Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 15 peyam
    kurdên ku xwendekarên lîseyê ne - tirşik
    kurdên ku xwendekarên lîseyê ne
    (2) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Di dibistana seretayî û navîn de em şerm dikirin ku bi tirkî biaxivin. Dema yekî bi tirkî diaxivî, me digot bi kurdî biaxive. Lê di lîseyê de ne wisa yê.
    Ez vê fêm nakim. Zarokên kurd bi piranî di lîseyê de ji kurdbûna xwe dûr dikevin. Dibêjin axaftina bi tirkî modern e. Ez xwendekarê lîseyê 3ya me.
    Hê di zarokatiya xwe de ez neteweperwer bûm.Dema min dest bi lîseyê kir her kes tenê bi tirkî diaxivî. Ez pir şerm bûm. Min pirtûk, stran û axaftina xwe ya kurdî veşart. Min lîsteyên xwe yên kurdî li ser Spotify veşartibû. Ez ewqas bêaqil bûm, lê ne sûcê min bû. Min fêm kir ku xwendekar bi piranî di lîseyê de asîmîle dibin.

    Salek wisa bû. Min pirtûkek xwend û tê de digot: "Kesê ku ji xwe şerm dike, jiyana xwe wekî winda dike." Vê gotinê bandoreke mezin li min kir.Pola 10an dest pê kir û ez çûm dibistanê.Min tenê bi kurdî axivî, bi xêra min kesên di polê de dest bi axaftina kurdî kirin.Û bi vî awayî ew li seranserê dibistanê belav bû.Dema ku mamosteyan di dersê de tiştek pirsî, min tenê bi kurdî bersiv da. Dema me ya çîrokê heye. Di vê demê de min tiştek li ser kurdî digot.Ger me stranek li ser texte divekir, min koma rewşen vedikir.

    Ji ber ku li ser texteyê bi "kurdiya şaş ji çêtire t*rkîya baş." nivîsandibû ji aliyê mamosteyê tirkî ve hatim cezakirin. Û ez ji hêla gelek hevalan ve hatim asteng kirin. Hinek asteng nakin ji ber ku em di heman polê de ne, lê ew jî ji min hez nakin.Hevalno ev kurd in. Lê ew di malbatên bêhiş de mezin bûn.Di nav wan de keçek jî heye. Wî jêhatiya lîstikvaniyê heye û pir baş e. Keçik li Stenbolê mezin bû û ji ber ku bavê wê ajokar bû mala xwe bar kirin Nisêbînê. Keçik ne bi kurdî diaxive û ne jî dizane ku ew kurd e.Difikire ku tirkbûn modern e. Tenê stranên tirkî guhdarî dike, bi tirkî diaxive, dibe kemalîst û xwe dike tirk. Dema ku bi hevalên xwe re dipeyivî, yek ji wan ji min re vîdyoyek şand û got binêre. Wê keçikê çeppik da vîdyoyê. Û vîdeo jî wiha ye: Çi bextewar e yê ku dibêje ez tirk im!

    Di lîseyê de ji aliyê mamosteyên hişmend ve tê astengkirin, lê dîsa jî serdema herî asîmîlekirî salên lîseyê ne.



    22.04.2023 13:51 | horhorik

    2. dema lise dixwendim carna pirtukên diroka Kurdî dixendim hevalên min Tirk tiştek ne digotin lê hevalên min Kurd dihatin û henekê xwe bi min dikirin.



    23.04.2023 03:02 | helik orimiyo

    3. Li dibistanê rojeke ji rêzê bû. Piştre dersa dîrokê dest pê kir. Jin ji bo peywirê diçû bajarekî din. Wê got, va ye nameyeka derbarê min da binivîsin. Ji ber vê yekê me ew nivîsand. Bêguman faşîstek e. Nikare xwe li peyva Kurd rabigire. Hevalê min ev nivîsand: "Tu faşîstî ".. Jin jî dîn bû. Min kengî li dijî we Kurdan nîjadperestî kir? Dema ku jinê pirsî bê kê ev nivîsandiye, her kesî li min nihêrî. Gotin ku berhat teqez ev nivîsandiye. Min got min ew nenivîsîye. Dema ku mamoste pirsî çima Berhat e, her kesî digot ew neteweperestîyê kurdan e. Min got ez ne netewperestê kurd im, ez netewperest im. Piştre jinikê bi nêrîneka ehmeqî li min nêrî. Piştre min dîsa got min ev nenivîsîye. Û wê got temam. Piştre me bi jinê re nîqaş kir.

    Min jê re got em kurd in û hûn dîroka tirkî hînî me dikin, naveroka wê bi derewan tijî ye û ji min re got ku ev komara Tirkiyeyê ye. Piştre hevalê min xwe nîşan da û got min nivîsandiye. Bi vî awayî nîqaş kirin û ez bi gotinên jinikê dikenim. Piştî wê mijar dîsa hat ser min. Wê ji min ra got heke pirsgirêkeke te bi pergala re hebe, here pergala sêhrbazîyê sererast bike. Min got , "rojekê zarokên xwendekarên niha, wê dîroka me ji dewleta me hîn bibin." Jinikê dîmeneka pir ecêb da min. Bi texmîna min qet rastî kurekî kurd ê ku neteweperest re nehatiye*


    Welhasil, jin bi rastî jî ji me aciz bû*



    27.05.2023 17:24 ~17:27 | horhorik

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (yên din..)
    dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin [2]
    Ev rewşa nû ye. Hûnê fêrxane de bimînin. ne ji ber ku ji tirkî hez di...
    dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin [1]
    Adetek nû nîne adetê dîsa rastkirine berê jî tiştek wiha hebû beraj/be...
    nim [2]
    Ez dibêm qey sernav çewt hatiye vekirin. Ger bikaranînek wiha hebe dê...
    hetîketiyên zarên mala barzanî [1]
    dilê meriv li hev dixin. aşiqê parveyên zimanê tirkî ne, di klûban ...
    pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê [3]
    Pêşniyarên ku çend sal berê ihtimal e 2012 be, min li ser kaxizeke niv...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdên nav axaftina xwe de dijûn û bertekên tirkî bikartînin
    » xwendekarên ku dibin evîndarê/a mamosteya/ê xwe
    » lîseyên îmam û xetîban

    Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî