Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 23 peyam
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas - tirşik
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. heval ji Afrîkayê ye û bi kurdî jî dizane. tirşikvanek hêja ye.

(bnr: kurmancî axaftina afrîkayîyan)



;pp=ygUqdXZ1dndldndldndlIG9ueWV0ZW55ZXZ3ZSB1Z3dlbXVid2VtIG9zc2Fz



13 roj berê 12:37 ~12:39 | keloş

2. vidyoya ku ne komîk e û tam tersî wê, canê mirov diêşine. tenê nijadperestî ye, ne tiştekî din!

pêşniyara min: ev nivîskar bila ji xwe re navekî din bibîne û ji min re binivîsîne.



13 roj berê 13:24 | mergehez

3. tirsik.net jî ji vê vîdyoyê hez nake.. ev çi qilo pilo ye di bin vîdyoyê de

(bnr: telomelo)
(bnr: xwaromaro)



13 roj berê 15:55 | keloş

4. Slav kek mergehez. Min te fêm kir û ji bo bîreweriya te, te pîroz dikim. Navê ossas ya rast "David Igwe osas" e. Ne nîcka min ya niha ye. Zilam henekvanekî ji Efrîkayê ye û ji bona vê vîdeoyekê wilo kişandiye.




5. Heta ku min ev vîdeo dît, min digot qey vî tirşikvanê nav-dirêj bi awayekî rondomî ji xwe re ev nav dîtiye. Mdmdd helal be jê re çawa kariye wan gotinan derbasî nivîsê bike.:dd



12 roj berê 22:58 | bayê xerbî

6. Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye. xortê li ber kamerayê jî afrîkî ye, wekî din dawiya vîdyoyê û muzîka vîdyoyê jî nîşan dide ku hemî tişt sexte ye. dema Afrîkî henekên xwe bi Afrîkîyan dikin ev nijadperestî ye? Her gel xwedî henekên wisa ne ;)

Nexwe... gava Erdal Kaya henekê xwe bi bav, dê û mamên me dike, kenê te nayê?? bi giştî li ser me kurdan wek kurdekî henekan dike.. Ma ew tiştek xirab dike?

Ez bi xwe ji ber navê sosret jî nekeniyam, lê dema ku mêrikê pişt kamerayê dest bi giriyê kir û uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas jê pirsî: çi diqewime? çima tu niha digirî? ... kenê min hat.

Ez difikirim ku mirov tenê dema ku tiştek ji wî/ê re pîroz be, nakene. Wekî din Gelek kes hene ye ku ji tiştekî hez nakin jî dikenin, mînak nijadperestiyê hez nakin, lê dîsa jî ser henekên nîjadê dikenin...

Hişyarî: hin henek an pêkenokan sînoran derbas dikin û divê pir cidî neyên girtin! Hevalên wê gerek bi niyeta wê zanibin ku heneka we fam bikin. Ji ber vê yekê henekên hesas tenê bi kesên ku hûn bi wan re dikarin bikenin parve bikin.

(bnr: navê wî xweş e)



12 roj berê 13:15 ~13:36 | keloş

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
belki ev jî bala te bikişînin
» uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî