Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
sansur - tirşik
sansur
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ew tiştê ku di jiyanê yên ramanger û ez jê acizin...min nêrt ku moderatorên tirşikê jî mîna peywirdarên rtükê, heyeta sansurê dixebitin. ji ber fikra ku di tirşikê de azadî heye min hewl dide ku bibim alîkar, lê min dît ku ew dikarin hemû heqeret û dijûnan li PKKê û ocelan bikin lê min nerîna xwe û baweriya xwe ku min li rûyê ibrahîm güclü jî gotiye nivîsan, jêbirine.



li ba sansurkaran karê min nîne heyran, hûn û güclü efendi û hemû dijberên pkk li hev pîrozbin.



19.10.2013 01:51 | dîno

2. berevajî îdîayan tişta ku li tirşikê tune ye, ye.

sedema jêbirina peyama li mijara ibrahim güçlü ew e ku peyamê rasterast dijûn dihewand. ku îbrahîm guçlu bibe endamê tirşikê û bi heman şêweyê bersiv bide, wê ferqa vê platformê ji qehwexaneyê û ji meclîsa tirkiyê, nemîne.

rexne heta dawîn serbest e, heta reşkirinê re jê hema bêje tu tişt nayê gotin lê dijûn û çêrên rasterast nikarin werin parastin. ev yek ne têkildarî fikrên siyasî ne. ji bo kê be jî, wê ev zagon werin sepandin.

ku nehatibe sepandin, dikare were ragihandin û ger dîsa nehatibe sepandin wê demê tirşikvanek dikare bi vî awayî gilî û gazincên xwe bike.

lê gelo kes dikare ku bêje "li vir ji bo fîlankesî rasterast dijûn hebû û min got lê te jê nebir"

ku kes nekare tiştekî wisa bibêje, kes nikare îdîa bike ku li vir neheqî û alîgirtin heye.



19.10.2013 11:28 | simurg56

3. tişta ji bo gotina xwe ferz bike tê bikar anîn. di tirşikê de tu kes nikare dijunan li yekê bike ji xwe di jiyanê de jî ev ne tişteke bê parastin e. hinek kes bi sansurkirinê ya xwe ferzdikin û hinek kes jî bi gotina pêşî lêgirtina min sansur e ya xwe ferz dikin. di tirşikê de helbet wê kesê ji pkkê hez nakin jî wê hebin û yên dixwazin ji ibrahim guçlu re dijunan bikin jî wê hebin. tu heqê kesî tune ku van du aliyan berde hevudin û nebuna yekî ji bo hebuna xwe ferz bike. weke din jî di nav moderatoran de ji her du aliyan tên behskirin jî mirov hene.



19.10.2013 16:09 | azadixwaz

4. 1: min ta niha neditiye kurdek ji şerefsizkochîsarê re bêje, şereflikochîsar, ku kurdek gotibe û min nebihîstibe, ew sedî dused bêşerefe. De vêga ger kurdek li şerefsizkochîsarê "doxmîş" bûbe, 40 milyon kurd bibin şahid jî, bi qûran, bi tewrat, bi incîl, bi zebûr, bi zend-avista, bi mishefa reş, bi das kapîtal, bi şivanê kurmancan û bi hemû pirtûkên kurdî yên helbest, çîrok û romanan, nikarin îspat bikin ku kurdek nihaye dayika wî.



2: weke min gotibû, min heman gotinên ku di bingehaxwede sedî hezar rastin li rûyê şerefsizê kochîsarê jî gotibû, tu bersiv nedabû bêşerefê we yê şerefsizkochîsarê. Ew dîmen di destê min de ne, dema hesabê min ê faceboookê hebû min parvekiribû. Ezê carek jî li vir biweşînim bi deng û bi dîmen.



3: ez şagirtê apê mûsa me, her gotina xwe bê ku bidim çirtvîtkan, yekser dibêjim. Ne bi qandî Apê xwe yê mûsa jî be dijûnkarekî qencim, kî heq bike terpiyê jina wî li serê wî digerînim; ya diya wî li serê sedhezar bavbê wî.



4: gelek heqaret û dijûn hene ku li vir li hember tevgera azadiya kurd hatine kirin, nikarim têkevim pey qûna kesên heqaret kirine û wan ji we re zevt bikim oxlêm, ku têkevim pey qûna wan, qûna wan sexlem ji destê min xelas nabe. Hûn mêr û camêr bin, vana bibinin, na, ger mêrbûn û camêrbûna we ji lasayîkirinê pêk tên, bidomînîn oxlêmmm.



5: vêya jî qenc bizanin, ez kurdim. Ne endamê pkkê me. Dema heq dikin, ne weke qebraxên ku serê xwe dixin qûna qehpikên ku difiroşin, wek mêrên ku kîrê xwe didin ber pozê neyar, li rûyê wan dibêjim rexneyên xwe.



6: kesê ku ne tirşikçî be, îsê wî li nava tirşikvanan nîne.



7:ên ku nizanin xirê xwe û xiyaran ji hev derînin bûna moderator li tirşika ku ji wan re mîna "fildîşîqûle" ye qardaşim..!!!



8: ên ku 400 pirtûkên kurdî xwendine û yek ji wan begenmîşnekirine bûne fermandarên ferman dayîna wêje û wejevanên kurdî, de biçirînin..!



9:Sîmurgê ku tirşikê wek çiyayê qaf dibîne û hemû nivîskarên ku li tirsikê dinvîsin jî teyr û çîvîkên ku tabiêwîne, gotiye:"ku îbrahîm guçlu bibe endamê tirşikê û bi heman şêweyê bersiv bide, wê ferqa vê platformê ji qehwexaneyê û ji meclîsa tirkiyê, nemîne."

1: qey sîmurgê simirmiran nizane ku haqaretên ji devê bênamûsan ku li kesên bi xûna xwe û xûdana xwe doza kurd û kurdistanê meşandine tên kirin, dijûnên ku li erd û ezman qebûlkirina wan nîne nin?

9/1: sîmurgê tavreşkê nizane ku qebrax li derekê yekîtiya xwe bi qebraxî li ser qehpetiyan ava bikin, ew der mala xwedê be jî dê ferqa wî cihî ji kerxanê nemîne,mîna tirşikê.





10: ger heqeret di kirasê rexneyê de werekirin, ger keda mirovan yên li ser ciwanê yê, yê li ser mal û milk, yê li ser emirê xwe dane gelê xwe, biîxanetê were binavkirin ji aliyê qebraxên di kirasê namûsê de, em jî dê bizanin rasterast, bê ku yawşaqlaşmîşbibin, bê ku qûna xwe di hinan de bidin gotina xwe rasteras bêjin oxlêm.



11: ê ji gotina me acize, ger bi qandî zerreyekê haysiyet pêre hebe, mecbûre hemû peyamê me jê bibe. Me ji nava garana xwe derxe û li gor mîzaca xwe di axûra xwe de qantirên xwe bibezîne!



20.10.2013 00:48 | dîno me

5. li gorî pênasa wikipediayê sensûr, ev e:



"...Sensûr (ji peyva latînî censura ya ku tê wateya sergirtin, pêşîlêgirtin, sehêt(kontrol) kirin), peşkînan û qedexekirina ku ji hêla dewlet, desthilat û hikûmetekê ve li ser raman, ziman, çapemenî, weşan, şano, fîlm û hwd tê kirin...

...Sensûr di dema ku pêşî li hatina hizireke li ser ziman were kirin û newê hiştin ku were ser ziman, hingî, dibe..."



tişteke seyr e ku di wikipediayê de raveya sensûrê di kurdî de, ji piraniya zimanan zêdetir berfirehî hatiye amadekirin. ev jî nîşan dide ku kurd çiqas rastî vê kirinê hatine. lê tirşik bêguman ne ji platformên sensûrker e. çima?



ji ber ku;



- kesê ku bikare bêje ramanên min hate astengkirin, tune.

kesên ku dibêjin dijûnên min hatin jêbirin, hene. ev ne sensûr e. parastina asta nîqaşê û garantiya gûftûgoyên di çarçoveya rêzdariyê, ye.



- kesê ku bikare bêje moderator hemû ji fikrek û nifşek hatiye bijartin, tune.

him ji aliyê dînî, him jî ji aliyê siyasî û civakî û jiyana rojane ve, ji hemû derdoran moderator li tirşikê hê ji niha ve, heye. moderatorên me aniha ev kes in:

simurg56 (https://www.tirsik.net/a/simurg56)

brusk56 (https://www.tirsik.net/a/brusk56)

azadixwaz (https://www.tirsik.net/a/azadixwaz)

endazer (https://www.tirsik.net/a/endazer)

elegez (https://www.tirsik.net/a/elegez)

înano lo (https://www.tirsik.net/a/înano lo)

kurdane (https://www.tirsik.net/a/kurdane)

ceso (https://www.tirsik.net/a/ceso)

gernasnenas (https://www.tirsik.net/a/gernasnenas)



kesên dixwazin dikarin ji profîla nivîskaran, peyamên wan bixwîne û bizane ku her yekî ji hev cûda ne.



- kesek tune ku bikare bibêje ku hemberî jêbirina peyama wî, peyamên dijûnker yên ku ji aliyê wî ve hatiye gilîkirin, nehatie jêbirin.

jixwe, heta niha tevde 4-5 peyam ji ber ku tê de rasterast dijûn li kesekî hatiye kirin, hatine jêbirin.

peyam dikarin rexne, reşkirin, derew bihewîne. lê peyamên ku bi hildana navê kesekê û rasterast dijûna dike, him tama ferhengê xerab dike, him qalîteya nîqaşê kêm dike, him jî li gorî zagona hemû dewlet û sazî û rêxistinan qedexe ye.

heta niha hin kesan jî xwestin ku hinek peyamên derbarê dînê îslamê de jî werin jêbirin, lê ji ber ku peyaman tenê rexneyên tund dihewand lê tê de dijûn vs. tunebû, peyam nehatin jêbirin û loma nivîskar dev ji tirşikê berdan.



ya seyr ew e ku her du meseleyan de jî (dînî û siyasî) ez bixwe jî eslê xwe de aligirê aliyê ku şikayetê dike, me.



welhasil, ne hewce ye kes xwe dîno mîno bike. li vir li tu kesî bêheqê nehat kirin û azadiya derbirîna tu kesî nehat astengkirin û wê nebe jî. format û zagonên tirşikê ev e.

(bnr: armancên tirsik.netê)



20.10.2013 11:29 | simurg56

6. qanûn û qayîdeyên tirşikê belÎ ne û ji berê de hatine danîn.. tu kes di tirşikê de nikare rasterast navê kesekî -çi meşhûr û ji nav xelkê- hilde û jê re çêr û dijûn Û sixêfan bike.. eger di nav peyamekî de dijûnên rasterê ji bo kesekî hebin mafê her moderatorekî ye peyamê jê bibe û her nivîskarek jî dikare peyamên derî formata tirşikê yên li ber çavan ketî ji bo moderasyona tirşikê ragihîne..



ez ê dirêj nekim berê li ser hesabê facebookê yê hevalekî ji bo îdîa û rexneyên berken bereh yên li ser tirşikê min kurtenivîsek lê kiribû ez ê wê nivîsê li vir jî parve bikim..



''mamê Berken ev çax û hemû çaxên te bi xêr bin..

heçî bûyî endamê tirşikê piştÎ ku navê xwe yê bikarhêneriyê û şîfreya xwe rast binivîse dikare têkevê.. heta niha tu nivîskar/endam di tirşikê de nehatine sansûr kirin û asteng kirin û ji bilî çend peyamên ku tê de rasterê çêr û dijûn ji bo ji bo nivîskarên din ên tirşikê hatibûn kirin tu peyam jî ji nav nehatine birin û neahtine serwinda kirin..

tirşikê formata xwe û konsepta xwe ji ferhengên înteraktîv yên tirk yên wekê ekşisözlük, uludağsözlük, itisözlükê filan wergirtiye.. ferqa tirşikê ji van ferhengan tenê zimanê wê yê.. zimanê ferhengê safî kurdî ye û derî û dergehê tirşikê ji bo zaravayekê kurdî li piştê ye.. armanca sereke ya tirşikê bi kurdî rojeveke kurdistanî di nav derûdorên kurdînivîs de çêbike.. yanî bi zimanê kurdî li ser bûyer û qewimîn û rûdan û kes û kesayetên aktûel yên li kurdistan û cîhanê guftûgokirin e..

tekane şert û egera bûyîna nivîskariya tirşikê karîn û şiyana nivîsandina bi kurdî ye.. yanî heçî kesî dikare bi kurdî binivîse dikare di tirşikê de bibe nivîskar û tekane bariyer û barîkata sansûrê di tirşikê de çêr û sixêv û dijûn in.. yanî kes nikare bêje filanles dêqehb e an ez ê bikutim nizanim çîka nîzanim kê de.. lê heçiyê bivê dikare bêje filan nivîskar bi kêrî seriyek pÎvaz nayê an îslamiyet dînek paşvemayî ye an xwudê tunîne an ocalan xayîn e.. filan.. yanî tirşik hinekî bêedeb e û tenê ne cihê edebiyatê ye..

heçî kesê dixwaze bi navê xwe yê nûfosê dinivîse û heçÎ dixwaze jî navûniçikekî ji bo xwe dibîne û bi wî navî dinivîse.. dîsa heçiyê dixwaze derheqê xwe de tu tiştekî nabêje û heçiyê dixwaze heta paşnavê diya xwe ya qîzaniyê jî dinivîse.. yanî nivîskarên tirşikê di warê xwe veşartin û xwe eyankirinê de serbest in û bi dilê xwe ne.. ji xwe ne heddê me yê em bi dû gbt û ip'ya tu kesî bikevin.. di tirşikê de ûslûba nivîskaran nasnameya wan e..''



di nav salekî de xwendina min a nêzî 400 kitêbên kurdî min nake otorîteyê tu tiştekî.. ji xwe heta niha tu carî li tu der û deverî ez bi îdîayake wihareng ve ranebûme.. ez ne alîgir û sempatîzanê tu hêz û hizbekî me.. tişta li gorî min şaş be bêtirs û perwa û bi dilek azad dikarim bêjim şaş e.. armanca min a sereke ya ji jiyîn Û nivîsandinê biservebûna heqqî, heqîqet û heqaniyet û edalet e.. yanî ez bi tu tiştî ve negirêdayî me ne bi kurdî ve ne bi kurdistanê ve ne jî bi îdîa û îdealên siyaseta kurd ve.. berevajî hinek camêran berî her tiştî evd û evdalek ê Xwudê me û insanek im.. û ji pencere û perspektîva teheqûqkirina heqîqetê û tesîskirina edaletê li mefhûmên dinyayê dinêrim..



heta niha bawer nakim ku tu kes bi payeya min a moderatoriyê hesiyabe.. wek moderatorekî tenê tişta ku ez dikim daxwazên nivîskariyê ya çomezan qebûlkirin e û sererastkirina şaşiyên gramer û îmlayê yên di nav peyam û mijarên di tirşikê de ye..



20.10.2013 19:41 | endazer

7. bi kirdî: eger nuşteyêk de raste rast heqaret bi şexsîyetê merdimêk bibo, gereka o nuşte bêro pak kerdene. no qaîde heme dinya de ana yo. goreyê fikrê şexsî yan zî îdeolojîyan nêvurîyeno. tirşik gereka cayê heqaret û nengan nêbo.



bi kirdasî: eger di nivîsekî de raste rast heqaret bi şexsîyetê merivekî bibe, gerek ev nivîs were paqij kirin. ev qaîde li hemû dinyayê de usa ye. li gor fikrên şexsî yan jî îdeolojîyan naguhere. tirşik gerek cihê heqaret û çêran nebe.



20.10.2013 21:57 | kurdane

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» sansur

Kategoriyên mijarê:: rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî