Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 29 peyam
nivîskarên ku ji bo nivîsandinê li hêviya 12ê şevê dimînin - tirşik
nivîskarên ku ji bo nivîsandinê li hêviya 12ê şevê dimînin
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. sernav anku navê mijarê ber dilê min negirt, lê jê çêtir jî bi dest min neket.. neyse ez navê wan nivîskaran nadim lê têra xwe hene.. bêhnek din re wê hemû dîsa rahêjin klavyeyên xwe û bên..



23.10.2013 00:02 | endazer

2. ez im . peyamên ku piştî saet 22 an felan binivîsim, dibejim hema bimînim benda 00ê da ku di nav mijarên sibe de derbas bibe *



23.10.2013 00:10 | brusk56

3. Xwiya ye yê kû ev mijar vekirî jî li hêviya 12ê şevê maye..



23.10.2013 23:52 | nan û av

4. yê ku ev mijar vekirÎ ji xwe ji ber ku yên ku ji bo nivîsandinê li hêviya 12ê şevê dimînin bixwînin, ji şerma serê xwe têxin di nav teşkên xwe de xwe li hêviya 12ê şevê girtiye..



24.10.2013 01:01 | endazer

5. aniha kemîn danîne û çavê wan li saetên wan in. dijminê hevoka "qet mijar tune.."yê ne. ji bo ku vê hevokê nebînin peyamên xwe amade dikin û li ber saeta tirşikê kemîn datînin. dema saet bû 00:00 jî, pê li bişkoşka bişîne dikin.



24.10.2013 23:36 | simurg56

6. Nivîskarên ku ez jî ketim nava wan.



29.10.2013 00:48 | ceso

7. nIVÎSKARÊN KÛ NAXWAZIN PEYAMÊN WAN JI BER ÇEND DEQÎQEYAN BERHEWA HERIN..



11.11.2013 23:53 | nan û av

8. 10-12 NIVÎSKAR GIRÊDAYÎ NE LÊ YEK JÎ TIŞTEKÎ NANIVÎSÊ. bIVÊ NEVÊ MIROV JI XWE RE DIBÊJÊ KÛ EVQAS NIVÎSKAR HÊVIYA SEET 12Ê NE...lAZIM E HÛN PIŞTÎ SEET 12Ê NESEKININ Û HETA SIBEHÊ BIKEVÇIKÊN XWE VÊ TIRŞIKÊ TEV BIDIN..



11.11.2013 23:56 | nan û av

9. Nivîskarên ku ez dixwazim ji wan re aşkera bikim ku bila haya wan û haya raya giştî jê hebe niha 12ê şevê ye.



12.11.2013 00:07 | ceso

10. (bnr: peyamên navbera saet 11 û 12ê şevê)



29.11.2013 17:40 | simurg56

11. nivîskarên ku îşev tirşik şûv û beyar hêliştine..

nivîskarên ku îşev kula helebê di tilî û pêçiyan wan re derketiye..

nivîskarên ku îşev bi xwe re nabînin qene devê xwe li peyvekî jî bigerînin..



03.12.2013 00:32 | endazer

12. nivîskarên ku kar û barên wan hene *



03.12.2013 07:41 | karmatî

13. Nivîskarên ku, me hesret e, em şevbaşek li wan bikin.



25.12.2013 01:22 | ceso

14. Nivîskarên ku bi saya serên wan demekî tirşik di van saetan de dibû toz û dûman. Lê nizanim bi ber bayê kîjan diyar ketin û çûn. Niç, niç, niç.



16.01.2014 00:46 | ceso

15. Niha wê yeko yeko bişiqitin tirşikê!



09.04.2014 23:58 | ceso

16. Dinya ji wan re xweş e, gava ez wan dibînim dikevime nakokîyên çînî û xwe didim benda apê marks..



10.04.2014 00:09 | birho_fîlo

17. Ma ew jî tishtek e!? Va li min bû sibe. De aniha ne ev, em dêrikî pishtî duwanzdehê shevê bi hev re rast dipeyivin. De qey ji ber vê ye.



11.04.2014 03:35 | hemdilaarda

dengdanên dawîn (yên din..)
abdullah kıran [1]
cehşê akademîk. Ji bo îbrahîm reîsî ku kujerê kurdan e û do ji...
cemaeta îsmaîlaxa [1]
Cemaeta ku piştî mirina mahmûd teqle dabû piştî hasan kiliç mir yekcar...
cemaeta îsmaîlaxa [1]
Cemaeta ku ji aliyê seydayê mele ehmedê bicibe we hatiye parçe...
rapa kurdî [3]
li benda repbêjek zîrege. serhado ne xirab bû lê ne afirîner bû. hirme...
cinorek [1]
herkes tê û diçe lê ew li vir e. li vir e nobedarê dara gwîzê tûy...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên ji tirsa şaş nivîsinê nanivisin
» hêviya çepikkirinê ku piştî mirov peyamek dirêj dinivîse tê
» şevên kanûnan

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî