Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 46 peyam
pirsgirêka serjêkirina heywanan ji aliyê jinan ve - tirşik
pirsgirêka serjêkirina heywanan ji aliyê jinan ve
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xuya ye bi ya mezheba şafiî jin nikarin heywanan serjê bikin. argumana mezhebê çi ye nizanim lê ev di emrekê zû de ez rû bi rû serjêkirinê kiribûm. Ji xêncî min zilam tune bû (10 salî filan bûm) xwişka min got were vê mirîşkê serjê bike. Ez bûbûm şok! Got zimanê rebenê bigire û derxe û bi bismilayê/şehdê serjê bike. Helbet min nekir. Xwişka min jî got madem wiha xwedê efû bike û karê xwe bi xwe dît. Tê bîra min cîranên me ew şermezar kiribûn û gotibûn ew êdî heram e. Wê jî gotibû ma bila heta êvarî kom û kuflet birçî bimînin*

Ka ên sebeb dizanin bila binivîsin ma çima ev tişt heye?



17.11.2022 13:45 ~14:11 | biruya hayao miyazaki

2. qaîdeyeke wilo heye. sebeb nizanim lê wek hayao bîranînên min ên serjêkirins mirîşk û dîkan heye. min ti ca neksrî bigirim kêrê û ajalekê serjê bikim. helal nîvê emrê min bi ajaldariyê bihuriye lê min wek mijara rovîyê gotiye serjêkirin û ez, em ti car lihev nehatine :(



17.11.2022 14:24 | xelîl

3. Dema em zarok bûn rojekê em li deştê bûn. Diviya bû mirîşkek bihata serjêkirin. Lê wê rojê ji bilî jin û zarokan tu kes li obayê nemabû. Wan bangê min kir. Ez birime.ser mirîşkê ki ez mirîşkê serjêkim. Lê min bişenekir, min nikaynibû lê bikim. Meta min destê min girt û qaşo min ew birrîn, lê wê bi xwe ew birî. Min îro li ser vê mijarê meraq kir. Min dît ku jin di mezhebên Henefî, Malikî û Henbelî de jî dikarin serjê bikin. Yên me jî Henefî ne. Çima wê rojê bi min bi zorê mirîşk dane serjê kirin? Dibe ku ew ji cîranên xwe ên şafî wisa fêr bûne. Neyse ew jî çirokek wisa bû.



3 roj berê 16:21 ~16:24 | cinorek

4. Li devera me eger mêrek an jî kureke gehiştî tune be jin ser jê dikin lê hebe nakin. Lê nizanim, qayîdeyeke beredayî ye. Çi jin çi mêr dema ser jê kir, ser jê dibe û xwîn jê tê. Ê mesele çi ye yanî!?



3 roj berê 22:53 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsgirêka serjêkirina heywanan ji aliyê jinan ve

Kategoriyên mijarê:: oldin oldin oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî