Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
erdewan zaxoyî - tirşik
erdewan zaxoyî
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gel eyaz yûsiv zaxoyî mezintirîn hunermendê şoreşa başûr bû, di sala 1957'an de li bajarê zaxoyê ji dayik bûye. Ji ber rewşa dijwar a jiyana wê demê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Li sala 1978'an yekem kaseta xwe derxist. Paşî bû pêşmerge û li gel pêşmergetiyê jî berdewamî bi hunerê da û çend berhem û kaset çêkirin. Wî çendîn stranên şoreşgerî çêkirin ku ta niha jî ew stran pirr tên guhdarîkirin. Helbet ji ber ku çêkirina kasetan li çiya gelekî bi zehmet bû û ji ber ku Erdewan dixwest hunera xwe pêş bixe û bigihîne hemû gelê kurd, wî gelek hewil dan ku xwe bigihîne ewropa. Lê derfet çênebûn û pêwîst bû ew pasportek iraqî derxîne. Lewma ew careke din vegeriya bajarê Zaxo û mijûlî çêkirina pasporta xwe bû. Lê dîsan wî dest ji hunerê berneda û xwe weke pêşmerge hesab dikir û li hemû şev û ahengan de, li Kurdistanê û li Bexda jî.

Dema ku diçû ser sehnê, wî bi navê "kurdistan, barzanî û pêşmerge" dest pê dikir, ev yek jî bi dilê karbidestên rejîma baasê nebû. Lewma li roja 26/01/1986, yanê piştî şeş rojan ji wexerkirina Eyaz yûsiv Zaxoyî, di demekê de ku Erdewan di hoteleke bajarê Bexda razayî bû, karbidestên emn û Istixbarata Baasê ewî girtin, wenda kir û ta niha jî kes nizane ew li kû ye û çi lê hatiye.

Gelek hunermendên kurd dibêjin ku dengê Erdewan dengekî nimûneyî bû û ta li ba kesek din peyda bûye.

li gor gotina nivîskar û şêwirmendê rehmetî şerefattin elçi beşir ant erdewan zaxoyî û eyaz yûsiv zaxoyî demekê li cizîrê bi cih dibin, erdewan bi hevsera xwe re ye û rojekê li cizîrê hevsera wî rastî tecawuzê tê û piştî vê bûyera pîsik ew jî ji cizîrê dîsa direvin diçin zaxoyê.

li gorî min strana wî ya herî xweş "ez dê herim" e. yê ku vê stranê guhdar nekiribe ji muzîka kurdî bêpar maye.



27.10.2013 22:13 | zero

2. Erdawan û Eyaz zaxoyî - govende

govende govende

govenda van cana

zerî bi rez bi rezê...



...canê xemla wana

belgê gula welat tê...







05.04.2016 01:00 ~01:06 | bûtîmar

3. min ev strana wî di zarok tv de dît û min çi qa lê gera!! û min dît! û hûn jî guhdar kin:

chewa min dit bere speda




16.01.2018 20:29 ~20:31 | xwelî li ser

4.



Ev strana li jor ku erdewan zaxoyî bi dengê xwe yê hêjayî hemî malê dinyayê distre û ji ber wan stranan bi canê xwe bedel daye ji aliyê xwenezanekî diz ku navê vî aşiq elî siltan e hatiye dizîn.

Awaza vê stranê wekî malê xwe bi kar aniye û li ser helbestê pîr siltan evdal ê bi navê dostum dostumê daniye.

Biya min bernavê xwe wek hırsız biguherê hêj realîst bê. Bi nav û kesayetiyê xwe heqareteke mezin e ji navê elî yê re. Giramiya bernavên aşik û sultanê bi kesayetiyê xwe yê qirêj kêm dikê.

Elî li ku te li ku.



24.08.2019 09:34 ~09:55 | bilbilê dilkul

5. (bnr: erdewan zaxolî)



05.03.2022 15:32 | mihemedcan

6. erdewan elî
strana wî ya bi navê nazê nazo ji aliyê izzet altinmeşe ve wek lê nazê hatiye dizîn. dîsa strana wî esmer heta kengî jî hatiye dizîn. lê vê carê diz guheriye, bûye arîf sax. navê stranê jî wek mevlam bîrçok dert vermiş daniye. erê welle xwedê gellek derd daye lê ne ji we re ji me re...



14.01.2024 01:57 | çaya germ

7. xwedê gelek derd dane
di entrya jor de min qala mevlam bîrçok dert vermîş kiribû. min digot muzîka esmer heta kengî hatiye dizîn lê min niha xwedê gelek derd dane guhdar kir û min fêm kir ku dizî ji xwedê gelek derd daneyê hatiye kirin û ne tenê muzîka stranê navê wê û gotinên wê jî hatine dizîn.




14.01.2024 23:32 ~2024.01.15 15:51 | çaya germ

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» erdewan zaxoyî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî