Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 83 peyam
dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin - tirşik
dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ev rewşa nû ye. Hûnê fêrxane de bimînin. ne ji ber ku ji tirkî hez dikin, Armanca wan asîmîlekirina zarokan e. Hê tirk tirkî nizanim veca kurdên me ê 70 bistînin?

Eşit: ez niha otobusê de me, mixabin kurdên me tirkî ji tirkan behtir dizanin.



27.09.2023 10:42 ~10:51 | horhorik

2. Adetek nû nîne adetê dîsa rastkirine berê jî tiştek wiha hebû beraj/bendava dersa turkçeyê 45 bû yê dibinê vê hejmarêde bistenda dibistanê derbas nedikirin lê hinek mamosteyên dilbirehm hebûn derbasdikirin.. lê ev sîstemek ne bixwedayîye ez dema li lîseyê bûm heft heb 0(sifir)ê min hebûn dersa min a türkçe 3-4(60-70) bû kurên bê namûsan min derbasnekirin *



27.09.2023 21:53 | shorbevan

3. Bi fikra min, eger em bi çavê kurdekî/ê li meselê binêrin ji bo Kurdan ev benda ji dersê derbasbûnê problemeke mezin nîn e, wisa an jî wiha dê bi awayekî mecbûrî/kotekî fêrî zimanê wan bibe lê metirsiya mezin ji bo me ew e ku hêj zarok di çar-pênc saliya xwe da dikevin ber destê wan bi rêka van fêrgehên pêşdibistanê yanî hêj perwerde ji malbata xwe wernegirtî, hêj hînhatinên malbata xwe, diya xwe bavê xwe wernegirtî/fêr nebûyî perwerdeya wan werdigirin. Bê bingeh dimînin rasterast zarokan li gor hizra xwe mezin dikin, çawa bixwazin tînin wê xalê, nexşeyên bi dilê wan e dixin binhişê zarokan herwiha ev rewş bo navan, hobîyan, henekan, rabûn-rûniştin her wek dîn jî derbasdar e.
Çiqasî zû dest pê bikin ji bo wan baş e, yanî min ti caran nedîtiye ji bo perwerdeya kurdên temenê wan mezin bernameyek li dar xistine, fînansek terxan kiribin çimkî ew ji me baştir dizanin; tişta qaliba xwe girtî gelek bizor diguhere lê tişta wekî hevîr ji bo teşedanê li ber dest hazir û nazir e ji ber wê jî van salên dawîn li her deverên Kurdan pêşdibistan ava kirin yanî agirê gur, gurtir kirin. Belkû hinekên we wiha bifikrin; bêyî zimanê perwerdehiyê, perwerde baş e lê bi fikra min; mirov bi hînhatinên civaka xwe, bi hişê civaka xwe neyê perwerde kirin nifşên nû pûç dibin ji ber wê di vê nîzamê de kurdek bibe çi jî li ber dilê min mûteberiya ast û mewkîya wî/wê tineye.



28.09.2023 23:37 ~23:40 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» dema navê arjen arî û occo mahabad bikeve nav yek hevokê
» dibistanên taybet de perwerdeya bi zimanê kurdî
» dersa kurdî hilbijêre!
» tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e
» nota
» xwedê we li hev şêrîn bike
» binevş bêrîvan
» bidesthevgirtin

Kategoriyên mijarê:: nuce ziman nuce ziman nuce ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî