Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
mirina karkeran - tirşik
mirina karkeran
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rastiyek e vê dinê ye. Ber çavên mirovahiyê her roj karker ber sedemên netişt dimirin û li xema kesî nîne. Ev sedem zêdehî guhnedaniyên kardaran in ku ji mesrefa ewlekarî direvin û kar bê venêrîn an jî venêrînekî seroberi pêk dînin in. Li dewletên ku venêrîna ser ewlekariya karan dikin da mirin gelek kêm e lê li dewletên ku her tiştê wan serobero ne ber sedemên biçûk karker dimirin. Nav karkeran da kesên herî bêkes û zêdehî dimirin karkerên înşaatê ne.
Înşaatâ stadyûma qatarê ku sibê tê de turnûweya kupaya cihanî dest pê dike heta îro 6500 kesî zêdetir karker mirîne. Ev rewş ne mirin e, komkujiya karkeran e. Ji ber ku Gelek komkujî, ji vî hejmarî kêmtir in. Sîstema mirovahiyê çîna karkeran re komkujiyê guncer dibîne. Kesên mirine jî ji welatên hejar hatine.

Li tirkiyê salekî da navbera 1500-1600 karker dimirin. Ji wana 500-600 kesî karkerên înşaatê ne, hema hema ji 3 kesa 1. Li madena dema 5-6 kes dimire her derê tê bihîstin û ev tişt tê şermezar kirin (mixabin paşê rewş venaguhire) lê li înşaata da hema hema rojê 2 kes dimirin û ev hejmar tenê dibin îstatîstîk û tenê wisa dimînin.
Li tirkiyê karkerê dimirin jî pirraniya mezin kurd in. Gorî min kujerên van karkeran sîstem e û hemû jî wekhev mazlûm in. Lê karkerên kurd zêdehî ber sedemên li xurbetiyê dimînin dimirin. Hinek li çadira hinek li koxika hinek li konteynera da mercên dijwar de 8-9 mehên salekî dimînin û mercên xirabtir da dixebitin. Rojekî xebata xwe yan dimirin yan jî dibin şahidê mirina heval/bira/pismam/hwd. yê xwe. Par tenê 23 kesên ji bajarê wanê mirine, hin bajaran bawer im zehftir e ev hejmar.

Dem diguhire lê karkertiya kurda li înşaatê da naguhire. Li înşaatê jî beşên herî zor herî zehmet da dixebitin, ji ber ku beşên piçekî hêsan zêdehî karkerên din hatine û nasên xwe wê demê ji wî karî hîn kirinê û kurd jî mecbûr dema nasên xwe anîne wan jî karên xwe -yên zehmet- hînê wan kirine. Kurdên Perwerdenê zaningeha dema beşa perwerdehiya xwe da kar nabînin mecbûr tên van kara dikin. Dem diguhire lê ev qedera reş a ser eniya kurda naguhire. Li tirkiyê karker in li îranê kolber in, her derê dinê karker in û her derê jêrdest in û her derî ser rêya nanê xwe da dimirin.



19.11.2022 23:58 ~2022.11.20 00:09 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirina êzidîyekî bi 19 salî ya di bin nezareta polîsên almanyayê

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî