(12) (0) (1) |
|
1. Erdhejeka pir mezîn e ku li dîlokê qevimî lê li gellek bajarên bakûr rojava jî bû sedema wêraniyê. |
|
06.02.2023 08:03 ~2023.02.07 06:10 |
cinorek
![]() |
2. Rûbareke berfireh ji vê erdhejê bi bandor bû. Şeşê meha duyemîn ya sala 2023'ê demjimêr 04:17'ê erdhejê rû da, hikûmeta Tirkiyê alarma pîleya çaremîn ragihandin û ji qada navneteweyî alîkarî daxwaz kir. Navenda erdhejê Bazarcixa navçeya bajarê mereşê bû û pîleya erdhejê gorî jêderekê 7.4, gorî jêdereke din jî 7.8 bû. Bajarên wekî Amed, riha, Semsûr, Edene, Xetay, Kilîs, Meletî bandorek pir xirab ji erdhejê dîtin tevî ku navenda erdhejê ne li van deran bû. Heta niha nêzîkî sê sed qurbanîyîn vê erdhejê û nêzîkî hezaran birîndar hene. Têt pêşbînî kirin û di bin xirabeyan de bi hezaran mirov hene. Hêvî dikim demek zûtirîn alîkarîya mirovî bigihîje erdhejzedeyan û yên malbatên qurbaniyan re sersaxiyê hêvî dikim, yên birîndar re şîfa xêrê dixwazin,hêvî dikim di demek zûtirîn de bandora xirab ya vê erdhejê bêt derbas kirin û erdhejzede nemînin bê mal. |
|
06.02.2023 10:30 |
bayê xerbî
![]() |
3. Ger yê di bin xaniyan de zû newin derxistin îxtîmaleke mezin e ku wê ji hîpotermîyê bimirim. |
|
06.02.2023 13:26 ~14:14 |
merwano
![]() |
4. Erdhêja herî dawî ku 7.5 li Elbistanê qewimî bandora wê; |
|
06.02.2023 14:20 ~14:21 |
merwano
![]() |
5. Derbasbûyî be hevalno, hêvî dikim hemû tirşikvanên me tevlî malbat û cîranên wan silamet bin. Derbasbûyî be we bobelatek mezin derbas kir lê hîn jî bendî erdhejê mayînde ne ji loma hay ji xwe hebin û telefonê xwe bêşerz nehêlin. Xwedê alîkarîya we hemûyan bibe, rebbî! |
|
06.02.2023 14:51 |
pîroz
![]() |
6. Erdheja ku saet 13:24 da li elbistana meraşê pêk hatî ye. Mezinayiya wê gorî pîvanga richterê 7.6 e. Ev jî wek 06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê 10-12 bajarên derdora meraşê bi bandor bûye û herî zêde meraş, semsûr û meletiyê hilweşandin pêk aniye. Xêncî van bajaran entap, amed, edene, riha, hatay, elezîz, osmaniye, kilis, bajarên rojava û navçeyên van bajaran jî hilweşandin çêbûye. |
|
06.02.2023 16:04 ~22:52 |
pêşewa
![]() |
7. Zirar daye sûriyê jî. Bi kîjan saziyê û bi kîjan hesaban Mirov dikare pere bişîne, taybetî bo alîkarên li sûriyê? |
|
06.02.2023 16:52 ~2023.02.07 11:09 |
mirovekirind
![]() |
8. bangewazî ji heyva sor a kurdistanê: |
|
06.02.2023 20:47 |
ezcan
|
9. Tofana xwezayî + Tofana dewletî. |
|
06.02.2023 23:04 |
mirovekirind
![]() |
10. wek dibêjin rezê me ne tu rez bû, terezê jî lê xist. vêca halê me ji xwe ne tu hal bû bi ser de jî erdê lê xist. em çi jî bêjin kêm û nîvco hema Xwudê efû bike yên çûyî û sebrê bide yên mayî. |
|
07.02.2023 06:39 |
endazer
![]() |
11. gor agahiyan rewşa efrîn û navçeyên efrînê jî pir xirab e. |
|
07.02.2023 10:13 |
cinorek
![]() |
12. peyamek ji whatsappê hat, dibêje kesên dikarin li ser têlefûnê wergera kurdî bikin bo alikariya erdhejzedeyan, bila têkilî daînin. heke min telefon bi dest xist, ez dê bidim hevalên alîkar. |
|
07.02.2023 15:47 ~16:27 |
mirovekirind
![]() |
13. Erdhêja ku me ji tirsa kuşt . Min di jiyana xwe de rojek wiha nedît . Berê tirs bû lê dema min bînaya ber mala min a ku bi erdê we bûye yek dît elimîm ku mirin gelek nêzî her mirovî ye. |
|
07.02.2023 17:30 |
xemakê
![]() |
14. Erdheja ku ev îro du ro ca hevalka min î ji polê li bin xopanan mabû. Lê îşev mizgînî jê hat. Ca wê xilaskirine û hişê wê li serê wê yi. Hêvî dikim çiqas hezkiriyên tirşikvanan hebin hemû Yeko Yeko bi silametî bên xilaskirin |
|
08.02.2023 02:14 |
pîroz
![]() |
15. Mîxabin ew afata ya bibe sebeba wendabûna kurdên berferatî û devoka wan. Jixwe gellek ji wan ji berwe asîmîle dibin. Bi goçkirina bajarên tirkan ew ên bi temamî wenda bin. |
|
11.02.2023 05:45 |
cinorek
![]() |
16. bobelatek gelek gelek mezin bû. erê erdhej dijwar bû û du caran çêbû lê sedema sereke ya mezinbûna wê ew bû ku tirkiyê ji bo pêşîlêgirtina kavilbûna xaniyan heta niha tu amadekarî nekiribû, heta bereavjî, hemû xanîyên ku ne li gorî rêbazan hatinbûn avakirin, efû kiribûn. dîsa sedemek din ku bobelatê mezin kir ew bû ku piştî bûyerê, tirkiyê heta roja sêyemîn jî nekarî xwe bigihîne hewara mirovan. |
|
16.02.2023 20:33 |
simurg56
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |