Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
golshifteh farahani - tirşik
golshifteh farahani
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. aktrîsteka ecem a îranî.. li îranê ji ber ku xwe ji bo kovara fransî ya bi navê madame le figaro li dijî tundûtûjiya jinê ya li îranê nîv-tazî kiribû û memikên xwe yên bi qasê sêvsêvokekî bel û berdî berdî kiribûn têketina wê ya ji bo îranê hatibû qedexekirin û di nav civaka îranê de wek aşîfte nav pê ketibû.. di sala 1983an de li serbajarê îranê, tehranê hatiye dinyayê. di gelek fîlmên sînemayî de rol standiye lê zêdetir bi rola xwe ya di fîlma holywoodê ya bi navê body of lies ku tê de leonardo dicaprio û russell crowe jî rol standibûn nav daye.. wekê din di sê fîlmên kurdî de jî rol standiye; niwemang a bahman ghobadi, si tu meurs, je te tue û my sweet pepperland a hiner saleem.. xanim di fîlmên kurdî de bi soraniyeke gelekî xweş diaxive.. û di fîlma nîwemangê de jî di nav kiras-xiftanên kurdî de gelekî xweşik dixweya..

golşîfte xanim di ber lîstikvaniyê re stranbêjiyê jî dike.. tevî stranên wê yên solo straneka wê ya bi stranbêjê navdar yê îranî mohsen namjoo re jî heye.. belê bi muhsîn re strana bi navê hamash delam migire bi hev re distirên..

(bnr: ji bo wêneyên wê yên seksî bitikînin)



28.10.2013 15:18 | endazer

2. strana bi navê hamash delam migire ku li gel mohsen namjoo distirê:





û bi navê jostojouye sarnevesht straneka wê ya solo:





28.10.2013 15:24 | endazer

3. li ber çavê min ji jinen ewropayî û amerîkî yên 15 kîlo meqyaj dikin û bi tişt miştên berradayî nav û deng didin pir û pir xweşiktir û balkêş e.. û hawê ez zanim 5 zimana zane. gelo meriv wê êdi çi bixwaze? *

(bnr: farsî)

(bnr: fransî)

(bnr: îngilizî)

(bnr: kurdî)

û hinek (bnr: azerî)



11.11.2014 11:33 | rûbar payîz

4. Çendekê berê min fîlma wê a dawî extraction temaşe kir. Lîstikvanek serkeftî û bedew e.



26.04.2020 22:51 | kajav

5. çend fîlmên wê e hêja;

(bnr: my sweet pepper land)
(bnr: les filles du soleil)
niwemang / half moon
(bnr: pirates of the caribbean: dead men tell no tales)
(bnr: paterson)



27.04.2020 01:21 | merwano

6. Lîstikvaneke xweşik e(-..-) min ew di filîmê my sweet pepperland da nas kir û di wî filîmî da lîstikvanîya wê jî serkeftî bû li gorî min.



27.04.2020 17:15 ~22:52 | xabûrî

7. xanima ku min bi fîlma les filles du soleil nas kir. min digot qey hema keçek jirêzê ye ji kurdên başûr an jî rojava, lê belê ji tirşikê hîn bûm ku him ne kurd e, him jî lîstikvanek hollywoodê ye. di wê fîlmê de lîstikvanîya wê ne xerab bû.



27.04.2020 22:37 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» golshifteh farahani

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî