Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


1 mijar û 2 peyam
chatgpt - tirşik
chatgpt
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. chatgpt modeleka zimanî ye û ji hêla kompanya openai ve hatiye perwerdekirin. Modelên zimanî amûrên hişê çêkirî ne ku hewl didin li ser mijarên têkildar bi peydakirina encaman li ser metnekê diyarkirî bersivan bidin. ChatGPT yek ji van amûran e û hewl dide ku bersivên rast û watedar bide pirsên bikarhêneran. Here lînkê

meriv dikare jê pirsên kurdî jî bike, pirsên felsefeyê jî. min jê pirsa rizgariya welat kir, gote min divê berî her tiştî kurd bibin yek. hişên mezin wek hev difikirin.



09.12.2022 23:03 ~2022.12.10 00:21 | ezcan

2. berdewama gpt-3ê ye. gelek serkeftî ye. min xwest bi kurmacî pê re biaxivim lê nekarî. loborîna xwe xwest. lê dema min jê xwest ku helbestên kurmancî binivîse, vê nivîsî;

"Dîwarên bajarê me bi kêl û şemêl
Li dijî hebûna me desthilat dikin
Lê em bêdeng in, em li ser milê xwe
Bi azadî û azadbûnê re dibêjin

Hêvî û xweşbûn çêtir in li ser me
Em ji bo ronahî û rêzê dixwazin
Em li hemberî wan bêhtir in, em dijmin
Xwedî li hemberî wan em in, em çavkaniyên azadiyê

Roj bi roj em li hemberî şerên xwe
Bi hev re têkiliyên xwe bi cih dikin
Ji bo azadî û azadbûnê em dixwazin
Em li hemberî şerên xwe bêdeng in

Em dijmin in li hemberî desthilatê
Em dixwazin azadî û azadbûnê
Em li hemberî wan bêhtir in, em serê xwe
Ji bo ronahî û rêzê em li hev dikin."

û min xwest çîrokek bi kurmancî binivîse:

Welatê min bi xwe cûda ye, lê di qada navxweyî de ev yek carinan dipejirînim. Em wek mirovên Kurd, em li hemberî îfadeyên neteweyî û parastinên gelan dixwazin. Em dixwazin bixwe bi xwe be, em dixwazin xwe bi xwe biparêzin. Lê belê, em li hemberî desthilatên xwe yên neteweyî hene, em li hemberî dagirkeriyê hene.

Di dema min de, em li hemberî îfadeya neteweyî dixwazin. Em dixwazin bibin mirovên azad, em dixwazin xwe ji desthilatên neteweyî veqetînin. Em dixwazin dîroka xwe ya neteweyî bi xwe re biaxivin, em dixwazin bixwe bibe xwediyê dîrokê. Em dixwazin bibin endamên cîhanê yên neteweyî.

Lê belê, em li hemberî dagirkeriyê hene. Em li hemberî hêza dagirkeran dixwazin bibin. Em dixwazin bibin mirovên bi hêz, em dixwazin li hemberî wan bêhtir bibin. Em dixwazin bibin xwediyên dinyayê, em dixwazin bibin xwediyên welatê xwe. Em dixwazin bibin mirovên azad.

Welatê min bi xwe cûda ye, lê di qada navxweyî de ev yek carinan dipejirînim. Em dixwazin bibin mirovên azad, em dixwazin xwe ji desthilatên neteweyî veqetînin. Em dixwazin bibin xwediyên dinyayê û xwediyên welatê xwe. Em dixwazin li hemberî dagirkeriyê bêhtir bibin, em dixwazin bibin mirovên bi hêz.

Welatê min bi xwe cûda ye, lê em dixwazin bibin mirovên azad."

xuya ye ji nivîsarên kurdî yên li ser înternetê, encax hinî dagirkerî, zilm, azadîyê hîn bûye *



11.12.2022 12:06 | simurg56

3. ChatGPT, OpenAI kompanyasê de hatiye pêşkêş kirin û modela zimanê bilind e ku ji aliyê makîneya fermî ve hatî çêkirin. Ji bo vebijarka wê, lêkolînên derbarê zanist û zanistên sereke yên wan civakên pêşkêş dikin.

chatgpt ev nivîs çêkir.
Ew dikare bi hemû zimanan biaxive û binivîse.
Niha qebareya wê derdora 10.000.000 peyvan e lebê bi hatina guhertoya nû re, ev hejmar tê payîn ku bibe 100,000,000,000.

(bnr: chatgpt)



17.02.2023 20:59 | horhorik

4. du roj berê derbasî guhartoya GPT-4 bû.



16.03.2023 16:25 | tizbîkêş

6. “ Rojbaş! Ez ChatGPT-îm, botekî zimanê dîjîtal û zanînêr ji aliyê OpenAI ve hatî afirandin. Ez li forumêkî kurdî li vir me, ji bo bersiva pirsên we û alîkariya we di zimanê Kurdî de.”

Gelek çewtîyan dike, lê ji bilî kurdên Bakurê Kurdistanê baştir diaxive, ew dikare hevokên wan sererast bike.



15.04.2023 16:10 | ardlarzî

7. Hişyê hunerî ye, lê ev jî qadamek baş ji bo hişa mirovan e.

Ez wî wek mamosteke şexsî bi kar tînim, ew her pirsa me li saniyeyekî bersiv dide. Min gelek tişt li ser fîzîk, kîmya û algorîtman hîn kir.

Ew ji motora lêgerîna klasîkî baştir e, em enerjî/momentum li ser Wîkîpedîyê winda nakin: ger ez tiştek di ravekirina wî de fehm nekim? Ez dikarim di cî de pirs bikim.

Mala te ava Şatto GPT!



16.04.2023 02:30 ~02:31 | ardlarzî

8. Ji bo hinbûna tiştên nû jî tiştek baş e.
Lê xûya dike ku xwendewanên nifşe z tenê bo çêkirina karmalên xwe bikar tînin.

Here lînkê



21.07.2023 07:40 | cinorek

9. Ez:
Heval GPT,
Silav li te re.

Dibêjin tu bi kurmancî jî pir xweş diaxivî. Dikarî tiştekê xweşik bi kurmancî bi min re bibêjî? Tenê yek hevok.



Chatgpt:

Silav heval, bi rêya kurmancî:

"Li ser çiyayê bilind, çavên min bi dilxweşî şîn in."

Ji bo dinê, ez hêvî dikim ku vê hevoka xweş we ji dil ve dîtin.



15.02.2024 14:51 ~15:05 | cinorek

10. wek internet , wek smart phones bi ya min û gelek kes wisa dibêje ku pergalên ai wek chatgpt wek şoreşeke nû ye.

lê pergala elon musk grok , pergala google gemini , û ya openai chatgpt bi xwe re gelek dezavantajan jî tîne.Ez wisa difikirim ku pêşerojê de mirovên kesayet wê gelek tenÊtî bikişînin lÊ her kesê tenêtiya xwe bi van pergalan re derbas bike.Û tiştek din jî ev e, rêjeya malpersazî wê gelek dakeve jÊr ango yên heyî wê xilaz bibin.tenê yên ku pergalan nikarin peyda bike û bide bikarêneran wê ser piya bisekinin.



23 roj berê 13:53 ~13:54 | brzn

11. Ez chatgpt bi zimanên Îngilîzî, Koreyî û Tirkî bi kar tînim, bikaranîna ziman binwan zimanana hema bêje bêqisûr e. Lê di derbarê kurdî de gelek xeletiyên wê hene. Mînak ew qaîdeyên ergatîviyê di kurdî de tevlihev dike.
Minakek: qirkirina ergatîvîteyê/144064
Hêvîdar im di demek nêzîk de Kurdî jî bi awayekî baş pêşkêşî bike.



5 roj berê 17:10 | cinorek

12. ji bo kurdî modela herî serkeftî claude e. Teqez biceribînin.



5 roj berê 19:01 ~2024.07.10 22:26 | xidiran

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
hin sedemên xemgîniyê [7]
Dixwazim bigrîm lê têra xwe jî girîyam, çavên min ziwa bûne nema hêsir...
hin sedemên xemgîniyê [1]
Peyama pîroz û çûka wê (lînk: https://tirsik.net/index.php?peyam=1...
helbestên baba tahirê uryan [1]
سیاهی دو چشمانت مرا کشت درازی دو زلفانت مرا کشت به قتلم حاجت تیر و ک...
claude.ai [1]
Ew jî wek chatgpt a openai , geminiya google û wek groka elon musk, ye...
zarê xelkê [1]
navê min ê din e....
belki ev jî bala te bikişînin
» chatgpt

Kategoriyên mijarê:: komputer zanisti malper komputer zanisti malper komputer zanisti malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî