Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 47 peyam
salihê kevirbirî - tirşik
salihê kevirbirî
(1) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. ji bin her kevirekî de derdikeve lê kes nizane çi karî dike.. henek li aliyekÎ nivîskar û berhevkar û rojnameger û siyasetmedar û terzî û necar û hedad û nanpêjeke kurd e.. li gorî wîkîpediyayê 5 pirtûkên wî yên çapbûyî hene.. filîtê quto, karapetê xaço û pirtûkek li ser jiyan û jînenîgariya şivan perwer..



26.10.2013 23:54 | endazer

2. Wele kevirbirî ye, bikevirdedirî ye, nizanim, lê Tiştê ez zanim, tu kîjan kevirî radikî, ji min derdikeve...



26.10.2013 23:59 | çeqilmast

3. kesê ku navê wî li tirşikê şaş hatiye nivîsîn e. (bnr: salihê kevibirÎ)

bi qasê ku dizanim niha li rûdaw tv-yê dixebite. van salên dawî hema bêje nîvê sala xwe li asyaya navîn li welatên wek kazakîstan, kirgizîstan, gurcîstan hwd. diborîne. li ser kurdên asyaya navîn belgefîlman çêdike, gotaran dinivîse filan bêvan. miroveke jêhatî ye wesselam. bêyî ku ji bîr bikim divê bêjim ku ji misircê ye.



24.11.2013 14:41 | oxir

4. (bnr: salih taşkesen)



16.01.2014 12:03 | gurê manco

5. kes hejê nake lê camêr gund bi gund li hemû mintiqeyên qefqasyayê yên kurdnişÎn digere û jiyan û serpêhatiyên kurdên li wir dijîn tÎne û digihîne heta ber guhê me.. vêca bi zimaneke xweş û sivik..



16.01.2014 21:01 | endazer

6. hembajariyê min e. yek ji 2-3 pirtûk kurdî yên ku min ewil xwendine, ya wî bû. ez bawer im pirtûka wî ya bi navê gera pênûsê bû. dîsa ne xelet bim, wî jî mîna hinek hunermendên din, bi bandora strana helebçe ya şivan perwer dest bi nivîsandina kurdî kiriye.



16.01.2014 21:06 | simurg56

7. zilamek nivîskar e. pêşiya 4-5 salan careke li ser maseyekê cem hevalan me çayekê bi hev re çayekê vexwariye. ya rastî, bi min piçek pozbilnd xuyabû.



16.01.2014 21:10 | em in ew lolo

8. dema behsa kurdên gurcîstan,ermenîstan,Qirgîzîstan velhasil sovyeta berê tê kirin ew tê bîra min.her nivîsên wî yî rudaw.net'Ê nirxbilind in..



07.02.2014 10:20 | cemedî

9. nivîsvanê ku rudawê de jî dinivîse. tam jî van rojan li ser êzidiyan nivîsek lê kiriye;

http://rudaw.net/kurmanci/authors/s

"Êzdî çûn, per û baskên me şikestin!

Cih û warê em lê bûn, ji bo me cih û warê herî xweş ê dinyayê bû. Dema em zarok bûn tevahiya gundên wan şên bûn. Rast e, ‘xêrnexwaz’ û ‘şîrheram’ li nav me hebûn, lê ‘dilşewat’ û ‘xêrxwaziya’ me ji bo wan hebû. Em ji wan razî bûn, ew ji me dilxweş bûn. Em ji bo wan, ew ji bo me ‘kirîv’ bûn.



Paşê em hinekî mezin bûn. Hevalên me kêm bûn. ‘Berekat’, ‘Miraz’, ‘Xwedêda’, ‘Şikrî’ û ‘Xelef’ terka gund û bajaran kirin. Em bê heval û hogir man. Bavê min digot: “Li çend gundan çend mal mane, ew jî kesên pîr û navsere ne.”



Yek ji wan navsereyan hebû, carcaran em rastî wî dihatin. Ew jî ji wan gundan bû. Li Misircê, li dorhêla ‘Qesra Hikûmetê’ em diçûn pêşiya wî. Ser û çavên wî sor, simbêlê wî badayî bû. Me pirsa hevalên xwe yên ‘gogê’ û ‘birê’ jê dikirin. Pêşî çend şekir ji berîka êlekê xwe derdixist, dirêjî me dikir, paşê jî digot: “Ewê havînê bên, hûnê dîsa bi hev re bileyîzin!” Lê çend havîn û zivistan derbas bûn, ew nehatin…



Êdî ti xweşiya leyîstikên me yên berê nemabû. Carinan dema mezinên li dor me li hev diciviyan, em pê dihesiyan ku êdî terkeserê dinyayê bûne: “Zehf dûr çûne, berê xwe dane Ewropaya xopan, lê zehfekî wan li gellek gund û bajarên Almanyayê belav bûne.”



Li dorhêla Bişêriyê, Qûrtelanê (Misircê) û Batmanê bi dehan gundên wan hebûn. Me zêde ew nas nekirin. Em zarok bûn. Heta em mezin bûn, ew neman. Lê herdem di civat û sohbetan de behsa wan dihate kirin. Kirîvekî bavê min hebû. Hem hevalê bavê min, hem kirîvê me, hem jî tevî bavê min karê lêkirina xaniyan dikir. Ew ji bo bavê min wekî bira, ji bo min wekî mam bû. Rojekê em pê hesiyan ku wî jî terka Deşta Bişêriyê kiriye. 10-12 salî bûm, lê bi qasî bavê xwe ji çûna wî xemgîn bibûm. 20 sal paşê jî, dema diçûm Almanyayê, bavê min her dem digot: “De ka bipirse tu Sebriyê kirîvê me li wan deran nabînî?”



Welatê zarokatiya min, bi hebûna wan ‘kirîvên me’ wekî ‘gulîstanekê’ bû. Gula wan geş bû. Gula me jî geş dikirin. Camêr û mêrxas bûn. Em bi wan serfiraz bûn. Îro beyî wan serê me berjêr e!



Çend roj berê ji bo Cejna Remezanê min serdana bapîrê xwe Eliyê Evdirehman kir. Di xeberdanê de mijar dîsa hat ser wan ‘kirîv’, ango Êzdiyên me. Behsa camêrî, henûnî, dilsozî û hurmeta wan kir û got: “Em li ser hidûdê Îranê esker bûn. Rojîtî bû. Ne şaş bim meha Gulanê bû. Rojekê hevalên min ên qawîşê gotin ‘di nav me de Êzdiyekî Bişêriyê heye’. Hem kêfa min hat, hem ez şaş bibûm. Min yekser got ez dixwazim wî nas bikim. Gotin ‘hema evê li kêleka te ye!’ Çawa min berê xwe da wî, min got; ‘Wey malava! Ev 15 roj in tu hem bi me re radibî paşîvê, 14-15 seetan em bê nan, bê av rojî digirin, hem jî dema fitarê bi me re difitirî. Te çima negot ez Êzdî me? Te bigota me yê nehişta te rojî bigirta.’ Ez ti caran ji bîr nakim. Wî camêrê hanê wiha got: ‘Bi Xwedê min şerm dikir li ba we nan bixwim. Hûn bi rojî bûn, min ê çawa li ber we nan bixwara?’ 60-70 salan em bi Kurdên Êzdî re jiyan. Xwedê ji wan razî be. Ez ti caran wan ji bîr nakim.”



Bi rastî jî Êzdî hîmê mal û ocaxên me bûn. Her ku ew kêm bûn, em jar bûn. Kengî ew çûn, per û baskên me jî şikestin! Niha em baş dizanin ku me ocax û mala xwe bi destê xwe xerab kiriye!

Li me biborin kirîvno…"



05.08.2014 21:13 | simurg56

10. gelo paşnavê salihê kevirbirî, kevir birî ye (li derekê birin derek dîn )yan kevir birrî ye. ( kerî kirin) * salihê keviran kerî dike



06.08.2014 00:46 | bêhûd

11. ez dibêm qey paşnavê xwe taşkesen e û camêr ji xwe re paşnavekî kurdî î maqul û guncav nediye û hema paşnavê xwe wergerandiye kurdî û buye kevirbirî. belkî ne ne wilo be jî, nizanim, ellahû alem.



06.08.2014 01:57 | seydayê_peyvan

12. ji parvekirinên wi yên dawîn ên li ser instigramê xuya dike ku dengê wî xweş e.



26.12.2016 14:30 | diclefirat

13. mêreke, camêreke. li cîhê xwe rûneniştiye û li cem kurdên belavbûyî geriyaye. meriv bi xêra wî bêtir zane bê kurd li ku hene û çawa bûye ji wan ku ev rêvîtî kiriye.



27.12.2016 00:54 | berxweda

14. wexta ez li stenbolê dijîyam carûbaran li üsküdar û beşiktaşê lîqayî evî camêrî dihatim, her gav bilezûbez dimeşiya, carekî min got ez hêz bidim xwe û herim pê re biştexilim lê bi xwudê min bi xwe nedît, ev dermena bixwerenedîtinîzmê doxtor û hekîmên swîsreyê jî peyda nekirine neyse axirî nivîskarekî jêhatî ye, gelek zanîn û agahiyên derbarê kurdan de ên ku ber bi qeliştekên tarî de digindiriyan ji mirinê xelas kirin û pêşberî me kurdan kirin, di vî warî de ger meriv heqê wî camêrî bixwe heram e.

rojekî ez çûm mîr cafeya stenbolê ku cafeyeke kurdan e û çi qas entel û xwenda û xwendekar û pêxwaz hebîn her gav li wê cafeyê kom dibin, axirî bi vexwendina hevalekî -ku naşêm navê wî bidim- ez çûm û rûniştim, civatek li hev hat me dan û stendin neyse mesele hat li ser vî camêrî jî û gelek gotinên neçê û gelek tohmetên giran ên şexsî bo wî li hev hanîn û rêz kirin. wer bû ku ji wan tohmet û îthamên wan dilê min li hev ket. ji wan û ji wê cafeya genî- ku bêhna bereta û mirarê jê difûriya- rabûm çûm û hey çûm..

ha min vê bîranîna xwe çima vegot? ji ber ku aga kurd gelek çavnebar û zikreş in, wexta yek serkeftî be wî kesî bi paşpaşkî dikin ku bînin li ser piştê erdê xin. çi xwenda çi nezan qet ferq nake. ji bo salihê hêja dikarim vê yekê bêjim; mêrik li ser wêje û çanda kurdan gelek xebat kirine, belkî di jiyana xwe ya rojane de yekê nebaş be, ew me têkildar nake ji ber ku ew şexsiyetekî edebî ye û ya ku min/me eleqedar dike jî ev e..



27.12.2016 11:49 ~11:51 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» salihê heydo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî