Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ey reqîb - tirşik
ey reqîb
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kul û derdê heval.js bû. Sirûda netewî yê kurda ye. Sala 1938 da zana û helbestvan dildar (yûnûs raûf) li zindana bexdayê vê helbestê nivisiye, awaza orîjînal a li zaravayê soranî şêx huseyn berzencî çê kiriye. Paşê şivan perwer, koma berxwedan ji bo kurmancî gotinên sirûdê vergerandine û awazekî nû çê kirine. Cara pêşî li komara kurdistan li mehabadê hatî qebûl kirin. Îro bi fermîtî li rêveberiya herêma kurdistan û rêveberiya xweser a bakûr-rojhilatê sûriyê (rojava re fermîtî wisa dibêjin, balkêş) tê qebûlkirin.

Helbesta Dildar (Orîjînal Soranî):


ئەی رەقیب!

ئەی‌ رەقیب ھەر ماوە قەومی کورد زمان
نایشکێنێ دانەریی تۆپی زەمان
کەس نەڵێ کورد مردووە، کورد زیندووە
زیندووە قەت نانەوێ ئاڵا‌کەمان

ئێمە ڕۆڵەی ڕەنگی سوور و شۆڕشین
سەیری کە خوێناوییە ڕابردوومان
کەس نەڵێ کورد مردووە، کورد زیندووە
زیندووە قەت نانەوێ ئاڵا‌کەمان

لاوی کورد ھەستایە سەر‌ پێ وەک دلێر
تا بە خوێن نەخشی بکا تاجی ژیان
کەس نەڵێ کورد مردووە، کورد زیندووە
زیندووە قەت نانەوێ ئاڵا‌کەمان

ئێمە رۆڵەی میدیا و کەیخوسرەوین
دینمان، ئایینمان ھەر نیشتمان
کەس نەڵێ کورد مردووە، کورد زیندووە
زیندووە قەت نانەوێ ئاڵا‌کەمان

لاوی کورد ھەر ‌حازر و ئامادەیە
گیان فیدایە، گیان فیدا، ھەر گیان فیدا
کەس نەڵێ کورد مردووە، کورد زیندووە

Latînîze Soranî:


Ey reqîb her mawe qewmî kurd ziman
Nayşikênê danerî topî zeman
Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê allakeman

Ême rolley rengî sûr u şorrişîn
Seyrî ke xwênawiye rabirdûman
Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê allakeman

Lawî Kurd hestaye ser pê wek dilêr
Ta be xwên nexşî deka tacî jiyan
Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê allakeman

Ême rolley Mîdya u Keyxusrewîn
Dînman, ayînman her niştiman
Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê allakeman

Lawî Kurdî her hazir u amadeye
Gyan fîdaye, gyan fîda, her gyanfîda
Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê allakeman




Vergera Kurmancî


Ey reqîb her maye qewmê kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan.
Em xortên rengê sor û şoreşin
Seyr bike xwîna dîyan me da rijand.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan.
Em xortên Medya û Keyxusrewin
Dîn îman û ayîman, her niştiman.
Dîn îman û ayîman, kurd û Kurdistan.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan.
Lawê kurd rabûye ser pê wek şêran
Ta bixwîn nexşîn bike tacî jiyan.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan.
Xortên nûh tev hazir û amade ne
Can fîda ne can fîda, her can fîda.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan




Vergera Zazakî:


Ey reqîb her mendo qewmê kurdziwanî
Nêşikîno, nêkuwno bi topa zemanî
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma
Ma domanê rengê sûr û şoreş îme
Temaşeke, gonin o ravêrdeyê ma
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma
Lajê kurdî vaşto ra payan fênda çêran
Ta bi gonî bineqişne tacê cuyane
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma
Ma domanê Medya û Keyxusrew îme
Dîn îman, ayînê ma her welat o
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma
Lajê kurdî her hazir û amade yo
Canfeda yo canfeda, her canfeda
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma



28.10.2022 11:03 ~11:09 | pêşewa

2. Eger angaştek pêkve jiyanê hebe divê Ey Reqîb bê guherandin, hêrs nebin carekê Mesût Barzanî bi xwe jî ev gotin gotibû. Vê dibêjim jiberku ey reqîb tenê ji bo kurdên etnîkî maqûl e. An dê mirovên ne kurd yên li Kurdistanê vê nexwînin( ev ji bo welatekî, hevpar nebûna hestan e) an jî dê bê guherandin. Bi ya min sirûdek din de xêr heye. Bila hemû hemwelatiyên Kurdistanê parekê ji xwe re di vê sirûda nû de bibînin. Lê dîrok û bîranînek kûr ya ey reqîbê heye, ev gotina min pirr zehmet û dijwar e mixabin.



28.10.2022 16:14 ~16:17 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî