Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 15 peyam
    kurd çima di navbera xwe de kurdî naaxivin? - tirşik
    kurd çima di navbera xwe de kurdî naaxivin?
    (11) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Heta niha, tabî behsa nifşa xwe dikim, bi rastî jî min nedît pirranîya hevalên min û Kurdên din di navbera xwe da, tenê bin jî, li cihek metirsîdar nebin, zimanek dî axaftin pêwîst nebe jî dîsa bi temamî zimanê xwe bikar naynin. Ji bo mînak; hevalên min tev Kurd in yên li zaningehê lê eger ez li ba wan nebim qet Kurdî xeber nadin. Hûnê niha bêjin tu ji ku dizanî? Dizanim, çimkî ji wan dipirsim ew jî dibêjin; em di navber xwe de kêm caran Kurdî diaxivin ew jî ji çend peyvan an jî hevokan derbas nabe. Yanî ji dil dibêjim çima wiha ye? Û dixwazim çend çavdêriyên xwe lê zêde bikim; pirranî ew kesên fitbola me'elûm dişopînin û fanatîkên tîmek vê fitbola me'elûm bin, yên ku dibêjin Che Guevara û Frîda kahlo ji bo Kurdan têkoşîn kiriye( ez rast lê hatim);), yên ji Ahmed Arîf, Yaşar Kemal û yên wekî van hez dikin, yên rêzefîlmê Tirkî hez dikin, yên sorvîvorê hez dikin, yên hêvî dikin dê bi kûponan dewlemend bin, kurên derdê wan tenê destgirtî çêkirine, yên diçin medreseyên feraseta wan nû, kurdî naaxivin, tabî hinek kêmasî di vê kategorî kirinê de hene û ew kesên di nav vê kategoriyê de hemû bi vê awayê nîn in lê kêm zêde bi ya min rewş wiha ye. Hûn jî van çavdêriyan bikin hûn dê bibînin.*



    27.11.2022 06:52 | bayê xerbî

    2. Pirsa ku gelek caran hişê gelek kesan mijûl dike ye. Bersiv, gorî min ji ber serdest nebûna kurda û heta demekî nêzik derbendbûna kurdî ye.
    Ji ber ku kurd diçin dibistanê kurdî xeber nadin, diçin mezrekên dewlet û yên sîvîl kurdî xeber nadin. Dibin xwedî kar wê demê zêdehiya gelheyê kurdî xeber nadin. Heta demekî nêzik derbendên fermî jî ser kurdî hebûn. Bi kurtasî kurdî jiyana rojane da kêrî wan nayê. Her diçe kêmtir xeber didin. Zarokên wan jî ji wan kêmtir kurdî hîn dibin, neviyên wan ji zarokên wan jî kêmtir hîn dibin û her wiha didome. Ne tenê kurdî zimanê din jî wiha wênda dibin (ferqa kurdî, demekî dirêj derbendên fermî ser ziman hebûn). Gorî raçevkirinên min, du kurdên hevdû nasnakin ku cara yekem tên cem hevdû kurdî xeber nadin, sedema wê; difikirin ku dibe ev kes kurdî nizanibe. Û piştî demekî zimanên serdest cihê kurdiyê digir e. Çiqas dem derbas dibe ev rêçûyîna nebaş jî pêşve diçe. Hin deran ji ber ku êdî tu kes kurdî xeber nade êdî kurdbûna xwe jî înkar dikin. Çawa min pêşî da jî gotî, ev pirsgirêk tenê kurdî da tunne ye, herin navçê artvînê, rîzeyê , trabzonê, hinek navçeyên kayseriyê, samsunê; kal û pir û hinek navser, ger hûn bi zimanê wan tiştekî bipirsin bi zimanê xwe bersiv didin lê tu dema hûn nikarin bibînin ku navbera hev bi zimanê xwe xeber didin. Qenala youtubê lazuri tv li navçeyên artvin û rize roportaj dikir, kesên ciwan jî lazkî dizanibûn, lê hûn herin hûn ê bibînin ku ji bo tirkî dikarin her tiştî bikin û hûn qet nabînin ku navbera hevdû de bi zimanê xwe diaxifin.
    ev tiştên min jorê nivîsî, pênaseya peyvekî ye: asîmîlasyon.
    dostê asîmîlasyonê zeman e. Û asîmîlasyon heta neyê şikandin an jî heta gelê asîmîle dibin bindestiyê dernekevin û serdest nebin her hewla asîmîlasyonê zêde dibe. Hûn dikarin bêjin, ez çima kurdî dinivîsim, dixwînim û diaxifim, kesên din çima nakin? Ji ber ku we rêya zor û zihmet hilbijartî ye. Her kes nikare wiha bike, bin siya zimanekî da hemberî wê zimanî bisekine. Her kesî da ev wîcdan û ev kêferatî tunne ye. Her kes nikare hemberî asîmîlasyonê bisekine. Hember sekînin, meseleyekî etîk û wîcdanî ye, rêyekî zihmet e.
    Min gelek kes dît ku bo pêşerojê gelek reşbîn in, mafadar in jî. Du pêşerojên alternatîf pêşiya me heye, yan em ê bi temamî asîmîle bibin, yan jî heta kesek mabe jî emê zimanênxwe xwedî derkevin. Li dinê mînakên herdû alternatîfa jî hene. Minakekî da gel bê zorî bixwe asîmîle bûne, minakekî jî gel li rewşekî ji me xirabtir derketine, zimanên wan êdî tu kesî xeber nedaye lê niha zimanê xwe ji zarokê xwe hîn dikin, zarokên wan zimanê kal û bavên wan diaxifin lê ew bixwe nizanin.
    Her çiqas maf û azadiyên me gorî şert û mercên herêm û dewletê tên an jî diçin jî, hewce ye em jî heta dawiya hêz û qeweta xwe bi xeberdan zimanê kurdî xwedî derkevin. yên destê wan tê, dikarin zarava û devokên ber wênda bûnê jî hîn bin. Ji bo jiyana hemû devokan, barê kurdên asîmîle bûyî jî hewce ye kurdên xwedî wicdan li xwe bar bikin.



    27.11.2022 18:15 ~2022.11.29 20:21 | pêşewa

    3. pirseka girîng e. eger em sedema vê pirsgirêkê rast tespît bikin û li gorî wê çareseriyekê derxin holê em ê bikaribin rewşê ters rast bikin.

    Duh min bi pisxaltiyê xwe yê li derveyî welat re li ser vê mijarê gotûbêj kir.

    fikrê min êdî tirs ne sedem e. berê tirs hebû lê niha millet êdî baş kurdî nizan e. lowma şerm dike.



    28.11.2022 05:04 | cinorek

    4. êdî tirs nemayi fedî dikin, ez jî fedî dikim, carkê şûna hevalê xwe min gotibû hevala xwe mêrîk pirsî got qey sevgilîya te heyi filan,

    ji bo we ev nêrîtî/mêhitî ne zehmet e lêbelê wekî kurdên min yê nifşa z û metropola tirka de mezinbûyi ev tişt pir zor e, gava bi lez dipeyîvim carna ji bo keçika "wî' bikartînim,

    Tirkî comfort zonee, Ji ber ku anlîyorum ama konuşamiyorum normalîze bûyi ne hewceye ku mirov ji rehetîya tirkî derkeve û kurmancîya xirab bipeyîve. Bêyî peyivîna kurmancîya xirab jî tu nikari kurmancîya xwe pêş de bixi...

    motîvasyon jî tuni, kurdî ne populer e kurdî pere nake kurdî zimanê feqîr nezan û belengazan, kurdî zimanê stranên hawar û gazincan, dibê kurd xwe ev ruhîyeta arabesk derxi.



    28.11.2022 06:28 | lewendî

    5. Zimanên biyanî ji wan re weke modern an jî "cool" tê. Ji ber vê yekê car caran li ba dê û bavê xwe , û car caran ji bo nifir Kurdî bikartînin.



    30.11.2022 21:48 | bakur.nekure1

    6. Pirsa ku formata tirşikê hatiye wêran kirin.



    01.12.2022 08:05 | dilreş

    7. Pirsa ku ez bersiva wê bi vê pirsê didim:100 sal ji bilî jîyana rojane tu nikaribî zimanê xwe di qadeke din de biaxivî, pêş bixî ma tu çi hêvî dikî?

    Edît: hewldana xistina formatê *



    01.12.2022 11:54 ~2022.12.02 23:09 | xabûrî


    9. Bersiveke kurt; dagirkerî, bêdewletî û asîmîlasyona kûr e. Lê ji bo baş fam kirina meseleyê divê dîroka 100 salên dawî ya Kurdan û ya dagirkeriyê bê xwendin û fam kirin.



    02.12.2022 21:42 | şûjin

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (yên din..)
    kiryarên ku mirov paşê li wan poşman dibe [2]
    Ew kiryar in ku piştî diqewimin mirov dibêje çima min wisa kir. Het...
    biyaniyên bi kurdî diaxivin [2]
    peterkurdim (lînk: https://www.instagram.com/reel/CkseLpYM8...
    tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin [2]
    Îro li ser rêzimana kurmancî ji nû ve rawestîyam. Tabî roja min tenê l...
    biyaniyên bi kurdî diaxivin [1]
    Behsa Derbarê hinek ji wan li tirşikê jî çêbûye. Zavayê denmarkî: ...
    biyaniyên bi kurdî diaxivin [1]
    Ne Hindik in. Hejmara wan hejmara kurdîaxivên li gundê me derbas bûye....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdîstan a sor û bêdengîya rêxistinên kurd
    » çima ertoşî govendê de çep diçin
    » navbera min û xwudê ma bostek
    » xwendekarên ku dibin evîndarê/a mamosteya/ê xwe
    » kurdiya akademîk

    Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî