Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
vivaldi social - tirşik
vivaldi social
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. alternatîf bo twitterê ye. rajekarekê/yek-mînakekê mastodonê ye. hîn nû hat vekirin û bi rastî gelek kêfa min pê hat. mastodon çi ye, ne çi ye ji xwe li bin mijara xwe hatiye gotin. li vir ya xweş ev e ku şîrketa gerokekê dest avêt medyaya civakî ya nenavendî, ev tişt nehatiye dîtin û bikarhêneran ji zeviya big-techê dikişîne zeviyekê bêkontrola giştî. algorîtma tune ye, reklam tune ye. profîlkirin* tune ye. ev pir pir xweş e. ji bo kurdan jî xweşî tê de heye. gerok di sermaseyê de kurdî xizmetê dide. mastodon jî kurdî ye. û herdu li nav hev du pir pir xweş xuya dike.*

lê kurdên me yên xwedêjêrazî hîç xwe naêşînin. ne ji aliyê vivaldi ne jî ji aliyê mastodonê û qet nayên gihîştin jî. mîsal ez nizanim ka kurdên me qala big-techê, mehremiyeta ser înternetê, ewlehiya kesayetiyê filan bêvan çi difikirin û çi bertek didin. di roja pêşîn a vivaldi socialê de 200 kes tenê hatibûn. vê sibehê 1400 kes û ev her diçe zêdetir dibe.* hema du roj bû ez dibêjim. piraniya wê 1400ê jî japon in* kurdên me hîn li twitterê dibêjin "bila rêveberiya twitterê kurdî tevlî zimanan bike"* erê ev tişt ne parsekî ye, biçûk jî nabînim. lê madem tu pir ji kurdî hez dikî, bi ya gotina xwe tev bide û here ser mastodonê (ne îlle vivaldi social. komek yekmînak[instance]ên mastodonê hene û erê hemû kurdî ne) û bo kombersê here vivaldiyê, bo mobîlê here firefoxê, bo civatê here tirşikê hwd.

japonên ku mîlyon alternatîfên wan hene bo civakiyê çima vivaldi hilbijart? ji ber ku vivaldi social bi ya qanûnên îzlenda û norwêcê tev dide. bi ya min, ev tenê serê xwe bes e ku kurdên me jî kom bi kom ber wê ve herin, yek bi yek tê de cihê xwe veqetînin. we fêm kir, şêrînên ber dilên min. *

* vê êvarê bûye 2,3H bikarhênerên çalak.



17.11.2022 18:35 ~21:39 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vivaldi social
» social experiment ên li ser nivîskarên tirşikê

Kategoriyên mijarê:: malper teknoloji malper teknoloji malper teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî