Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
tutunamayanlar - tirşik
tutunamayanlar
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. du serlehengê wî heye: selim ışık û turgut özben.

romanekî bifikirin ku tenê bi aforîzma yê hundirê xwe, xwendekara dibetilîne: ev şaheserê oğuz atay, tutunamayanlar e. li ba min ev romana navê wêjeyA TIRKÎ YE. romanÊn DIN KUNDIRÊN ROJA BÊHNA ME TENG DIBE TÊn XWARIN. JI XWE RAST DIBÊJIN ziman Û wÊjeya selim ışık. ne zêde. dibe ku ev hindik be jî.



(bnr: selîmê ku tenê û tirk)**

xWedêyo çawa BÊ JI BER KIRIN hestiyên latinî yê MIROVÊ KU ERebî dua dike?*



û hevokên hezaran ku ez nikarim bi kurdî wergirînim... ê herî xweş belkî jî:



benim canım insanlarım *



û ez ditirsim ku selîmo nemiriye. di nav bedena min henekê xwe bi dinya re dike.



17.10.2013 00:29 | biruya hayao miyazaki

2. Romaneke ku min hê û hê û hê jî nexwendiye.

Pêşniyara min yên ku dikin û nakin devê wan ji gû dernayê



17.10.2013 01:35 | ceso

3. yên xwudêjêstandî pêşniyarek baş e li gorî min.. lê yên pêgirtî jî ne xirab e..



17.10.2013 20:54 | endazer

4. (bnr: yên ku dayîkên wan lawo dikin)



17.10.2013 21:02 | seranser

5. min pirtûk nexwendiye lê bi qasê min xwendibe ji pirtûkê hayîdar im.. saya serê hevalên ku li ser facebookê heta êvarî monologên olric û efendiyê wî parve dikin.. hazir mijar vebûye dixwazim bêjim ku min seyra rêzefîlma lostê jî nekiriye.. lê bi gotinên hevalan navê hemû karakterên rêzefîlmê dikarim ji ber bixwînim..

hevalê hevalê min ê malê navê çûka xwe ya muhbetê kiribû olric



17.10.2013 21:11 | endazer

6. Dibêjin ev demek dirêje nivîskar Dîlawer zeraq li ser wergêra vê pîrtûka oguz atay disekine...em dibêjin jê re qawet be!



17.10.2013 22:09 | mem alan

7. pirtuka ku ne tenê li tirkiye, li dinê jî heta ku hatiye nivîstin emsala wî nîne ye. yekem pirtuka oğuz atay e lê bi serê xwe çeşnekî edebî pêk anîye. bi tevayî bi pirtuka yusuf atılgan ya bi navê aylak adam re tê behs kirin ji ber ku di her du pirtukan de jî hêmanên psîkolojîk yên bi metodakî wek hev hatine nexşandin hene.



17.10.2013 23:25 | saladin

8. navê xwudêjêstandî ji ber wergera kurdî kenê min anî û ne xerab e jî. navê bi latînî yê ku atay bi xwe dayî ye disconnectus erectus e.



17.10.2013 23:28 | saladin

9. berhema stûr ku berî gelek salan ketibû destê min lê min hêz xwe de nedîtibû ku bixwînim.

yek ev yek jî (bnr: sofi'nin dünyası).

lê îro li tirşikê ewqas pesna wê hat dayîn ku hindik ma dev ji nobet mobetê berdim û xwe bavêjim pirtûkxaneyekê.

henek menek, daxwaza xwendinê bi min re gelekî çêbû. îşelleh demek nêz de bixwînim ku li van deran me nezan nezanin *



17.10.2013 23:33 | simurg56

10. emsalê pirtûka bi navê oblomova ji aliyê ivan goncharov ve hatiye nivîsandin.



07.03.2014 20:34 | kevçiyê dil

11. navê pirtÛkeke oğuz ataye. lÊ 700 rûpel çi ye yaw. qey tu naxwazî kes bixîne.



09.05.2014 01:48 | mergehez

12. berhemek qedirbuhaye ku ji bo min bûye lûtkeya edebiyata tirkî ango pîvana edebiyata tirkî. Heta ne tenê di qada edebiyata tirkî de di edebiyata cîhanî de jî reng û rûyek nû aniye, li edebiyatê tiştek mezin zêde kiriye. Bi rastî her çiqas çavê me li gelek cihan pêketibe û bi jêgirtinên wê xwe mîna pirtûk hemû xwendî hesab kiribe jî û me ev berhema di hiş û mêjiyê xwe de mîna berhemek asayî û ji rêzê sêwirandibe jî ne tiştek wisa ye. Her rûpelê de , her risteyê de, her hevok û het peyvê de bi awayek efsûnî min xistiye bin bandora xwe. Bi kar anîna zimanê wî yê bi berfirehî em fêm dikin ku ne xwestiye xwendevanan biêşîne ne jî xwe ji lîstik û sêra wêjeyê dûr bixe. bi vegotin û teknîkên cûr bi cûr, bi ceribandinên gelek serkeftî, tinaz û tiranê ye xwe bi dîrokê kirin û dîsa bi nêrîn û qaîdeyê xwe anîn ziman... Yanê welehî niha ez çiqas peyvê bînim ba hev ji bo vê berhemê dê her kêm bimîne. Ev gotina klasîk ku dibêjin "min nedixwest pirtûk biqede" cara ewil min di vêya de hîs kir. Ne ji ber bûyer û çîroka romanê, min dixwest ev ziman û lîstokên wê yê ku êdî hedê xwe derbas kiriye pê hebekê din jî tehma dev û mêjiyê xwe xweş bikim. Ne ku ez mîna xwendevanek aşiq û sewdaliyê zimanê tirkî xeber didim, ev berhema mîna ku min got berhemek cîhanî bû ji bo min. Dihêla ku xwendevan di derheqê zimanê xwe de jî nêrîn û saloxên nû li ber xwe bibînin û zor bidinê.

Beriya ku bi kurtasî çêlî romanê bikim dixwazim vê fikra xwe jî par ve bikim: Dema ez bi agahiya ku ev pirtûka berhema ewil ya nivîskar e hesiyam ev tişta hate bîra min, nizam kê gotibû lê helbet yekê/î navdar tiştek nêzî vêya gotibû "divê berhemên ewil yên nivîskaran neyê hesabkirin!". Lê heke em vê berhemê ji nivîskar biqetînin nivîskarê me dê gelek kêm bimîne.

Roman derheqê "selim ışık" ê ku hevalê "turgut özben"î de ye. Hema di serî de bime dide zanîn ku selimî xwe kuştiye û hevalê wî yê rojnamevan yanê turgutî jî di derheqê wî de dest bi lêgerîn, lêpirsîn, tomarkirin û nizam çikan kiriye. gelek tiştan jî berhev dike. Bi heval û hogir û dostikên wî re daxive, ji wan nivîsan dixwaze, nivîsên ku selimî daye wan ji wan dixwaze û wa bi me re jî par ve dike. Beriya her tiştî bi van hereketê xwe dixwaze mîna wî bibîne, mîna wî hîs bike, mîna wî bifikire, mîna wî hez bike, mîna wî tevbigere, mîna wî hêrs bibe, mîna wî mîna wî mîna wî û hey mîna wî... Bi mejî û xeyalê me de jî di derheqê selim de profîlek ava dibe. heta di pir cihan de em dibêjin "ev ez im, ev kertiya min e, ev hezkirina min e, ev hestiyariya min e, ev kenê min e, ev giriyê min e, ev fikirê min e, law ma ev ez im!". Selim merivek gelek zîrek û ziravbihestiyar e, ev dinya ji bo wî îşkencexaneyek mezin e. Û ew jî nema debar dike xwe ji her tiştî û her tiştî jî ji xwe xilas dike...

Dûbare dibêjim ku tu peyv têrî nake ku vê berhemê bînim ziman, ku ewê dibêjin ohooo te jî zêde kir loo bila derdê çêjgirtina ji vê berhemê li xwe bar bikin û yekser bixwînin ka bê ez behsa çi dikim*



13.12.2021 13:05 ~2021.12.14 19:53 | rizgarm

13. Pirtûka ku dema medrese, heta min xwendîye çavê şeytên derketiye û bêxwedîkê kezeba min reş kirîye. Pirtûk xweş e, mijar balkêş e lê yabo yadê gelek depresîf e wilo meriv pê xemgîn dibe, dikeve nav hizrên kûr û dûr...



14.12.2021 11:09 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tutunamayanlar

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî