Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 61 peyam
havîna 2023'an - tirşik
havîna 2023'an
(6) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. Agir dibare.
Ewqas germahî.
Xwedê soniya me xêr bike.
Ger germbûna dinyayê wisa berdewam ke çend salên din em tek biçin



15.08.2023 18:45 | cinorek

2. li cihekî bi nem çend caran xerawtir e.



15.08.2023 19:23 | ciwanzêr

3. Zehf germ e, gelekî germ e, zêde germ e. Ger darên me jê nekiribane Kurdistan bi wî awayî ê ne germ bûbane. Qûzê dîya dewletên dagirker.



15.08.2023 22:49 | horhorik

4. Belkû jî germtirîn havîn bû ji bo şexsê min, ruxmî ku li Wanê me û qaşo Wan hênik e. Heqeten êdî lez bi lez germahiya ji ber kelegerma gerdûnî xwe bi tundî nîşa me dide. Hêvî dikim ev bilindbûna rêjeya germahiyê bi vê lezahiyê nedome nexwe dê gelek bobelat bên serê mirovan. Bobelateke nimûne; li Edeneya bajarê Tirkîyê ji ber gelek bikaranîn klîmayan şebeka elektirîkê rûxiya bû, gelek trafo teqiya bûn di van rojên dawiyê de. Ev mînakek piçûk bû, bawer im û bi xof im, eger mirovahî amade nebe, ji ber van germahiyên ekstrem dê gelek mûsîbetên biêştir û kavilkertir rû bidin. Hêvî dikim em xwe li sirûştê biguncivînin.



16.08.2023 04:37 ~04:41 | bayê xerbî

5. Bila here û paş xwe nenêre!



16.08.2023 12:23 ~12:25 | navîgiranmezelîwêran

6. havîna ku gava tê hişê min serpêhatiyekî min tîne bîra min. ez di her zivistanan de nexweş dibim. bêhtirê hefteyekî min wisa giran derbas dibe. rojên pîştî pakbûnê de car caran ew nexweşiya borî bi bîr tînim dibêjim:
"haha! oxweş, çawa derbas bû çû"

hah, ew havînek tam wisa bû.*



12.10.2023 00:22 | ciwanzêr

7. Gelekî germ bû. Elektrîk ne qaçax bû lewma me nedikarî klîmayê vekin. Lê fergehê klîma hebû * ez her roj diçûm fergehê. Min heta etûta talî dimam.
Îcar min digot ezê tiştên nû xwe hînî kim. Mala minê.

Îsal tekevim yks ez ji we derdê xwe xilas bikim bes e. Law pola 12-a ciqas zor e. Habînekî xerab bû. Sala were ê behtir germ be. Gelo zanîngehan klîma heye? Nîn be ezê bim mezûn*



12.10.2023 00:31 ~00:33 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» havîna stenbolê

Kategoriyên mijarê:: nuce geruturistik cihuwar nuce geruturistik cihuwar nuce geruturistik cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî