Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 89 peyam
14.05.2023 hilbijartina giştî û ya serokkomariyê ya tirkiyeyê - tirşik
14.05.2023 hilbijartina giştî û ya serokkomariyê ya tirkiyeyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:14.05.2023 hilbijartinên giştî û serokkomariyê ya tirkiyeyê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hilbijartinên pêşwext û dîrokî ne.

di yê serokkkomarîyê de kemal kiliçdaroğlu wek a pêş da tê pênase kirin û seroka dînozor a 20 salî, erdoğan, jî jê dişopîne. li gor alîgiran ev kar bêyî mayîna dora dûyem xelas be. bi min jî wisa çêbe. jixwe piştgiriya kurda pê re ye.

yên giştî, yanê parlementer û partiyan, jî hêvîyên mezin hilgirtîye. dibe ku pê li parlamentoyê pîranîbûna akp û tifaqa cumhur'î were ji dest derxistin. herwiha tevgera kurda(hdp) ya ku ji ber sedemên melûm bi navê 'partîya çepên kesk' bikeve hilbijartina, xwedî armancên derxistina nêzî 100 parlamentera û têkîldarîya rind a bi hikûmenta nû ya bi saya kurda were ser e.



13.05.2023 02:22 ~02:27 | ciwanzêr

2. hêvidar im paş wê hilbijartinê ew prosesa salên 2012-2013 disa despêbike. û tirşik jî weke berê bi coş be.



14.05.2023 11:51 ~11:54 | cinorek

3. Hilbijartina ku ez hêvî dikim ku kurd vegerin kurdbûna xwe û ev hilbijartin di destê Kurdan de neteqe.



14.05.2023 16:38 | horhorik

4. recebo li pêş berdewam dike. ev henek e an? bi rastî tiştekî normal e. Gelek hîle kirin.
me pê girt hevalno, wusa xuya dike.



14.05.2023 21:34 | horhorik

5. Ji bo Kurdistanê dema xwekuştinê ye.. HDP Li şûna ku namzetên xwe derxînin, bûne xizmetkar û dergevanê kemalîstan. nîgaşên me 15% nîşan dide, rastiyên me 9% nîşan dide.

Pez di tirsa gur da jîyana xwe diborînin Lê di dawîyê da yê wan dixwe şivan e..!
-Thomas Hobbes



15.05.2023 11:04 ~11:47 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» 14.05.2023 hilbijartina giştî û ya serokkomariyê ya tirkiyeyê

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî