwe ji vê jiyanê şeqam xwaribû û doza me yek bû, em kedkar bûn, ji hejartîyê filitîbûn, xerîbîyê kişandibûn, em tucar ji hêla axaftinê nexittimîn. Dorê dorê herkes kela dilê xwe bi şêwazek xweş tanî ziman.
    Axirê, camêr wek hevala xwe yî delal, xortek ji dil, kedkar, xwende,zane û jêhatî bû. Dema diaxivî bi Kurmancîyek xweş deng vedida ku meriv jê fêhm dikir ku torîyek ji çiyayên herekolê qetîyaya û xwe avêtîye civata me.
    Bi dîtina her du tirşikvanên qedirgiran, hêvîyên min ji bo gel xûrt bûn... Hêvî dikim di paşerojê de ew û dilketina xwe ji xwe re bisitirin û zarokên mîna xwe xwedî dikin û bi hev re 100 sal derbas bikin...



    2021.09.08-09:28 ~09:29]| pîroz

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    serders [1]
    alava ku mirov pê dizane ka heta ku dera pirtûkekê xwendiye. piranî ji...
    aqilmendkurd.com [1]
    Silav û bi rêz hevalên heja endamên delal ez Hebun, berîya her tişti e...
    kurdali [3]
    Navê taxeke bajarê mêrsînê ye, piranî tê de kurd dijîn. Navê t...
    mêrsîn [1]
    bajarê ku partiya kurdan (dtp,bdp,hdp û yên wisa) her hilbijartinê de ...
    etnikce.com [1]
    Malperek înternetê ya tirkên nijadperest e. Di malperê de wekî ku ji n...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xwelîdank
    » serriyeyên şêx seîd

    Kategoriyên mijarê:: tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî