Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
rêzefîlma migoo - tirşik
rêzefîlma migoo
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmeka kurdî ye. ji aliyê tîma îşev (denoozer û hevalên xwe) we tê çêkirin.

roja 22.10.2022 beşa yekem li ser youtubê hatiye weşandin. îro min teze seyr kir.

berê min ji rêzefîlma wan ya ewil rêzefîlma îşev jî çend beş seyr kiribûm. lê zêde hez nekiribû.

gorê beşa yekem migoo xweş xûya dike.

bi taybetî pir kêfa min ji rola ew hevalê ku wêneya mir celadet bedirxan derdixe hat.

rûyê xwe, simbêlên xwe, çekên xwe pir dişibin kurdên rojhilatî.

rexneya min:

- hewdû pir zêde bi dest û lingên xwe berjêr û berjûr dikin. nizanim çima lê tew kêfa min ji têkîliya fîzîkî nayê. dibe ku ez pir hînî xûyê koreyiyan bûme. li wir gava hewdû silav dikin bile destên hew nagirin.
- herwiha ew pir diqîrin û hayleme derdixin. xwezî carna bi avayek nermî bi aramî biaxivîn û gotinên dirêj bêjin û deng bikin.
- keçikek heye carna bi zazakî diaxive. lê zazakiya wê pir kurt dimîne.



24.10.2022 12:00 ~12:03 | cinorek

2. Hebûna wê ji nebûna wê çêtir e, çêkerên vê filmê xwedî girseyeke dilsoz e yanî tên temaşe kirin. Min lê nêrî herî dawîn çil hezar kesan temaşe kiribû. Hêvî dikim projeyên xwe hêj zêdetir bikin, birastî jî sînema û şano ji bo civaka me ya îroyîn a li nav sînorên sîyasî yên Tirkiyeyê pir girîng e. Îhtîmal heye ku ava jiyanê bigihîne zimanê Kurdî lê zimanê vê rêzefîlmê biçekî qels e mixabin. Ez wan kesên çêker sûcdar nakim bi vê zanîna Kurdên me, di hêla zimanî de, nikarin di rêzefîlmê de qala feylesof û felsefeyê bikin, bikin jî piranîya temaşekeran nikarin fam bikin ji keyfxweşiyê zêdetir dê bibe diltengî axir dixwazim bêjim di van şert û mercan de karek pirr xweş anîne holê, bi hêvîya serkeftinên mezin. Ji bilî van tiştan jî xwezî kanalek televîzyonê ya Kurdan a taybet/ xusûsî ji bo berhemên sînema û şanoyê hebana dê gelek gelek baş ba. Ji ber van kanalên nûçeyan xelk bi çavekî polîtîk li Kurdî axiftinê dinêrin mixabin. Ji bo mînak wê rojê çûm sûkê min bi esnafekî re Kurdî xeber da ya bi rastîtir min hewl da lê heta ku min bi Kurdî da axiftin canezerî bûm, xelk êdî ditirse zimanê xwe biaxive minxabin. Aha ji bo ku em vê yekê berovajî bikin û Kurdîyê bikin tiştek asayî, jixweber divê projeyên wiha zêde bibin û ji bilî van divê dûblaj jî zêde bibin. Hêvîdarim dê wisa be.



24.10.2022 16:05 | bayê xerbî

3. kesî jî lînk nedaye* baş nebaş nikarim şîrove bikim. jbk astengiya min a bihîstinê heye û jbk camêr û canikan transkrîpta vîdeoyê dernexistine û binnivîsa kurdî lê zêde nekirine nikarim temaşe bikim. yaliniz (bi qewla mamê min*) min wek spasî hinek pere bexşandin bo rêzefîlmê. bila ya me be, bila wek gûyê be. helbet bi xurtkirina xwe ya piyaseyê, di pêşerojê de dê bikarin naverokên bi qalîtetir der bixin.

lînka vîdeoyê:




24.10.2022 16:49 | xelîl

4. min îro di taşteyê de du beşên pêşîn temaşe kirin. bi rastî xweş e lê rexnekirin jî lazim e. di beşa pêşîn de deng hîç ne xweş bû. lê di beşa duda de hinekî din baştir bû. kêfa min pir ji mahmud guzel hat lê îmana min ji jinka kurdînezan çû. ne ku kurdî nizane, wek bilbilan e. lê belê aksana ku jê re çêtir dîtine hîç ne serkeftî ye. rasterast aksana concon û cicişên tirkan adepteyî jina kurd kirine. ma di nav kurdan de jinên pozbilind, xweperest tune ye? heye, hema senarîst bila hinekî din li derûdora kurmanca binêriya û ji bo vê karakterê aksanekê baştir tesbît bikiriba. dê bo komediyê çêtir bibaya. niha xuyanga copy paste heye. li aliyê din karektera segvan pir xweş e. lê çima kurdên bakur radibin henekê xwe pê dikin? xuya ye ev karakter ji dihokê filan e (pê pir ne bawer im.) û kurdiya wê ji yên din xweşiktir e. lê ka çima henekên xwe dikin? mîsal kengî dipeyive, yek derdikeve û li hevalekî xwe yê din dipirse "ev çi dibêje?". îja meraq dikim, senarîst bi van dîyalogên nexweş dixwaze çi peyamên veşartî bigihîjine bînerên rêzefîlmê. lîstikvanê ku karektera felemezî xêz dike pir diqêre, bi rastî. dengê xwe hinekî din di pileya normal de bihişta wê pir xweş baya. û têkiliya felemez û mêşo (an navekî din bû, qala komiyê dikim) pir bi kêf bûye.

ha. sîdar hebû... rewş û tevgerên vî karakterî jî pir pir hatiye karîkaturîzekirin. îja hin tevgerên vî karakterî hene, di rêzefîlm û fîlmên tirkî de ji aliyê karekterên femînen tê kirin. lê ya ku min fêm kir ev karakter xeyalperest û qurreyek hanê ye. ka em ê lê binêrin, wê dewama rêzefîlmê çawa be.



30.10.2022 18:12 ~18:14 | biruya hayao miyazaki

5. Di beşa sêyemîn de, ew gelek caran diçin cîhana xeyalan. Pir zêde ew dûbare kirine. Her wiha di diyalogan de jî gelek dubare bûn hene. ji ber vê yekê min hinekî beşa sêyemîn hez nekir. Beşa pêş çêtir bû.
Bila erdal kaya hinek kurteçîrokên din me re qise bike.



09.11.2022 04:11 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzefîlma selahedîn eyûbî

Kategoriyên mijarê:: nuce sinema nuce sinema nuce sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî