Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
a taxi driver - tirşik

Salên 1980î ne. Li hinek bajarên koreya başûr xwepêşandanan rû dane. Ev herem ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine dorpêçkirin. Rojnamevanek elman, taksîyek kirê dike û berê xwe dide van herêman. Çîroka w...
(2 şîrove)
a taxi driver
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmek ji korye başûr e. min bi pêşnîyara criticker dît û temaşe kir.
di salên 1980î de derbas dibe. wan salan, li koreya başûr jî pêvajoyek ne dûrî ya tirkiyê, qewimîye. xwendekarên çepgir/muxalîf li dijî hikumetê çalakiyên aştîyane li dar dixin lê belê dewlet wan di çavên gel de wek komûnîst/terorîst û hwd. nîşan dide û bi tundî êrîşî wan dike. weke newroza cizirê ya 1992an an jî pîroxbahîya 1ê gulanê ya 1977an.
mijara fîlmê jixwe hingî te nevê sîyasî, bedbîn û trajîk e lê gelek caran bêyî ku mirov pê aciz bibe, hêmanên komedîyê jî lê hatine zêdekirin. hinek sahne hatibin fîşalkirin jî min ji fîlmê gelek hez kir. serlehengê fîlmê song kang-ho ye. bi min nas hat, lê min ji xwe re got yaw jixwe mirovên ji rojhilata dûr, tev wek hev in. lê paşê piştî ku min kontrol kir, min dît ku bi rastî jî bi min nas e çimkî her wiha serlehengê fîlma parasiteê ye jî.

hindik mabû ji bîr bikim, fîlm ji bûyerên rastîn hatiye wergirtin. yanî şofêr û rojnamevanê elmanî bi rastî jî rêwîtîyek wisa kirine.



11.12.2022 11:40 | simurg56

2. Sernava taxi drivera scorsese anî bîra min.



12.12.2022 01:55 | hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» taxi teheran
» driver pack

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî