Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
îbrahîm seydo aydogan - tirşik
îbrahîm seydo aydogan
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ewilî zimanzan pişt re rexnegir û nivîskarekî kurd e. li ser zimanê kurdî serê xwe baş diêşîne.



20.10.2013 01:08 | giyanstêr

2. di nava nivîskarên kurd ên vê taliyê de, bi raya min di warî bikaranîna kurdî de kes nagihîje pênûsa wî. . diyar e ku serê xwe pirr baş pê êşandiye û ez ne şaş bim yekem û tekan kurdê ku teza doktoraya xwe bi kurmancî kiriye (ji xeynî wî jî gelek kes hene ku li ser kurdî tez kirine lê bi tenê birêz aydogan zimanê teza xwe jî bi kurdî nivîsiye) gelek tiştên din jî hene, min dil heye bêjim lê xwedê hez bike û emr bide ez ê di demeke nêz de binivîsim



13.06.2014 00:23 | rewnaqa xewle

3. xemxwarê zimanê kurdî ye..

nivîskar, rexnegir û pisporê zimanê kurdî yê ku niha li fransayê dijî û di derbarê kurdî de her û her xebatên xweş û biqalîte dike

di derbarê rewş û ehwalê kurdî de, bi kurdî û fransizî maqalet û gotarên objektîf û serkeftî nivîsandiye û gelek salan di kovaran de (bi taybetî jî kovara zendê ) weşandiye

bi navê leyla fîgaro romaneke wî heye.

vê taliyê jî bi navê guman 1 û guman 2 du pirtûkên hêja yên ku ji xebat û gotarên wî yên kevn û nû berhevkirî û amadekirî ne hatin weşandin..

bîranîn; tê bîra min ji vir sê sal berê hatibû zanîngeha colemêrgê û ez çûbûm li ba wî, wan deman kurdiya min kurdiyeke felişandî bû û bi dû nasîna wî min gelek hewl da ku li pêş bixim, ji ber ku kurdiya wî gelek gelek pêşketî bû û ev yek bandoreke erênî di kesayeta min de çêkir. hetta dikarim bêjim ku di warê axaftinê de tukes nikare bigihîje neynoka wî, gelek herikbar û resen û fesih dipeyive, çendin li ser meseleyên teorîk nivîsandibe jî nivîsarên wê tê fêmkirin û ji vir jî mariv pir baş têdigihîje ku hemû mesele şêwaza nivîsandinê ye

vê taliyê jî hatibû pêşangeha tûyabê ya stenbolê û bi imc tv'yê re jî hevpeyvînek çêkiribû

hevpeyvîn bi tirkî ye haya we jê hebe*



( bnr: http://www.dailymotion.com/video/x2ag52r_7-de-sanat-17-kasim-2014_tv )



18.11.2014 23:35 ~2015.03.30 10:46 | ferhenga şikestî

4. amadekarê programa dersa kurdî ya di kurd1ê de bû. rêze-vîdeoyek bi qalîteyek baş ji destê wî derketiye. di van dersan de, wek mamoste bi dengê xwe li pişt kamera cîh digire.







19.11.2014 00:01 ~2015.04.19 01:40 | qivaro

6. Nuştox, tadayox, rexnewan o. Guman-1 û guman-2 di kitabe ey estî. Mi zaf vaştini kitabanê ey bierîno la pere mi nêvetinî :(



18.02.2015 15:55 | teberkerde

7. Rexnegirek hêjaye min nivîsekê wî di kovara zarema yê xwendîbû û min pir sûd jê girtîbu.



29.12.2019 18:10 | azad30

8. ji bo qenala kurdistan24ê bernameyeka tvyê amade dikir, navê bernameyê pencereya kurdî bû. gelek mêhvanên hêja anîn pêş ekranê; gelek entelektuelên kurd ên ji welêt nîşa me kirin. bername li ser youtubeê jî hatîye weşandin, hevalên ku bixwazin dikarin ji vê lînkê peyda bikin: Here lînkê



29.12.2019 20:45 | xendekî

9. peyvokî + zanistî + mêrdînî = îbrahîm seydo aydogan

vê gavê baş li komxebata kurmanciyê* dixe. nabêje ew birê min e (misto birê wî ye heq e) nabêje ew samî tan e û niza'm çi... hema li wan dide, heta tu bibêjî bes e.



15.04.2020 00:28 | biruya hayao miyazaki

10. Ew û çend hevalên wî, bi navê zanîngeha Kurdî ya online Xebateke nû dest pê kirine. Ji bo mehekê ye û ji bo kesên bixaze li ser kurdî lêkolîn bike ye.
Ji bo hevpeyvînek li ser xebatê:
Here lînkê



28.04.2020 03:18 | afa

11. niha li zanîngeha înalco serokê beşê ye. karê wî kurdî ye, bi qasî mirov ji berhemên wî fêm dike ne tiral e, dema dest bi xebatekî dike berî wî çi hene lê dinêre û wilê dest bi xebata xwe dike (ku ji aliyê zanistî ve jî divê wiha be).

lê hinekî çirr e, gotina xwe texsîr nake ji ti kesî. ji ber wê ye neqeba wî gelek zimanzanên din nebaş e. dişibe kurîbeşkê. kurîbeşk xweşik e delal e, jêhatî ye, lê wilê çirr e mirov deh kes xwe bavêje ser nikare bigre.



28.05.2020 21:51 | kabavêj

12. gava bêjin çima kurd nebûn dewlet, bila vê nivîsê bidin xwendin. ji biçûkan heta mezinên kurdan kengî û li kû bin jiyana hev diherimînin. li ser aloziya xwendekarên înalcoyê û Îbrahîm Seydo Aydogan: Here lînkê

heger lînk xira bibe nivîs li jêrê ye:

Li beşa kurdî ya ÎNALCO’yê çi diqewime?

Dîrok : 25 10 2020 | Beş: NÛÇE

Cemil Oguz


Li Fransayê hin xwendekarên beşa Kurdî ya ÎNALCO'yê li hemberî mamosteyê xwe Îbrahîm Seydo Aydogan daxwazname dan rektoriyê û xwest ew ji kar bê avêtin. Ji derdora ÎNALCO'yê Ali Tanriverdî dijî wan derdikeve û dibêje, "Ev gaveke neyînî ya dijî Aydogan û dijî beşa Kurdolojiyê ye. Ew naxwazin ev her du hebin." Lêpirsînê dest pê kiriye. Li aliyê din Îbrahîm Seydo Aydogan jî xwe amade dike ku dijî wan dozê veke.

DÎROKA ÎNALCO'YÊ

Li Fransayê ÎNALCO zanîngeheke muhîm e. Di sala 1669'an de ji bo wergêrên bi zimanên rojhilat bizanin bigihînin hatiye vekirin. Armanc ew bû ku ev werger dê ji bo balyoz û konsolosên Fransayê yên ku dê werin welatên rojhilat alîkarî bikin. Heta sala 1873'yan ku hatiye girtin ev kar dom kiriye. Paşê dîsa dest bi xebatê kiriye û niha tirkî û kurdî jî di nav de gelek beşên wê hene. Beşa kurdî di sala 1948'an de hatiye vekirin. Di destpêka salên 2000'î de mamosteyê beşa kurdî Michael Chyet bû. Xwendekarên Beşa Kurdolojiyê li dor deh kesan bûn niha gihîştiye 40 kesî. Û niha ev beşa Kurdolojiyê bi sedema nîqaşek û lêpirsînek mijara me ye.

NÎQAŞA LI SER TORA CIVAKÎ

Ji ser tora peyam hatin belavkirin. Mesele hat fêmkirin ku hin xwendekaran li hemberî mamosteyê xwe Îbrahîm Seydo Aydogan daxwazname dane rektoriyê û xwestine ew ji kar bê avêtin. Sedem jî nîşan dane ku wî ew tehdîd kirine. Li ser vê rektoriyê karê Aydogan daye sekinandin û lêpirsîn daye dest pê kirin.

Ji xwendekarên ev serîlêdan çêkirine û ev biryara rektorî bihîstine hinan pîrozbahî çêkirine, hinan gotine "em bi ser ketin, edalet hat cih". Di heman demê de hinên ku dijî wan derketine jî çêbûne. Yek ji wan xwendekarê beşa kurdî yê berê Firat Baran (li ser tora civakî Phiratte Baranne) e ku niha li Komeleya Ahmet Kaya ya li Parîsê dersa kurdî dide. Wî wisa nivîsî bû "Îro heq û edaletê cihê xwe dî!!! Îbrahîm AYDOGANê ku xwendekarên xwe tehdîd dikir, digot 'Hûn qeleş in ezê we ji mektebê bavêjim hûnê bikevin hepsê' îro ew Îbrahîm Aydogan cezayê xwe stand! Îdareya Universiteyê Serokatiya wî betal kir û vê gavê ji mektebê hate dûrxistin. Bijî edalet."

‘HEQARET LI SELÎNÊ KIR’

Me xwe gihand Baran. Baran 5 salan xwendekarên Aydogan bûye. Ew sedemê wisa tîne ziman: "Îbrahim Aydogan beriya havînê saetekê dereng hat ezmuna Kurdî, berdevkê konseya xwendekara Selin jî ser navê xwendekara got gerek e ev ezmûn were notr kirin. Mamoste Ibrahimê ku ji ber derengketina xwe tu lêborîn nexwestibû, jê re got “tu kî yî? Min tu hilnebijartî, ez te nas nakim”. Mesele wuha destpê kir, zanîngehê biryar da ku ezmun were notrkirin. Ibrahim jî piştî vê biryara zanîngehê, li ser Facebooka xwe got 'Li dijî min operasyoneke taybet tê meşandin, çend xwendekar hene, ew kes dê ji mektebê werin qewirandin û bikevin hepsê'. Dû re zêdetirî 10 xwendekara nameyeke giştî nivîsîn ji bo zanîngehê ser vê parvekirina wî, min jî parvekirina wî wergerand ser fransî. Zanîngeh hişyarî da Ibrahim. Havîn derbas bû, serê salê vêca Ibrahim di dersên xwe de şerê xwe dewam kir, dev avête Selînê, dev avête min û çend xwendekarên din. Em hemû ser van êrîşên wî çûn cem rêvebiriya Inalcoyê. Ewî jî em gilî kirin, tewer çûye li dijî min serî li qereqola fransî daye. Welhasil Zanîngeh biryar da ku serokatiya wî were betalkirin û heta komîsyoneke giştî mamostetiya wî bê sekinandin. Gelek tişt nehate gotin çimkî mesele zahf dirêj e. Anegorî ku Selîn dibêje van rojan belkî sibê wê zanîngeh biryara di derheqê Ibrahim Aydogan de daleqîne ser dîwarê agahiyê."

Firat Baran dibêje "Welê dest pê kir lê ji berê de nerazîbûnek hebû ji ber ku wî di dersa xwe de behsa xwe behsa tiştên derveyî dersê dikir" û van lê zêde dike: "Vê dawiyê, xwendekaran qebûl nekirin, çûn gilî kirin. Herçiqas yê neheq ew bû jî, wî hez dikir bi gefan bi gotinên pîs hevala me Selinê bitirsîne û rencîde bike. Piştî van gotinên wî, êdî ber çavê min reş bû. Min got heq çi be ew e, û min pişta Selinê girt."

Yek ji xwendekarên dijî van daxwaznameyan û dijî kesên wisa kirine derketiye jî Alî Tanriverdiye ku li wir wekî Ali Xwedêda jî tê nasîn. Tanriverdî ji ser tora civakî re bersiva wan dabû lê Firat Baran bi gotina "Tu îşê xwe binêre" ew vegerandibû. Me xwe gihand Alî Tanriverdî jî.
'MIN HETA NIHA NEDÎTIYE WÎ KES TEHDÎD KIRIYE'

Tanriverdî li Stenbolê Zanîngeha Marmarayê dixwîne, li Zanîngeha Bîlgiyê mastirê dike lê tê avêtin û ji ber hin sedemên siyasî diçe Fransayê. Ji ber kurdiya wî Aydogan jê dixwaze ku li zanîngeha wan xwendina xwe bi kurdî bidomîne. Tanriverdî ku birê wî çar salan xwendekarên Aydogan bû, ew jî li wir dest pê dike, salek dixwîne.

Tanriverdî pêşî balê dikişîne ser meseleya ezmûnê û dibêje, "Mamoste Îbrahîm Seydo Aydogan mirovekî baş e. Min heta îro nedîtiye kesek tehdîd kiribe. Demek ezmûna mamoste Îbrahîm Seydo Aydogan hebû. Mamoste di xew de maye, dema xwe de nehatiye. Ji xwendekaran re gotiye dîrokek hûn eyar bikin, ez wê dîrokê de ezmûnê çêbikim. Wan jî gotiye 'Na divê tu li gor dersên me notan bidî me û me derbas bikî'. Wî jî ev qebûl nekiriye. Dîsa Firat Baran, Selîn Gamze Kayak wan ji Seydo xwestin li nava Kurdolojiyê beşek din a kurdî bê vekirin ku ew têde dersê bidin, lê Seydo ev qebûl nekir û ji wan re got 'hewce bike em îlan didin, li gor rêgezan ders tê vekirin, mamoste têne qebûlkirin, gotina wan qebûl nekir'. Ev jî sedemek e. Dibe sedemên şexsî jî hebin lê serê pêşîn mesele ji vir qewimiye. Û niha sedema din jî heye li wir tevgerek dijî Beşa Kurdolojiyê heye."

'DIXWAZIN AYDOGAN Û KURDOLOJIYÊ TÊK BIBIN'

Alî Tanriverdî par ji Beşa Kordolojiyê veqetiyaye lê bi xwendekarên wir, bi wê beşê re têkiliyên wî hene û wan nas dike û dibêje, "Beşa Kurdolojî van salan gelek pêş ket, hin derdor hene vê naxwazin. Dekanek wir ku ermen e û cîgir jî tirkek e, ew her du van tiştan organîze dikin. Wan bi xwendekaran ev daye kirin. Bi ya min, bi piştgiriya wan serê vê meseleyê Selin Gamze Kayak û Firat Baran dikişînin. Jixwe piştî unîversîtî biryara rawestandina karê mamoste Seydo da, van cih de pîrozbahî çêkir. Mamoste Seydo çi ligel rektorî xeber daye em nizanin lê wan ew axaftin ji ser tora civakî re belav kir. Ew ji ku vê dizanin? Belkî mamoste Seydo hay jê tune lê mesele ne tenê li hemberî wî, hikek jî li hemberî Kurdolojiyê ye. Beşa Kurdolojî heta çend sal berê xwendekarên wê 10-12 kes bûn, niha mamoste Seydo ew derxistine 40'î. Berê Seydo kes ji lîsansê mezûn nedibû, tenê par Seydo 8 kes mezûn kirin. Ewên tirk, rêveberî vê yekê hezim nake. Mesele hemû dijî vê ye. Di beşa Kurdolojî de mamosteyek me ji Harvardê mezûn e, yek ji zanîngeheke baş a îngilîz. Mamoste Seydo gelek ked dide, kesan digihîne. Beşa Kurdolojî hinek xurt bûye, ew kes naxwazin Beşa Kurdolojî xurt bibe."

Tanriverdî dibêje min jî ji rêveberiya zanîngehê re mailek şand, têde got ev salek e ez xwendekarê Seydo Aydogan im, birê min çar salan xwendekarê wî bû, min rojek nedît wî kesek tehdîd kiribe. Her wiha Tanriverdî dibêje rêveberiya zanîngehê bersiva wî daye û gotiye wan mamoste ji kar dûr nexistiye, pêvajo didome, dê lijne biryarê bide.

AYDOGAN: QEDEXEYE LI SER DOZÊ TIŞTEK BÊJIM

Îbrahîm Seydo Aydogan li nav qada kurdî kesekî naskiriye. Ligel mamostetiya xwe gelek pirtûkên wî hatine weşandin. Wî îsal ji ser tora civakî re gelek ders da xwendekarên Zanîngehên Rojava jî. Li gor agahiyan nêzî 400 xwendekarên zanîngehê beşdarî vê yekê bûn. Her wiha ji ber statuya fermî ya ÎNALCO'yê wî ders da hin kesên ku ji bo bikaribin li Almanyayê mamostetî bikin. Li gor agahiyên ku me dan hev, berî serokatiya Aydogan hema bêje kesên master girtine nîn bû, lê ji dema ku ew li ÎNALCO'ye ye heta niha 6 kesan master girtiye. Me xwest Aydogan ji bo me qala meseleyê bike.

Bi telefonê me xwe gihand Mamosteyê Kurdolojiyê Îbrahîm Seydo Aydogan û me xwest meseleyê zelal bike. Lê Aydogan tenê got: "Ji ber ku doz hessas e û dewam dike, û qedexe ye ku mirov li ser vê dozê tiştekî bibêje, ez nikarim niha agahiyan bidim, lê gava ku xilas bibe, ez ê hingê, heger derfet hebe, daxuyaniyeke giştî belav bikim. Ji bo pirsên din, hûn dikarin bi awûqatên min re bipeyivin.”

Wê rêveberiya zanîngehê çi biryarê bide, parêzerê Îbrahîm Seydo Aydogan dê bikaribe çi bike, çi encamê bi dest bixe, piştî van dê di rewşa beşa kurdî ya ÎNALCO'yê de çi guherîn çê bibin hê kes nizane, lê wisa diyar e di rojên pêş me de dê diyar bibin. Emê jî bişopînin.



01.11.2020 21:08 ~21:15 | ezcan

13. Dibêjin gotinên wî û kirinên wî ne karê camêran e. Gellek rexne li ser wî hene. Di sala 2020an de zanîngeha INALCO ew ji dersan dûr xistiye. Salekî ye nikare bikeve zanîngehê û dersan bide. Di pêşerojê de em ê bibînin ka çi derdikeve.



05.08.2021 14:55 ~14:56 | bayê kurdo

Hemûyan Bixwîne