Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk - tirşik
ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew ferheng wek xebateke nû ya teza lîsansa bilind ji zanîngeha dîcleyê derketiye di sala 2021ê de. Tê de 12 071 peyv hene.

Xwediyê xebatê erdogan alparslan, şêwirmend dr farûk kazan e. Di destpêka tezê de dibêje "Di vê ferhengê da 12 071 peyvên di klasîkan da cih girtine xal bi xal hatine ravekirin û piranîya wan jî bi mînakên malikan ve hatine nişandan. ... Me herî pir ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî piştra jî Dîwana Melayê Cizîrî peyv girtin."

Bi dîtina vê xebatê, çend roj e kêf kêfa min e. Edî mirov dikare bê tirs Mem û zîn a ehmedê xanî a resen bixwîne. Ser xêrê be!



22.03.2023 22:00 | mirovekirind

2. tezên lîsansa bilind bi çi zimanî bin bi serê xwe formalîte ne di riya kariyera akademîk de. loma divê mirov ne li benda agahiyên resen an jî nêrînên cuda be. dîsa ev tez jî ne resen e, lê belê di kurdî de mînakekê din tune ye. loma jî di zeviya pratîk de mirov dikare bi xweşî bi kar bîne. li aliyê din bibêjim ku ortografiya wê pir xerab e. gelek şaşnivîs/kêmnivîs/herfavêtin filan û bêvan tê de tên dîtin ku li jêgirtina jêr de bala xwe bidin peyva tesawufê.

di tezê de tiştek wiha heye, kenê min hat:

Herwiha îfadeya “di bin bandora dînê îslamê, unsurên erebî û farisî û çanda Îranê da” jî çavkanîyên edebîyata kurdî ya klasîk tîne zimên. Di metnên edebî yên klasîk da ev her çar unsur teqez cih digirin. Em dikarin di bin baskên van çar unsurana çavkanîyên edebîyata kurdî ya klasîk wiha kategorîze bikin: 1. Unsurên Îslamî 2. Unsurên Dînî 3. Xweda û Qur’ana Pîroz 4. Cenabê Pêxember û Hedîsên wî 5. Eqaîd û Kelam 6. Fiqih 7. Kesayetên Dînî û Tarîxî 8. Unsurên Teaewifî 9. Unsurên Erebî 10. Unsurên Farisî 11. Unsurên Çanda Îranê/Asyayê


ev jêgirtin ji abdurrahman adak e. gelo ev çi kategorî ne? ahahahah* tê bibêjî qey "3. Xweda û Qur’ana Pîroz 4. Cenabê Pêxember û Hedîsên wî 5. Eqaîd û Kelam 6. Fiqih 8. Unsurên Teaewifî 9. Unsurên Erebî" ne tiştên îslamî ne, lê belê agahiyên serbîxwe ne ji xêncî dînî! îja çi karê "2. Unsurên Dînî" di nav wan de ye?! ahahahah ji xêncî du kategoriyên dawî hemû ji xwe dînî ne. pir meraq dikim, ka mebesta adak û teznivîs çi ye bi vê kategoriyê? bawer nakim ku xêncî îslamê, dînên din ji xwe re cih girtibe di "edebiyata" "klasîk"(?) de.* [înşale nebêjin metaforên îsa (vejîn hwd) û mûsa (agir hwd) pêxember jî tê de hene!] pir pêdivî hebe, tê rabe "unsur"a îslamê di nav xwe de bike binekategorî. ên nizanibin jîew ê bibêjin qey xwedîkategorî ji aliyê akademîk ve teoriyek/nêrînek ava dike...

li ser edebiyatê, unsurê jî divê tiştek bibêjim, ne tenê ji bo vê, lê temamê xebatên "akademîk" ên kurdî çi gotar çi berhem, li bin talûkeyekê ne: ev kopyekirina gotarên akademîk ên tirkî jî ba û baran radike êdî. de tu radibe bêçavkanî wergerê dike û dibêje ev telîf e. temam, agahî gelemperiya xwe stendibe pêdivî tune ye mirov adresa çavkaniyê bide -dayîn çêtir be jî. lê belê law barî dev ji peyvên/bêjeyên tirkî berdin. unsur... ev kes zimanê erebî mîna tirkan -wekî xwezayî ye- çavkaniya kurdî dihesibînin. lê çewt e. erê erebî yek ji çavkaniyên tirkî bûye û loma ji wan re heq e. mêrik peyva unsurê kiriye malên xwe û bi ser de bi gramer û ferhengên erebî peyva edebiyatê di tirkî de çêkirine, ev peyva edebiyat di erebî de tune ye yanî (û ji aliyê mentiqê ve jî çewt e ji ber ku di esasê de edeb yek e, nabe "edeb-an") û bi wan re termînolojiyekê, vegotinekê ava kirine. li şûna yazin-ê û oge-yê dikarin edebiyat û unsurê bikar bînin. lê kurd çima divê wan bi kar bînin? ev zeviya zanyariyê di kurdî de niha tê çêkirin, mîna wan sed/du sed sal berê nehatiye çêkirin. madem niha tê çêkirin, wê demê rabin peyvên xwe ji ferhenga kurdî hilbijêrin, xwe nekin teqlîdekê nebaş a zimanê tirkî û akademîsyenên wan û pirtûkên kurdî bi peyvên erebî yên nû re tije nekin. ev salan in, têm û diçim, kengî tiştekî wiha dibînim/dixwînim dîn dibim û dîsa û dubare qal dikim. lê xuya ye, "akademiya (?)" kurdan bi peyvên erebî xwe şa dikin!belkî jîdibêjin wiha biaqiltir, resentir xuya dikim. lê na, tenê teqlîdên basît in. divê akademîsyenên kurd xwe ji vê rewşa genî xelas bikin.

erê peyva wêje jî ne tu peyv e,qebûl. lê edebiyat di kurdî de jê ne baştir,kevntir e. erê, di vê astê de peyva çewt a kurdî ji peyva çewt a tirkî/farisî/erebî baştir e.

û klasîk... bi pênç berheman re berdin klasîk, ew "edebiyat"a teqlîd jî dernakeve holê. de tu rabû û bi xwîn û xwêdan te 20 berhem hevdan, temam. ka klasîk çi ye law... peyv ji me re çi rehet in. qet nakevin nav wan. xelk gotine klasîk an nekalsîk. ka gelo tu bi çi krîteran dibêjî ev klasîk e, ew ne klasîk e. ez texmîn dikim ku di kurdî de wêjeyekê neklasîk tune ye. * ew jî xweş e *



28.10.2023 23:04 ~23:18 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhengakademik.org
» kurdî de pirbûna daçekan
» klasîk her dem nûjen in

Kategoriyên mijarê:: ziman weje dirok ziman weje dirok ziman weje dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî