Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
dibistana marksîst a amedê - tirşik
dibistana marksîst a amedê

Navê mijarê ya ewil ev bû:dibistana marksîst li amedê
(4) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. ev dibistana li amedê hatîye damezirandin.
Here lînkê
jixwe kêmasîyeke kurdistanê hebû ew jî hat dagirtin.bi îzna rebbil-alemîn wê kurd ji nû ve marksîzmê jîn bikin.
yên ku hîn dibêjin kurda ji bo şaristanîya cîhanê çi kirîye , keremkin!
kurd bi sîyaset û felsefeya "biratîya gelan" dinyayeke komînal -demokrat çêdikin
dîsa kurd bi "biratî û yekîtîya îslam(umet) ê aştî û aramîyê çêdikin
bi marksîzmê jî sovyeta duyem tê avakirin.

-mixabin ji bo kurdan dîsa tiştek tune .bi gotina meşhûr : "wê piştî şoreşê em ê pirsgirêka çareser bikin. " em li bendê ne....



26.10.2022 00:58 ~01:01 | pirtûkhez

2. "Tişta çû nede dû." Gotinek çiqas xweş e tam jî gorî vê rewşê ye. Erê bavo hûn dê Karl Marksî li gora wî de serfiraz bikin!! Çiye armanca we? Marksîzma mirrî dîsa vejandin e? Çiye? Rûsan bi xwe jî dev ji vê îdeolojiyê berdaye, afirinerên wê Alman in jixwe li Almanyayê qet pêk nehat. Ma çi karê we û me pê ketîye? Hûn dixwazin nostaljîyê bikin? Eger wisa be we gelek zehmet kirîye, dibistana marksîzmê vekirin hîç pêwîst nîne ji bo vê yekê. Gelî camêr û canikên hêja ji we re bêjim ji bo vê demê, ev rewşa em tê de, marksîzm demkujîyê zêdetir tiştek nîne. Divê em tenê bibin berjewedîperst, çi kêrhatî be divê em wê bikin. Erê pêkane paşerojê ( dahatûyê) marksîzm jî kêr me bê lê niha ha marksîzm ha kerê me yê gomê de heman tişt in. Qasî heba tozê başîyê li me nake mixabin lê ehmeqên me hê jî wekî serhişkan di Marksîzmê de rijdiyê dikin. Marksîzm mir, xistin gorê êdî hestiyên wê dirizin wext e bibin xwelî!! Di vê konjoktûrê de mirov rabe marksperestiyê bike, di navbera mirovî û xeyalperestan ciyawaziyek namîne, cîhanê xwe guherand di dema xwe de jî pêkan nebû niha jixwe hîç pêkan nîn e. Bêyî ku entelîjansiyayek civakekê hebe ew civak nikare ti fikr û ramanan biafirîne, marksîzm jiber jixweberîya xwe neyar û dijminê entelîjansiyayê ye. Êêê dê bi çi çêbibe? Di dîrokê hertim afirandina angaşt û fikran ji hêla entelîjansê ve hatiye kirin, hertim entelîjansiyayê li bajaran afirandin kiriye bi wî awayî civak rêvebirîye. Marksîzm bixwe jî ji hêla kesek bijartî hatiye çêkirin. Ev dijefikr di dijefikrên min de yeke li hemberî marksîzmê. Bihêlin bila civak jixwe re kesên dewlemend biafirîne min tu deran nedîtiye şoreş hewre( bê pere) hatine holê, hertim an dewlemendan piştevanî daye guherîn û şoreşan, an jî kesên xwedî fikr dest danîne li ser mal û milkê dewlemendan bi wê awayê daxwaza dilê xwe pêk anîne û şoreş kirine. Ji ber vê ye dibêjim hevalno gundî nikarin şoreşan pêk bînin ancax ji şoreşan bi bandor dibin. Em kurdên reben jî nû bi nû dibin bajêrîyên rast ji ber wê jî qaşo marksîzma gundîperest û proleteryaperest ji xwe re nêzîk dibînin û tûşî wê dibin lê wiha nabe divê em bibin nûjen û hemdem û gorî pêdiviyên vê serdemê tevbigerin. Bê guman marksîzm ya vê serdemê nîn e. Sipas.



27.10.2022 00:45 ~01:59 | bayê xerbî

3. Dibistana ku min hê jî fehm nekirî çima bi avabûna xwe hinek netewperweran aciz dike ye. Avakerên vir li ser medya civakî gelek tên rexnekirin. Lê ji ber çi? Dibêjin marksîzm vê serdemê re gûncav nîne, marksîzm dujminê serxwebûna kurda ye, marksîzm tu tiştekî ji kurda re nayne. Ez bi dilrehetî dikarim bêjim ger hûn wiha bifikirin, emîn bin we heta îro yan marksîzm fehm nekir yan jî çewt fehm kiriye.
Cara pêşî ez bipirsim, çi zirara vê dibistanê bigihîje we, cihekî mîna amedê û bi destê welatparêzan hebûna dibistanekî wiha yê nebaşiyekî çawa ji kurda re bîne, demekî ku niha tu dibistanên kurdî tuneyî û ya heyî jî hatî girtin (bnr: dicle fırat koleji) da dibistana ku bi kurdî waneyan dide ji ber çi hewqas we hêrs dike?

-Marksîzm çi dibêje: marksîzm, serdestiya çînekî li ser civakê qebûl nake û civakekî bê çîn pêşniyar dike.
-gotinên Marks çewt in: marks him fîlozof e him teorîsyenê marksîzmê ye him ji sê civaknasên damazrênerên zanista civaknasiyê ye (Marks-Weber-Comte). Dewletên kapîtalîstên ku marks jiyanê xwe hemû dijî wan derbas kirî, li zaningehên xwe yî herî baş ê ku zanist perwerde dikin da gotinên marks didin xwendin. Ji ber ku gotinên wî yê derheq civaknasî û aboriyê, zanistê da şoreşek e (ew wisa qebûl dikin).
-Marksîzm ne îdeolojiyekî modern e: hema hema li hemû cihanê kapîtalîzm serdest e û kapîtalîzm li marksîzmê kevntir e, ger hûn bêjin marksîzm bi gotinên xwe ne modern e, ez jî bêjim serdestiya ku hebûna hemû cihanê destê kêmaniyekî pirr biçûk da ye û bi kedxwariya hemû cihanê pêk tê ji we ra serdestiya hemû civakê moderntir be, ji bo min gotinekî din nema.
-Marksîzmê bi gotina biratiya gelan kurda bixapîne: ev tişt tenê çepgirên tirk dikarin bikin. Gorî marksîzmê gerekî kurd pêşî wek neteweyên din wekhev bin paşê dikarin bibin "bira". Marksîstên kurd zanin ku gelê wan bin naviniya gelên cihanê ne û hewceye wekhev bin.


Gelo çi nebaşiya marksîzmê bigihîje Civakekî mîna kurda ku giştiya gelheya wê gorî dewleta ku nav dijî zêde zêde hejar in û zêdehî jî karker in ku karkerên bê maf, keda xwe erzanî firotî, mecbûrî ji welatê xwe koçber bûyî, pakî sendîqaya wan tuneyî...?
Hevalên hêja, ji marks hez bikin an jî nekin, ji marksîzmê re jî her wiha. Lê ka bifikirin gelo rewşa kurda ji ber marksîsta wiha ye an ji ber perçekirina dewletên kalîtalîst-emperyalîst. Belê, encamên kapîtalîzm û emperyalîzm ne tenê jiyanên li fîlmên hollywood pêk tên, bi jiyana kurdekî helepçê, qamişlo, dêrsim, mahabadê, bi jiyana berberiyekî li cezayîrê, bi jiyana vîetkongekî li vîetnamê, bi jiyana koreyiyên li herdû koreyê, hwd. jî pêk tê. Heta ev herdû hev temam dikin. Ji ber ku yek hebe, gerek e ya din jî hebe.

Belkî marksîzm ji bo kurda çareyek be an jî nebe, lê bihêlin bila kurdên marksîst jî gorî xwe pêşniyar derxin holê, fikr û ramanê xwe bêjin. Wek kurdên oldar, wek kurdên lîberal, wek kurdên faşîst, wek kurdên sosyal demokrat, wek kurdên kapîtalîst hwd.
Fikrê min ji bo hemû îdeolojiyan wiha ye, Ka kê ji me re çi pêşniyar dike. Heta yekî xerîb ji me re van pêşniyaran dibêje, em bixwe bêjin xwe. Em bi yekbûnî xwe guhdar bikin. Tiştên wiha zehf dûr bin jî, kurdên rastgir û çepgir ji hev dûr bikevin jî hewceye em wiha bikin.



27.10.2022 02:21 ~2022.12.18 13:39 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dibistana seretayî a ferzad kemanger

Kategoriyên mijarê:: felsefe felsefe felsefe kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî