1. berevajiya bijartina xwezayî ye. ev ne li laboratuarê bi dnayê lîstin e. kurtkirina hêrana qonaxên werarê ye. herî pir çêkirina cureyên nû yên kevokan tê nasîn ku cureyên herî baş bi avêtina berhev tê "elite"kirin û bi her nifşê taybetiyên xwestî yên wan kevokan xweştir/baştir dibe û bo wê cureya nû dibin tiştên normal/karakterîstîk. her wiha kûçik jî bi bijartinaxwe destî tên curekirin. bînin bîr, hin kûçikên bo xwedîlêderketinê tên mezinkirin ji kûçik + gur tên çêkirin. |
|
14.10.2022 20:00 ~20:37 |
biruya hayao miyazaki
|
2. Di fêkiyên îroyîn de ev rewş gelek gelek ber bi çav e, ji bo ku gelektir mehsûlatê bistînin û zêdetir mirovan têr bikin vê rêbazê bikartînin. Bi dermanan li DNA'ya wê dilîzin ev yek baş e yan ne başe, gelek nizanim lê hin kes dibêjin ev guhertina fêkîyan de nexweşîyan li gel xwe tîne. Bi ya min her ihtimal heye, ez nikarim bibêjim van kesan wiha got ji ber wê wiha ye. Hemû tişt pêkan in. Herwiha bijartina xwedestî tenê ne di fêkîyan de heye ji bilî fêkîyan mirov dikare bibêje hema hema di hemû zîndî yan de pêkane bijartina xwedestî bê kirin. Eger di mirovan de ev yek ji bo baştir kirinê bê kirin bi rastî jî fantazîyek xweş e, bifikirn ku mirov dê bikarin di binê avê de bi seatan bimînin, mirovî kelecan dike birastî. Herwiha ev yek pêkane bi xwe re xerabîyan jî bîne, çawa? Wiha; piştî ev guherîn hat kirin dibe ku mirov nikaribe bizane ka dê nifşên piştî vê guherînê bi çi awayî bin, dê silametîya wan bi cih be an na? Ev tenê mînakek biçûk bû. Ya din jî hûn bifikirin. |
|
16.10.2022 15:48 ~15:53 |
bayê xerbî
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |