Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
peyama cejnê ya qeymaqamiya licê - tirşik
peyama cejnê ya qeymaqamiya licê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "HEMWELATIYÊN NIRXDAR, Cenj; parvekirinên xarinê, xemgîniyê ,êşê, tenêtiyê û pêşerojê perçinandina hazkirinê û rêzdayînê, hestên neteweyî û olî, bawerîyên, sepandina deb û nêrîtîyê; teşebûna hişmendiya netewebûniyê, yekbûn û bihevrebûyînê, biratî û hogirtiyê di xweda di hewine. Ji dil de ez cejna we ya qurbanê pîroz dikim"



Peyama ku him bi tirkî û him jî kurdî hatiye dayîn. Bo saziyên dewletê gaveke pirr mezin e lê Pêdivî pê heye ku ev careke din jî li kurdî bê wergerandin.



18.10.2013 22:01 | ceso

2. (bnr: değerli)

(bnr: nirxdar)

(bnr: hêja)



peyama ku li mirov dide fikirandin ku qeymaqamiya lîceyê mijara me ya hevoka kurdî ya herî dirêj xwendiye.

henek menek, heye ku vê carê jî armanca wan wisa be "vaye me vê carê bi temamî kurdî nivîsand lê tu kesî fêhm nekir. kanî kurdî zimanek serbixwe û yekgirtî bû?"



18.10.2013 22:15 | simurg56

3. peyama herî xweşik a min vê eydê bihîstiye ye . lê ger netewa ku di peyamê de derbas dibe, netewa kurd be .



19.10.2013 21:04 | brusk56

4. peyama bi peyv û peyv ango modamod li kurdî hatî wergerandin. weke wergera googleê ye*. peyv li kurdî hatine wergerandin lê rihê peyamê qet neguherî ye, ji wê derê diibêje ez bi tirkî silavan li we dikim.



19.10.2013 21:28 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyama kurd

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî