1. biryara dadgeha akpê ye. ev gav jî nîşan dide ku namzetê herî zêde potansîyela serkeftinê dihewîne, imamoglu ye. |
|
16.12.2022 22:27 |
simurg56
![]() |
2. Biryara ku hê kesîn nebûye. Pêşî ev biryar hewceye here dadgera dereceya jorê û ew lê binêrin. Gorî zêdehiya dozên li tirkiyê dozekî jirêzê hema hema 2 salan paşê kesîn dibe. Lê ger xeynî dadweran kesên din may dozê bikin kurttir jî dibe (mînak: s. demirtaş 30 roj, a.s. mızraklı 40-50 roj). Ji ber vê yekê dibe ku ya imamoğlu jî wiha be lê rewş piçekî guherî. imamoğlu bi zîrekî him erdoğan û kılıçdaroğlu pirr zeîf kir him jî ewletiya ku jê re tê bihîstin zêde kir. Ji bo imamoğlu xurttir nebe texmîn dikim dadgeha jorîn biryar ê were betal kirin. Dadwerê dozê bervêdan ji biryar kiriye ji ber ku ceza hindik dîtiye û dadgehê re vê bervêdanê nivîsye ku ezê heta heftekî derkevim betlaneya salane, ji ber vê jî hewceye hûn biryara nû zû eşkere bikin. Dibe ku dadgeha îstînafê heta heftekî vê biryarî betal bike. Piştî betal kirinê ez bawer im ceza zêdetir nabe yê hindiktir be, ji ber ku ez dibêm texmîn nedikirin ku imamoğlu-akşener siyasetekî wiha bimeşînin. Şîrîkê hikûmetê serokê giştiyê partiya tevgera neteweperwer devlet bahçeli jî daxuyanî da û got akşener-imamoğlu hez dikin kılıçdaroğlu ji namzetiyê berteref bikin, bi vê daxuyaniyê jî derket holê ku ev doz wek hesabên ku hatibûn kirin diyar nebû û helwestên piştî biryarê ku akşener-imamoğlu nîşan dan him alî hikûmetê him alî muxelifan kesên namzetiya kılıçdaroğlu dixwazin ve bû aciziyekî mezin. |
|
16.12.2022 23:53 |
pêşewa
![]() |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
turkcealtyazi.org [1] |