Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hak-par - tirşik
hak-par
(12) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Hak ve özgürlükler partisi (kurdî: partiya maf û azadiyan) partiya xwe weke kurdistanî pênase dike ye. Di sala 2002an de ji aliyê neviyê şêx saîd abdulmelîk firat ve hatiye damezrandin. Yek ji serokê wê yê herî tê zanîn kemal burkay e.

Here lînkê

Serokê partiyê yê niha duzgun kaplan e. Partî herî dawî beşdarî hilbijartina 2015an buye û 110 hezar deng wergirtiye. Di hilbijartina îsal ya 2023an de jî maf girtiye ku beşdar bibe. Di lîsteya hilbijartinê de di rêzan 2yan de cihê xwe girtiye. Rêveberiya partiyê di hilbijartina serokkomariyê de ji ber ku namzedek mafê kurdan biparêze tuneye, biryara boykotê daye. Yanî piştgiriya tu namzetî nake.

Esasên partiyê bi vî rengî ne:
- hakpar ji bo kurdan wek statu federasyon dixwaze. Bawer dike ku çareya meseleya kurdan bi wergirtina federosyonê kare çareser bibe û asîmîlasyon bi vî rengî kare bê rawestandin.

- divê zimanê kurdî li gel zimanê tirkî bibe zimanek fermî û di destûrê de were naskirin.

-divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ji dibistana seretayî ta zanîngehê bibe zimanê fermî û mecbûrî.

Yek ji sloganên partiyê ya berbelav, "çîzo vîzo nizanim, federalî dixwazim" e. Hakpar li bajarên anatoliya yên kurdên surgûnkirî lê hatine bicîhkirin de piştgiriyek baş girtiye di hilbijartina 2015 de. Bajarên weke konya, kayserî, çorum, kirşehîr û yozgatê hakpar dengên sembolîk wergirtiye.

Di demên dawî de hakpar ji ber ku polîtîkaya biratiya gelan rexne dike, netewperweriya kurd dike û li ser mesela zimanê kurdî disekine, gelekî piştgiriya kurdên neteperwer û nasyonalîst wergirtiye. Tê hêvîkirin di vê hilbijartinê de rayên bertekî yên ji ber polîtîkaya biratiya gelan herin hakparê.



05.05.2023 03:25 ~03:28 | tîrêj zana 21

2. Partiya Herî Kurdewar, (bnr: axaftina propogandayê ya 31.10.2015 li trt tvyê)




Here lînkê



05.05.2023 11:05 ~11:07 | burak derdilî

3. partiya herî kurdewarê lê niha her dengê ku jê re bê dayîn dê ji bo akp be. Li ser wan tiştek heye ku ez fêm nekirim: t*nceli harekâtı?.



05.05.2023 18:31 | horhorik

4. Partiya ku hêvî dikim hebekê zêde deng hilde.
Ew tişt bo ysp/hdp jî dibe tiştek baş.
Ger hakpar qasê 1 mîlyon deng hilde rewşeka cûda despêdike. Wê çaxê Ji bo Kurdan hevrikiya siyasî di navbera Hakpar û YSP’ê de çêdibe. Û kurdên ku ji ysp'yê aciz in jî berê xwe nadin partiyên tirkan û diçin nav refên hakparê. ên ji hakparê aciz in jî diçin yspyê . Di heman demê de cihgirtina Hakparê wekî alternatîf dihêle ku HDP namzetên baştir derxe holê. Şûna sezai temelli kurdên kurdiaxiv dibin parlementerên yspyê.



06.05.2023 16:37 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hak-par

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî