Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
hewldanên populerkirina tirkiya amedê - tirşik
hewldanên populerkirina tirkiya amedê
(13) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dewleta tirk û medyaya tirkan Laz kirin Tirk û gotina 'yapayrum edeyrum' a ehmeqî weke lazî dan qebûl kirin.
Bi heman awayî dixwazin li şûna kurdî ya şêrîn jî tirkiya amedê bicih bikin.

ew sirri sureyya onder jî seba wê armancê baş dixebite: (bnr: sur’da devran).




28.01.2023 08:15 | cinorek

2. ez jî carinan ser înstagramê dibînim. dibêjin "hevalên xwe yên wekê wiha xeber didin bide etîket(tag)" anjî "yên kun li wisa diaxivin bila biecibînin".
lêbelê çend şîroveyên wekê "em tenê bi kurdî diaxivin", nîşaneyê hin ferqên laz û kurdan in.



28.01.2023 16:19 | ciwanzêr

3. Bi min mesele heke serenav e pirsgirêk dûr û kûr e, ez bêjim ji hek û kekên xwe re ewqas dûr û kûr bûye nagihê hev bi xwedê. Ne dersên bijarte weleh avakirina welatekê êdî vê nexweşiyê xilas nake. Ez ewilî wek kurdekî û pişt re jî wek amediyekî gelek ber vê rewşê dikevim, gelek dêşim lê çi bikin birîn kûr e derman lê nayê.

Vêca em werin ser filmê, film ji aliyê derhênerek ku heta niha bi filmên xwe yê kurdî û ser pirsgirêkên kurdan sekinîye hatiye kişandin tê nasîn. Heta ji aliyê lijneyekê tê pişgirîkirin lê her çi be xopana mixabiniyê ye ku filmên wî ne serkeftî ne. Ji ber kişandina vê filmê gelek rexne û qiset hatiye kirin lê bes derhêner xwe bi fikra xwe ya "ji bo kişandina filmên dîtir piştgiriyek madî ye ev filma" pardax kiriye. Her çiqas kes û kûsên nas kirî hebe jî qasê bertekên li hember vê fragmanê dibînim û dihesim dê gelek were sêrkirin lê rêjeya kesên ji bo "ev bi tirkiya amediyane emê ji bo wê herin temaşe bikin" ji rêjeya "bo sînema ango bo piştgirîya derhêner, lîstikvan û hwd." dê gelek bilindtir be. Û bi raya min dê gelek jî were temaşe kirin. Yanê her çi be tirkî qezenc kir û kurdiya noqbûyî dev ji perpitînê jî berda li vir.

Axirê birînek din jî li birînê zêde bû, wey hakimo wey loqmano me hêvî ji te jî birî!



28.01.2023 22:54 | rizgarm

4. Mixabin çend kesên ku nas dikim û ji navenda Amedê ne, bi xwe jî ji devoka xwe ya Tirkî ya Amedê hez dikin û wekî ku ew devok eslê wan be diparêzin û her derê bi awayekî serfiraz diaxivin. Min carekê ji hempolê xwe pirs kir; tu çima gava li gel xwendevanên xwe diaxivî bi Tirkî'ya standard naxivî? Ji min re got; "birrê ma eslimizî saxlîyax?!biz eslimizî sevîyix, eslimize baxlîyiz."
Min got; ma eslê te kurdî ye yan ev devoka Amedê ye? Got; "ferq êtmî birrê mi"
Ne ku ji ber wî hevalê xwe tenê dibêjim, gelemperî yên ji navenda Amedê an qet Kurdî nizanin an jî dizanin lê naxivin. Lê ez nikarim ji bo navçeyên amedê wisa biaxivim mêrik wekî şêran kurdîya xwe dizanin û bikar tînin jî.
Têbinî; devokên Tirkî yên ku kurd bikar tînin qet xweş nîn in, eger dê bi Tirkî biaxivin jî bila wekî mirovan û gorî rêzimana Tirkî biaxivin. Ji bo hemû devokên Tirkî yên ku kurd bikar tînin ev gotina min derbasdar e.
Ez jî ji Wanê me ev pirsgirêk heman awayî li wanê( navend û navenda Erdîşê) heye. Nebêjin ev tenê Amedê reş dike. Bi giştî deverên ku mezin dibin û nîra kolonyalîstan lê zêde dibe ev pirsgirêk rûdidin.
Têbinîya duyem; ev nêrînên min, gorî çavdêriyên min yên takekesî hatine afirandin, ji bo palpişt kirina van di destê min de îstatîstîkên zanistî tunin, anku nêrînên min yên kirdewarî ne, pêkane xeletî yên min hebin û/an jî temamî şaş bim.



28.01.2023 23:33 ~23:43 | bayê xerbî


dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hewldanên pêşmergeyan ya ji bo standina mûsilê
» tirkiya quzzilqurtê

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî